Hemza Sêvo/ Qamişlo
Mizgîn Hesen destnîşan kir ku zimanzan nikarin ziman û rêzimanê çêkin, lê belê ew ziman şîrove dikin û got: “Ziman berpirsiyariyeke, lewma pêwîst e komxebat ji bo amadekirina rêzimaneke bingehîn a Kurmancî bên lidarxistin.”
Rêzimana Kurdî ya Kurmancî yek ji girîngtirîn faktorên bipêşxistina zimanê Kurdî ye, li Rojavayê Kurdistanê tevî derfetên heyî jî ev qad nîvçe maye û roniya pirsa herî mezin li ser vê qadê heye.
Rêziman nêrînekê dide ka çawa zimanek dixebite, pirsgirêka nezelaliyê ya di axaftin û nivîsînê de çareser dike û bingehên fêrbûna zimanên din peyda dike, ew di qadên wêjeyî, zanistî, çandî û hwd … tê bikaranîn. Mamosteya zimannasiyê ya Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen ku master di ziman û wêjeya Kurdî de wergirtiye ji rojnameya me re axivî.

‘Zimanê devkî, zimanê Kurdî parast’
Mizgînê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê gel zimanê Kurdî parast û wiha anî ziman: “Ji Kovara Hawarê heya çalakiyên partiyên siyasî yên hînkirina Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê hejmarek xebat bi kurmanciya nivîskî derketin û bi riya xebata siyasî zimanê Kurdî tevî ku di asteke kêm de bû jî lê dihat hînkirin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava êdî fêrbûna zimanê Kurdî bû diyardeyek û roj bi roj bi pêş ket. Tişta ku hişt fêrkirina bi Kurdî ji Kurdan re hêsan bibe ew bû ku Kurd li Rojava bi Kurdî diaxivîn û nehatibûn helandin. Tevî ku zimanê perwerdeyî Erebî bû, lê gelê Kurd li malê û di nav civakê de bi zimanê xwe diaxivîn, vê yekê zimanê Kurdî parast. Dema ku şoreşê dest pê kir û derfet çêbûn, daxwaza fêrbûna xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî zêdetir bû. Sê hêmanên sereke yên perwerdekirinê hene ew jî xwendekar minhac û mamoste ne. Li Rojava xwendekar hazir bûn, mamoste û rêbaz ne amade bûn, pirtûkên rêzman li vir tune bûn, parçebûna Kurdistanê jî xwedî bandor bû. Xebata mamosta Samî Tan ya Rêzimana Kurmancî û rêzeastên Hînkerê ku li Bakurê Kurdistanê hatibûn derxistin, li ber destê me bûn lewre me ew wekî meteryal bi kar anîn. Piştî ku zimanê Kurdî bû yek ji zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser, Saziya Minhacan, peyman, zanîngeh … vebûn êdî rewş guherî, erdnîgarî fireh bû û pêwîstî bi ferheng, pirtûkine rêzimanê yên nû, xebatên zimannasiyê … çêbû.”
‘Zimanzan ziman û rêzimanê çênakin, civak çêdike’
Mamoste Mizgîn destnîşan kir ku zimanzan nikarin ziman û rêzimanan çêkin ji ber ziman sîstemeke arezûmendane (arbitraire) ye, lewre tişta ku civak bi kar bîne û were fêmkirin, ew rast e. Erkên zimannasan ew e ku ziman şirove bikin. Hemû zimanên cîhanê xwedî taybetmendî ne, her zimanek taybetmendî, rêzkirin, kêşana wî ji yê din cuda ye. Li Rojava mamoste Deham Ebdilfetah tenê xebatên rêzimanê amade kiribûn lê xebatên wî pir pisporî bûn (cînavk, navdêr û lêker) lewre pirtûkeke rêzimanê ku behsa hemû mijarên rêzimanê bike li Rojava nehatibû amadekirin. Sedemên neamadekirinê jî bi qedexekirina zimanê Kurdî yê nivîskî ve girêdayî bûn. Piştî ku Rêveberiya Xweser ava bû û erdnîgariya rêveberiyê fireh bû, hejmara karmendan zêde bû, Kurd, ereb û Suryan bi hev re di dezgehan de xebitîn, êdî zimanê pêwendiyê bû Erebî lewre hemû biryar, giştîname, arşîv … bi zimanê erebî dihatin derxistin ew jî ji ber ku hem Kurdan fêm dikir û hem jî siryanan fêm dikir, me dêhna xwe dayê ku hino hino zimanê Kurdî tê paşguhkirin û tenê wekî madeyeke teorî di hundirê refan de dimîne û di qadên fermî û civakî de kêm tê bikaranîn. Lewre me pêwîst dît ku Saziya Zimanê Kurdî ya ku heta 2019’an tenê bi karê hînkirina Kurmancî ve daketibû, erkê wê veguhere û asta bikaranîna Kurmancî bilind bike, devokan belge bike, ferhengan amade bike … Heta niha Rêzimana Kurmancî ya SZK’ê baştirîn xebat e ji nav rêzimanên kurmancî yên heyî ji ber ku vê pirtûkê gelek mijarên binakok ji hev derxistin, hem jî hin mijarên rêzimanî ji nû ve polîn kirin. Lê ji ber ku ev pirtûk ne li gor standara Kovara Hawarê, ragihandina Kurdî (Azadiya Welat û Med Tv) û heta em dikarin bibêjin a minhacên Rêveberiya Xweser jî bû lewre bû cihê rexneyê û pêkanîna wê nema bû mecbûrî. Eger ev berhem li ser hîmê standarda ku hatiye rûniştin, bihata amadekirin, tekez dê di asta herî yekem de bûya. Her çiqas nivîskarên vê pirtûkê standardeke din hilbijartine lê belê ew standard jî ne xerîb e û di nav kurdan de tê bikaranîn. Li ser asta Zanîngeha Rojava em Rêzimana Kurmancî ya SZK’ê weke çavkaniyeke sereke dibînin, ji ber ku di polînkirina mijarên rêzimanî de, di pêşkêşkirina mijara navdêr, cînavk, lêker, kêşan … de ji piraniya xebatên rêzimanî yên di destê me de baştir e.
