Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sedemên kêmbûna hilberîna çandiniyê li Sûriyê, pirsgirêk û çareseriyên gengaz

21/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Sedemên kêmbûna hilberîna çandiniyê li Sûriyê, pirsgirêk û çareseriyên gengaz
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Çandinî yek ji girîngtirîn sektora aborî li Sûriyê ye, ku roleke girîng di dabînkirina xwarinê ji bo gel di heman demê de peydakirina derfetên kar; dilîze.

Sektora çandiniyê li Sûriyê yek ji stûnên herî girîng ên aboriya neteweyî ye, ji ber ku berî sala 2011’an nêzîkî ji sedî 20 ji hilberîna navxweyî ya giştî pêk dianî û ji bo beşek mezin ji gel debara jiyanê peyda dikir, di rêya hilbirîna zeviyên çandiniyê yên weke genim, pembû, zeytûn, ceh, nîsk, nok, garis û şewender.

Tevî pirsgirêkên ku sektora çandiniyê di salên dawî de pê re rû bi rû maye jî, lê berhemên herî girîng ên Sûriyê di piştgiriya aboriyê de roleke sereke dilîzin.

Berhemên çandiniyê yên herî girîng li Sûriyeyê, beşdariya wan di aboriya neteweyî de û pirsgirêkên ku ev sektora girîng pê re rû bi rû ye:

Çandinî li Sûriyê; danasîneke dîrokî

Xaka Sûriyê yek ji kevintirîn herêmên çandiniyê yên cîhanê tê hesibandin, ku çandinî bi hezaran salan li herêmê hebû. Cotkarên Sûrî rêbazên çandiniyê yên cihêreng ên ku li gorî erdên cuda ên welêt guncaw in, bi kar tînin.

Di dehsalên borî de, sektora çandiniyê rêjeyek mezin ji hilbirîna herêmî ya giştî ya welat pêk anî.Tê texmînkirin ku çandinî di sala 1997’an de bi qasî ji sedî 29’ê ji hilbirîna herêmî ya giştî ya vê sektorê; bû. Ev sektor ne tenê çavkaniyek sereke ya dahatê ji bo welêt bû, lê di heman demê de nêzîkî ji sedî 40 hêza kar, hem li deverên gundewarî û hem jî li bajarî dixebitand.

Berhemên çandiniyê yên herî giring li Sûriyê û bandora wan li ser aboriyê

Genim

Berhema herî sereke li Sûriyê genim e û wekî çavkaniya sereke ya nan e, ku xwarineke bingehîn ji bo gelê Sûriyê ye. Sûriyê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwarinê bi giranî xwe dispêre genim û piraniya hilberîna navxweyî li hundir tê xerckirin. Her çend Sûriyê di dehsalên berê de mîqdarên piçûk ên genim hinarde dikir jî, niha di nava aloziyê berdewam de ên ku welat tê de derbas dibe, hewl dide pêwîstiya xwe bidest bixe.

Herêmên berfireh ji axa Sûriyê bi genim tên çandin, bi taybetî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hema, Humsê. Ev berhem yek ji bingehên sereke yên aboriya çandiniyê di welat de ye û bi awayekî mezin beşdarî dabînkirina xwerinê ya gelê Sûriyê dike.

2-Pembû li Sûriyê wekî giringtirîn berhema çandiniyê tê hesibandin

Pembû yek ji giringtirîn berhemên dahatî li Sûriyê ye, ku li deverên avî tê çandin û çavkaniyek girîng a dahatê pêk tîne. Heta sala 1974’an, pembû sêyeka hinardekirina Sûriyê pêk dianî, bi qasî nîvê hilberînê di pîşesaziyên navxweyî de dihat bikaranîn û nîvê din jî dihat hinardekirin.

Pembû ji ber rola xwe di dabînkirina kar ji bo bi hezaran cotkaran de, herwiha ji ber dabînkirina pereyan ku Sûriyê bi rêya hinardekirina pembû ji bo bazarên navneteweyî hewce dike, xwedî girîngiyeke mezin a aborî ye.

