Stêrk Mihemed/Qamişlo
Li hemberî hişmendiya netew-dewlet ya ku desthilatdaran daye avakirin, Rêber Apo paradîgmeya Netewa Demokratîk “Demokrasî, Ekolojî û Azadiya Jinê” dide pêş. Ev paradîgma ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahî gelan e.
Rêber Apo li şûna hişmendiya netew dewlet, Netewa Demokratîk pêşniyar dike, ya ku civakeke hevpar û pirreng di nava xwe de digire. Rêber Apo di nav pêşniyarên xwe de yên ji bo çareseriyê, bi taybetî piştî salên 1990’î modela Neteweya Demokratîk pêşkêş kiriye. Ev model, ji modela netew-dewlet ya klasîk cudatire. Netewa Demokratîk, li şûna dewleteke navendî û yekreng, ango birêvebirina nenavendî pêşniyar dike. Ev model, bi taybetî ji bo gelên pirreng ên wekî Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirk, Fars û h.w.d rêyekê ji bo jiyana hevpar û azad vedike.
Rêber Apo di felsefeya xwe de, bi taybetî di pirtûka xwe ya bi navê “Manîfestoya Civaka Demokratîk” de, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê wekî bingehên sereke pêşkêş kiriye. Ev sê pêkhateyên sereke ne. Armanca xwe demokrasiye. Civakek ku li şûna hiyerarşî û dewleta navendî, bi awayekî kooperatîf, komun û meclis li gorî prensîbên demokratîk tê birêvebirin. Ev model, bi taybetî ji bo gelê Kurd, rêyek ji bo xwebirêvebirinê vedike, Ekolojîk e. Rêber Apo di felsefeya xwe de, pêwîstiya parastina jîngehê û hevkariya mirov û xwezayê bi awayekî girîng nîşan dide. Ekolojî, ne tenê wekî pêkhateyek siyasî, lê wekî beşek ji jiyana rojane ya civakê tê dîtin.
Rêber Apo di felsefeya xwe de, bi taybetî li ser pêwîstiya azadiya jinê û rola wê di nava avakirina civakek nû de, ev peredîgma destnîşan kiriye. Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkane dibe. Eger jin azad nebe civak jî azad nebe. Ji ber vê yekê Rêber Apo azadiya Jinê esas digire.
Bi venêrîneke netewa demokratîk dema banga serdemê ya Rêber Apo were analîzkirin wê bê dîtin ku Rêber Apo di nav pêşniyarên xwe de, ji bo çareseriya pirsa Kurd, rêyeke aştiyane û bi hevpeymana civakî pêşkêş kiriye. Ew dibêje ku şer û tundî ne rêbazek çareseriyê ne. Ji ber vê yekê ew ji bo hevpeymana civakî û aştiyane, bi taybetî di nav gelên Kurd û dewletên herêmê de, rêya çareseriyê nîşan dide û dibêje: “Zimanê vê demê zimanê aştî û diyalogê ye.”
Peredîgma çi ye?
peredîgma wek têgeh, mêzekirina bûyeran jî diyardeyan e. Rastiya bi pişt bûyer û diyardeyan dîtin e. wek pênasekirina heqîqetê û rêbaza fikrandinê zanist wê kîjan pirsan bike, çi lêkolîn bike, di van lêkolînande çavkaniyên ku ji xwe re esas digire û ji bo ku agahiyan derxe holê rêbazên ku bikaraniyî, paradîgmayê îfade dike.
Thomas Khun têgîna paradîgma bi mînaka çiyayê qeşa ve rave kiriye. Li çiyayê qeşa, beşên wê ên ku li ser avê dimîne de, em teorî û fikir dibînin. Lê paradigmayek ku ew xwe dispêre heye. Sê beşên paradîgmayê jî bi şêwazê zanista hebûnê, felsefeya zanînê û rêbaza zanistê hate pênasekirin. Fikrandina ku zanistê ji felsefe û birdoziyê qut digire dest û tenê rastiyên bi dest tên girtin û bi çav tên dîtin lêkolîn dike bi vî awayî zêdetir rê li ber nîqaşan vekiriye.
Demokrasî tê çi wateyê?