‘Rêzimana şîroveyî û rêzikparêzî’
Mizgîn Hesen da zanîn ku rêzimana şîroveyî û ya rêzikparêzî hene û wiha domand: “ Romannivîs, helbestvan, wêjevan … dikarin rêzimana şiroveyî pêk bînin, nimûne nivîskarek ji Efrînê dikare li gor devoka xwe çîrokekê binivîsîne, her wiha dema ku çîrokên gelêrî tên belgekirin, kesê ku belgekirinê dike, dikare rêzimana wê çîroka gelêrî li gor devok û rêzimana ku dever, gund, herêm … bi kar tîne, wiha belge bike her wiha hin weşanxane bi taybet ên ku desteyeke wan a edîtoriyê hebe, dikarin li gor rêzimana şiroveyî, xebatan biweşînin. Lê kenalên televîzyonan ên fermî, minhacên dibistanan, weşan û semînerên zanîngehan û zimanê mamosteyan jî pêwîst e li gor rêzimana rêzikparêzî be ango li gor rêzimana ku bûye rê û resim û êdî her kes fêrî wî awayê nivîsê bûye. Ez dixwazim bibêjim ku ne her tişta ku tê bikaranîn jî rast e, mînak di kenalên me yên Kurdî de ku weşana wan bi piranî bi kurmancî ye, heta niha hin şaşiyên nivîskî û devkî derbas dibin, mînak: kenala Rojava TV dinivîse: Wan gotin, pêşeroj …û ya Ronahî TV dinivîse: Wan got, paşeroj … Dema em van cudahiyan dibînin em yekser têdigihêjin ku qutbûn di nav dezgehan de heye lewre ez bi rêya rojnameya we bangî kesên ku qada wan ziman e û karê ziman dikin ku tu heqê me nîne em gelê xwe bixin nav nakokiyê û wan şaş bikin lewre ji bo çareseriya van giriftan, pêwîst e her qadek di nav xwe de li ser şêweyekî zanistî yê bikaranîna ziman li hev bike.”
‘Pêwîstî bi komxebatan heye da ku jêdereke bingehîn a rêziman çêbibe’
Mizgîn Hesen tekez kir ku “Ziman berpirsiyariyeke mezin e, ew milkê her kesî ye, dema kesek biaxive, çawa diaxive, ew serbest e, em nikarin û nabe ku em hesaban ji kesekî bixwazin û bibîjin tu çima wiha dibêjî yan çima wiha nabêjî lê dema mijar dibe zimanê nivîskî, em neçar in li hev bicivin û bi nêrîneke hevbeş derkevin. Ji bo çareserkirina vê aloziyê, pêwîst e komxebatên serbixwe yên her qadekê çêbibin mînak qada perwerdeyê, ragihandin … û ew qad bi fikir û nêrînên xwe ve werin komxebateke giştî ku li ser asta Rojavayê be û Rojava jî bikare bi nêrîneke yekgirtî beşdarî komxebatên derveyî erdnîgariya Rojavayê bibe. Divê lihevkirineke giştî çêbibe da ku yên berheman bixwînin û li nûçeyan temaşe dikin, tevlihev nebin, ji ber ne ji mafê ekran, weşanxane û saziyan e ku tevlîheviyeke wiha ava bikin. Lewre ya baş ew e ku destpêkê di her saziyekê de û di her qadekê de komxebat werin lidarxistin û ew sazî bi nêrîna xwe ve tev li komxebata navendî bibin û li wir bigihêjin nêrîneke hevbeş ku her kes li gor wê nêrînê tev bigere. Divê şêweyê nivîsîn û bikaranîna ziman ne navendî be.”