3-Zeytûn

Sûriye yek ji mezintirîn hilberînerên zeytûnan li cîhanê ye, piştî Tunisê di cîhana Erebî de di rêza duyemîn de ye. Zeytûnên Sûrî bi kalîteya xwe ya bilind têne nasîn û ji bo gelek welatên cîhanê têne hinardekirin. Darên zeytûnê bi piranî li Efrîn û herêmên peravê û deverên hundir têne çandin.

Berhemanîna zeytûnan li Sûriyê beşek girîng ji sektora çandiniyê pêk tîne, ku gelek cotkarên li deverên gundewarî xwe dispêrin çandiniya zeytûnan. Wekî din, zeytûn ji bo hilberandina zeyta zeytûnê, ku xwarinek sereke ye û ji bo hinardekirinê tê bikar anîn.

Hêjayî gotinê ku bajarê Efrînê ku ya niha di bin dagirkeriya Tikriyê de ye cihê sereke yê hilbirîna zeytûnan e, rastî gelek binpêkirinan ji hêla çekdarên girêdayî dewleta Tirk tê, bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn û ji bo derve hatin firton di heman demê de agir bi zeviyan xistin da ku demografiya herêmê bighurînin. Ev yek rasterast bandorê li ser aboriya herêmê dike û heya niha ev yek berdewam e, bêyî tu destwerdan ji hikumeta Sûriyê ya veguhêz.

4-Ceh

Ceh li Sûriyê çandiniyek girîng e, bi giranî li Bakur û Rojhiêatê Sûriyê û deverên hundir ên wekî Hema û Humsê tê çandin. Ew bi berfirehî di hilberîna xwarina ajalan de, herwiha di hilberîna hin hilberên xwarinê yên mîna nan de tê bikar anîn.

5-Nok û nîsk

Nok û nîsk li Sûriyê berhemên girîng ên kevneşopî ne, li gelek deverên welêt tên çandin û di sîstema xwarinê ya Sûriyê de bi giranî tên bikaranîn. Ev berhem çavkaniyek dewlemend û di xwarina gelê herêmê de roleke girîng dilîzin, nemaze di demên kêmbûna xwarinê de.

Şewender Sikerî

Şewender ji ber rola wê di hilberîna şekir de li Sûriyê çandiniyek girîng e. Ew bi giranî li herêmên bakurê welêt, bi taybetî li Heleb û Reqayê tê çandin. Şewender di pîşesaziya şekir a herêmî de tê bikar anîn, ku ew hilberek xwarinê ya sereke li bazara Sûriyê ye.

Pirsgirêkên ku li pêşiya sektora çandiniyê li Sûriyê derdikevin

Gelek pirsgirêk hene ku cotkar û bi giştî sektora çandiniyê pê re rû bi rû dimînin, jê:

1-Kêmbûna avê

Sûriyê welatekî ku kêmasiya wê ya avê heye, ku ev yek bandorek girîng li ser sektora çandiniyê dike. Cotkar bi giranî xwe dispêrin pergalên avdanê yên kevneşopî ku nebaş in, di encamê de ev yek baştirkirina hilberînê dijwar dike. Danasîna pergalên avdanê yên nûjen ên wekî avdana dilop ku hewceyî îstîsmarkirina mezin dike, dibe ku ji bo gelek cotkaran neyê peydakirin.

Ev zêdetirî deh salan e, li Sûriyê kêmbûneke berbiçav a baranê heye, ku bûye sedema kêmbûna qada çandiniya bi berhemên stratejîk ên wekî genim û ceh. Raporên Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) nîşan didin ku hişkesaliyê li hin herêman hilberîna çandiniyê bi rêjeya ji sedî 30-40kêm kiriye.

Zirara ku gihaşt sîstemên avdanê û bendavan

Ji ber şerê li Sûriyê ji sedî 50 zêdetir torên avdanê û bendavan wêran bûye, bi taybetî li Deşta Xab, Horan û kantona Cizîrê. Di heman demê de nakokiyên avê bi welatên ku av lê tê Sûriyê, bi taybetî Tirkiyê, jî beşdarî kêmkirina para Sûriyê ya Çemê Firatê bûne, ku rasterast bandor li kapasîteya avdanê kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka kirîza Sûriyê ve, ji bo meşandina şerê avê û pêkanîna zextekê li ser gelê herêmê, ava çemê Firatê pir kêm kiriye, ev yek rasterast bandoreke xerab li çandiniyê kiriye.

