Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çar tabaqayên bîrdoziya rizgariya jin

21/12/2025
in JIN
A A
Çar tabaqayên bîrdoziya rizgariya jin
Share on FacebookShare on Twitter

Sîham Daûd

Rêber Apo nasnameyên jinan bi çar tabaqayan rave dike, çanda xwedawend, çanda jinên Qesrê, çanda Satî û çanda Jina Azad, ev çar tabaqa jî di birdoziya rizgariya jinê de mijarê lêkolînê ye, bi têgihştina van çandan jin xwe nas dike û ger xwe nas kir xwe azad jî dike.

Hertim dîrok wekî avahiyên maddî û çandan di warê wateya xwe de tê jiyîn. Ew nirxa jiyana civakî nîşan dide. Ji ber vê sedemê, Rêber Apo bi berdewamî xwest ku dîrok bi hişmendiyeke mezin bê xwendin, da ku  têgihîştina rastiya civakî û xwezaya wê, Kokên pirsgirêkên civakî yên ku niha bûne krîz û civak bi wan re rû bi rû ne, bi taybetî pirsgirêka jinan ku çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye.

Dîrok ne tenê berhevokeke bûyerên berê ye

Pêwîst e dîrok bi awayekî rast were xwendin, wate û şîroveyên zanistî ji serdemên dîrokî û tiştên ku di wan de qewimîne baş û rast were nirxandin. Bê guman, xwendineke rast û baş a dîrokê dê bibe sedema encam û rastiyên kûr. Dîrok ne tenê berhevokeke bûyerên berê ye; ev nêzîkatiyek rûberî ye. Têgihîştina  dîrokê divê sosyolojîk be. Ji ber vê yekê rêbaza me di nêzîkatiya dîroka jinan û têgeha arkolojiya jinan de nêzîkatiya dîrokî ya rêber eşkere dike.

Hebûna civakî bi rêya jinan çêbûye

Heger em bi nêrîna jin li mijarê dîrokê mêyzebikin gelek tarîtî ronî dibin. Ji ber ku hebûna civakî ya mirovahiyê di seranserê dîrokê de bi rêya jinan çêbûye. Jin wekî hebûn û nasname ne tenê wekî hebûna biyolojîk lê di heman demê de wekî nasnameya çandî, rewşenbîrî û felsefî û wekî wate jî pêk hatiye. Rêber Apo nasnameyên van jinan bi çar tabaqayan rave dike. Ev çar tabaqa jî wekî birdoziya rizgariya jinê de mijarê lêkolînê destdigre. Çanda xwedawend, Çanda Jinên Qesrê, Çanda Satî û Çanda Jina Azad.

Çanda Xwedawend

Mirov, hebûneke civakî ye. Gava mirov derketine holê, xwezaya civakî jî derketiye holê. Ev taybetmendiyek e ku wan ji hebûnên din ên zindî cuda dike. Her çend zindiyên wekî koman dijîn jî heye. Tiştê ku mirovan ji wan koman-komikan cuda dike, bidestxistina civakbûyînê yê. Ev jî bi çend faktoran ve girêdayî ye. Bunya fîzyolojîk a mirovan bi awayekî pêş neketiye ku ew bikaribin mîna zindiyên din xwe biparêzin. Ji bilî diyardeya çêbûn û zayînê ku wî dixe bin barê mezinkirin, xwedîkirin û parastina zarok ji xetereyên nêzîk û yên ji derve. Ev civakbûn ji bi xwezayî derdora jin avadibe. Zarokek heya nebe 5 sal nikare jiyana xwe bidomîne, pêwistî bi dayîkê dibine,  ji aliyê xwarin bigre heya parastinê.

Herwiha pêwistiya berdewamiya neslê xwe heye. Mirov civakê diafirîne û civak jî mirov diafirîne. Mirov bi avahiya mêjiyê xwe û organên din ên bingehîn hebûnek bi awayekî ecêb rêxistinkirî ye. Mêjî ramanê hildiberîne, raman hebûnê çêdike û binasname dike.  Dema ku raman dest bi têgihîştina xwe dike, mirovahî dest bi rêwîtiya xwe ya dîtina rastî û heqiqatê dike. Rêber Apo vê xwezayê wekî xwezaya duyemîn an jî xwezaya civakî bi nav dike. Tê zanîn ku xwezaya civakî bandorek jinê heye, an jî bi vî rengî pêş dikeve

Civakbûyîn  li dora jinan pêk tê û klana ku ji dayik, xal, xaltî û zarokan pêk tên ku hejmara wan di navbera 15 heya 30 kesan de ye. Klan tiştek e ku jin diafirîn e; ew civakê diparêzin, ava dikin û pêş dixin. Em behsa serdemek dikin ku vedigere 50,000 heya 70,000 sal berê.