Zêdebûna nirxê sotemeniyê

Ji ber kêmbûna baranê di salên borî de piraniya cotkaran ji bo avdana zeviyên xwe berê xwe didin avdana ji bîran, ev yek jî pêwîstiya wê bi sûtemniya ji bo xebitandina jînatoran heye, lê kêmbûna sûtemeniyê û bilindbûna nirxê wê bandoreke neyînî li reşa çandiniyê kiriye.

Ziyanên berhevkirî di sektora çandiniyê de

FAO mezinahiya windahiyên rasterast û nerasterast di sektora çandiniyê ya Sûriyê de di dema şer de bi qasî 16 milyar dolar texmîn kir, di nav de erdên çandiniyê, alav û koçberiya karkeran, ku bû sedema kêmbûna hilberînê û zêdebûna rêjeyên xizaniyê yên gundan.

2-Pirsgirêkên ewlehî û siyasî

Ji ber aloziya Sûriyê ya ku di sala 2011’an de dest pê kir, sektora çandiniyê ziyaneke mezin dît. Gelek erdên çandiniyê û binesaziya çandiniyê wêran bûn. Gelek cotkaran jî ji ber şer erdên xwe terikandin, ku bandorek neyînî li ser hilberîna çandiniyê kir.

3-Kêmbûna piştgiriyê

Di salên dawî de, piştgiriya hikûmetê ji bo cotkaran kêm bû, hem ji aliyê dabînkirina semadê û hem jî ji aliyê dermanên kêzikan ve. Ev yek bûye sedema kêmbûna berhemdariya erdên çandiniyê û zêdebûna lêçûnên hilberînê, ku bandor li ser qezencê kiriye.

4- Guhertinên avhewayî

Guherîna avhewayê li Sûriyê bûye gefek mezin ji bo sektora çandiniyê. Hişkesaliya demdirêj mîqdara ava berdest ji bo avdanê kêm dike, ku ev yek bandorê li berhemdariya çandiniyê dike.

Çareseriyên gengaz ji bo zêdekirina hilberîna çandiniyê

Ji bo bidestxistina çandiniyeke domdar li Sûriyeyê û zêdekirina rola berhemên çandiniyê yên herî giring ên Sûriyê di piştgiriya aboriyê de, divê hin gavên pratîkî bên avêtin da ku hilberînê baştir bibe.

1-Taşwîqkirina çandiniya domdar

Divê cotkar werin teşwîqkirin ku pratîkên çandiniya domdar ên ku ax û avê diparêzin, bi kar bînin.

2-Pêşxistina pergalên avdanê yên nûjen û bi bandor

Pêşvebirina bikaranîna avdana dilopî: Ji bo kêmkirina xerckirina avê heta %50, nemaze di çandiniyên berhemdar de.

Berhevkirina ava baranê: Avakirina xezan û terasan ji bo berhevkirina ava baranê li deverên ku baran lê tê avdan.

3-Baştirkirina rêveberiya çavkaniyên avê

Sererastkirina bendavên piçûk û navîn ji bo zêdekirina karîgeriya depokirina avê.

Kontrolkirina kêmbûna ava bin erdê bi rêya qanûnên hişk û teşwîqên ji bo pratîkên domdar.

4- Piştgiriya têketinên hilberînê

Pêşkêşkirina semad, tov û dermanên kêzikan bi bihayên kêm bi rêya saziyên dewletê ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi bazara reş.

5- Baştirkirina bazarkirina berheman

Avakirina navendên hilanîna berhemên çandiniyê û pêşxistina rêbazên veguhastinê bi armanca kêmkirina windahiyên berheman.

Berhemên çandiniyê yên herî girîng li Sûriyeyê di piştgiriya aboriyê û dabînkirina xwarinê ji bo gel de roleke girîng dilîzin. Tevî pirsgirêkên ku sektora çandiniyê pê re rû bi rû ye, bi rêya pejirandina teknolojiyên nûjen û zêdekirina piştgiriyê derfetên girîng hene ku hilberînê baştir bikin. Ger bal were kişandin ser baştirkirina çandiniyê li Sûriyê, ev sektor dikare bi awayekî girîngtir beşdarî bidestxistina aramiya aborî û xweseriya xwarinê bibe.k

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.