komên derdora jin-dayîk ava dibin û hemberê wê komên kujerê kastîk

Di dîrokê de du çemen dîrokî heye. Aliyekî de erîş, zordarî û desthilatdarî, ji aliyekîn de jî berxwedanî, ked û wekhevî hebû û heye. Komên ku avabûne û guhertina koman girêdayê diroka jine. Komên ku derdora jin avabûne heye, heman demê komên ku nêçîrvanî dikin jî hebûn. Komên ku erîşê nirxê civakî dikin heye. Rêbertî di manîfestoya Aşîtî û Demoqratîk de ev kom bi navê ‘Kujerê Kastîk’ bi nav dike. Yek armancê wan ku erişê nirx û keda civakê dikin.

Çawa aliyekî komên nêçirvan xwe rêxistin dikin, aliyekî de komên ku derdora jin-dayîk komdibin jî heye. Bi demê re ev klanên jin-dayîk pêş dikeve, xwe birêxistin dike û li ser bingehek siyasî û exlaqî ava dibe. Encamê erişên kujerên kastîk, komên derdora jin avadibin mecbur dibinin ku xwe biparêzin. Li ser vê esasî derbasî merhaleyek dîrokî ya nû dibin. Êdî niştecîh dibin. Mal û cihên xwe li ser esasê xweparastinê ava dikin. Bi şeweyekî din em dikarin bibêjin ku neolîtîk encamê erişên kujerên kastin ji bo xwe biparêzen çêdibe. Bi serdema neolîtîk ve êdî nasnameya jin de guhertin çêdibe. Wekî xwedavend tê bi navkirin.

Tiştê ku em bala xwe bidin serdema neolîtîk yek ji ev e ku çawa çanda jin-dayîk de bi navê pîrozbûn nasnameya ‘xwedavend’ ava dibe û perestgehên xwe çêdikin. Heman deme nasnameya zilamên serdest de jî guhertinên bi navê ‘xweda’ avadibe û perestgehên pir mezin avadibin. Tiştê balkeş jî eve ku herdû perestgeh nêzî hevdû ne. Perestgehên xwedevend bi navê ‘ronahî’ tên naskirin.  Perestgehên xwedayan jî bi navê ‘sipî’tên naskirin. Wekî roja me ya îro çawa ‘qesra sipî’ cihê desthilatdariyê ye. Di dîrokê de ji perestgehên sipî bûne cihê qirkirina jin û civakê. Îro, di her malbatekê de Enkiyek ( Enkîdo) heye ku keda jinê înkar dike û xwe li ser nirx û berhemên wê ava dike.

Çanda Jinên Qesrê

Rêbazên lêkolînkirina dîroka jin de, çanda jinên qesrê fêmkirin û destgirtin mijarekî girîng e. Nasnameya jin de yek guhertinên esasî ya pêvajoyên derbasbûyinê ye. Yek ji êrişên li ser nirxên jinan guhertin û veguherînên li dijî perestgehan bûn. Armanca perestgehan ew bû ku jinên (rahibên) ku rêûresmên bi navê xwedawendê pêk tînin, xwe perwerde bikin û di çalakiyên ku dê xizmeta berjewendiyên civakê bikin de, pêşengiyê bikin. Rahibe, berpirsiyarê hilbijartin û perwerdekirina rêberên ku dê civakê bi rê ve bibin bûn. Ew kesên ku di desthilatdariyê de rê û rêbazên ku ji hêla rahîbeyan ve di perestgehan de dihatin bikaranîn kopî kirin, di bin sernavê ’’rahîp-kral” de perestgeh ava kirin. Armanca sereke ya êrişên li ser perestgehan, hilweşandina pergala jinan bû.

Qesr, harem û cariyetî di rastiyê de, encama êrişên li ser perestgehan e. Di bingeh de ew çîroka kolekirin, girtin û Hepskirina jinan e. Rola jinan di qesrê de hatiye diyarkirin. Dervê wê derketin qedexeye. Erka jinan ew e ku bi zilamên aristokrat re xwe amadebikin û zarokan bînin. Heman deme ji bo berjewendiyên desthilatdarî kar bikin. Di nav pêşbirka zilamên serdest bibin amûrek hêsan û heya dawî hemû zextan qebûl bikin. Gor pergala qesrê harem heye û cariye heye. Hemû perwerdeyên taybet ji bo pergalê dibinin. Di nav jinan de tabaqa heye. Rolên dayika kral, Siltan û Haseke siltan ji hev cuda ne, her tişt jî aîdê krale.

Dema em pêvajoyên qesran dinirxînin, dibinin ku jinên hareme di encamên şeran de tên kirîn û fîrotin. Jin ji bo berfirehkirina desthilatdariya padîşah, bidawîanîna şeran, parastina desthilatdariyê û ji bo armancên siyasî û dîplomatîk têne bikar anîn. Di pergala qesrê de çiqasî jinên ku xizmeta desthîlatdarî dikin hebe jî, avqas  hewildanên berxwedana çanda xwedavend jî hatiye meşandin.

Ola yekxwedayî di koletiya jinan de li qesrê roleke mezin lîst û tewratê bandoreke girîng li ser koletiya jinan kir. Di gelek qanûnên dîrokî de ji em dibînin ku edî pergala li qesrê tê meşandin, li malê tê ferz kirin. Heman demê her malekî de jinek rola cariye digre û gor wê teşe digre. Qanûna Urukagina wiha hatiye nivîsandin: Jin edî tenê bi yek zilam re dikare bizewice. An jî qanêna Hammurabî de wiha hatiye nivîsandin: Ger deynê zilamekî hebe dikare jina xwe bifroşe ji ber ku jin mîlkê zilame. Dikare bikire û bîfroşe. Îro jî çanda qesrê di her mal û her saziyekê de heye. Di malbatê de serokê malê heye. Di saziyên dewletê de qanûn hene; di civakê de adet û kevneşopî hene. Jin hîn jî di şer û pevçûnan de tên kirîn û firotin. Qetilkirina wan bi navê rûmet û kevneşopiyê tê rewakirin; ew wekî kelûpel, tiştên cinsî û makîneyên zarokanînê têne dîtin. Zayîna kurekî hîn jî wekî bereket tê hesibandin, lê zayîna keçekê wekî bêbextî tê dîtin. Tekane tiştê ku em dikarin di jiyana xwe ya rojane de hîs bikin û şahidiya wê bikin, berdewamiya çanda qesra mezin e. Lê niha di nav malên biçûk de tê dîtin.

Çanda Satî

Çanda satî, çandekî ku dema zîlamekî jiyana xwe dest dide, jin jî mecbur dimîne bi wî re were şewîtandin. Çanda Satî ne tenê mijarekî ku li Hîndistanê tê meşandin. Lê ew erişekî li ser hebûn û nasnameya jinê ye. Rêber Apo di parazname heya hevdîtinên xwe de, nirxandin li ser esasê ‘çanda tewacûzê’ dike. Çanda tecawûze bigîştî erişekî li ser nirxê jin û hebûna wê ye. Dema em mijarê Satî destdigrin dibîninin ku ‘hebûna jin bi tevahî ji bo hebûna zilam tê teşegirtin.’ Ev çand çiqasî bi Hîndistan re tê zanin jî, lê li gelek welatan bi rêbazên cur be cur tê meşandin. Ji bo wê girînge ku jin bikaribe hebûna xwe bi xwe ava bike û bibe ya xwe. Ger jin bi van bihizire û bikeve ferqa wan de, wê bikaribe bibe hêza çareseriyê, ji ber fêmkirin gava yekemîn ya pêkanînê ye.

Çanda Jina Azad

Çanda jina azad ew e ku jin nasnameya xwe bi hebûn û xwebûn re teşe girtiye û li gorî wê tevdigere. Dema em pênaseya nasnameya jina azad dikin, beriya hertiştî pêwîst e jin bizanibe ku li kuderê û çawa wenda kir heman demê ferqa zanebûn û hêza xwe de ye.  Ji ber ku jina azad dizane li kur çawa berxwe bide û rêya çareserî ava bike. Ev taybetmendiya bingehîn a jina azad e.

Dema em dibêjin çand jî tîşta ku bi hest, zanebûn û bi têkoşînê re domdar e. Rêber Apo di parêznameya Rojhilata Navîn de wiha dinirxîne: Te çi, li kur wenda kiriye, li vir bigere. Nasnameya jina azad ferqa wê tiştê de ye ku wendabûyina wê li ser vê axê çêbûye. Rêbazên çareseriyê bi nirxên civaka exlaqî û polîtîk ve ava dike. Pêşengtiya civak û bare şoreşa jin ya duyemîn re ked dide ye. Ji bo nasnameya jina azad fêmbikin, pênaseya sosyalîzm nîqaş bikin. Jina sosyalîst kî ye? Jinek sosyalîst çawa jiyan dike? Ev pirs dibe bingeha esasî ya fêmkirina dîroka jin.

Beriya hertîştê pêwîstî heye ku em ji xwe destpêbikin. Rêber Apo di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Teoriyek min heye. Hûn xwediyê hemû çandan in. Ji %25 çanda xwedavend ji %25 çanda jinên qesrê ji %25 çanda satî ji %25 ji çanda jina azad heye. Ger derfeta min hebûya min îdeolojîk çar tabaqayên bîrdoziya rizgariya jin binvîsan de. Niha jî ev projeya nîvço mayî bi Jineolojî berdewam dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.