Ramana peyva Demokrasiyê “Rêvebirina Gel” e. Ev peyv bi koka xwe Yewnanî ye û ji du paran pêkhatîye (demos= xelk, gel û Krasî= Rêvebirin e)
Demokrasî şêwazek xwezayî ya xwe bi rêvebirina gel, ku di nava xwe de hemû deng, reng, pêkhate, netew û ol digire û xwe bi xwe birêve dibin. Bêyî ku desthilatdariyek ji derve wan birêve bibe.
Rêber Apo demokrasiyê wiha dinirxîne:
Rêber Apo, di paraznameya ‘Pirsgirêka Kurd Û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de, di beşa ‘Çarçoveya Têgînî û Teorîk’ de bi van nirxandinan mijara ‘Demokrasiyê’ ronî dike: “Ji ber ku têgîna demokrasiyê gelekî tê bikaranîn û berevajî cewherê wê tê şîrovekirin, rast danasîna wê girîng dibe. Tevî ku demokrasî gelekî tê bikaranîn li ser têgîna wê aloziyek heye. Belê mirov dikare wê bi awayekî teng û fireh bide naskirin. Bi awayekî fireh mirov dikare wisa bide naskirin, xwerêvebirina civakên dewlet û desthilatdarî nas nekirine. Xwerêvebirina klan, qebîle û eşîran di nava vê kategoriyê de cih digire. Bi awayekî teng jî mirov dikare demokrasiyê wisa binirxîne; civakên di wan de tevî diyardeya demokrasiyê diyardeyên dewlet û desthilatdariyê gelekî têne bikaranîn hene, di van civakan de xwerêveberiyên li derveyî rêveberiyên dewlet û desthilatdariyê dimînin dikevin vê çarçoveyê.
Ekolojî diyardeya xwezayê ye
Ekolojî weke têgeh tê wateya zanista jîngehê. Ekolojî an jî zanista jîngehê parçeyeke girîng ji cîhanê ye û di heman demê de di jiyana mirovan a rojane de jî gelek pêwîst e. mirovên demokras an jî têgeha demokratîk ne tenê parastina mafê hemû pêkhate û netew dike lê belê di hundirê xwe de parastina jîngeh û xwezayê jî dike. Cîhanek demokratîk bê parastin ekolojî temama nebe.
Rêber Apo der barê ekolojiyê de dibêje ku ew hişyariya sînordar ku der heqê jîngehê de çêbûye, pêngaveke şoreşgerî pêk tîne. Lewma pêwîst e bi rêya hişyariya civakî siyaseteke exlaqî, hezkirin û rêzgirtina li siruşt û jîngehê bê pêşxistin. Ji ber ku ji ber kapîtalîzmê mirov li jîngeh û siruştê hatiye biyanîkirin.
Rêber Apo dibêje: “Ekolojî famkirina azadiya jinan e”
Li gor ramanên Rêber Apo têkiliya navbera mirov û siruştê têkiliyeke mîtolojîk e. Ji ber ku gava ku em vedigerin nav naveroka mîtolojiyê, em dibînin ku mîtolojî siruştê wek cismekî zindî dibîne ku her tim bi mirov re di nav têkiliyê de ye. Lê belê bi fikra zanista pozîtîvîst ku çekeke bihêz a lîberalîzm û kapîtalîzmê ye, siruşt tiştekî bê ruh e û di navbera mirov û siruştê de tu têkiliyek tune ye. Nexwe ji bo peydakirina têgihîştineke rasteqîne li hember ekolojiyê, pêwîstiya me pê heye ku em vegerin mîtolojî yan dîroka kevnar a xaka Kurdan. Mijareke din a têkildarî ekolojiyê famkirina azadiya jinan e, bi gotineke din famkirina jineolojî û felsefeya jin, jiyan, azadiyê ye. Ji bo ravekirina vê pirsê pêwîst e ku em li dîroka şoreşa çandiniyê, ango li şoreşa neolîtîkê binêrin ku 12 hezar sal berî çêbûna şaristaniyeta desthilatxwaz, baviksalar û şîdetxwaz a Sumeran pêk hatiye. Jin her dem pêşenga civakê bûye û xwedîtî li destkeftiyên mirovatiyê kiriye û xwedawenda erd û asîmanan bûye. Di dawiyê de em dibêjin ku zanista ekolojiyê, bi taybetî di modernîteya demokratîk de, hezkirina ajal, siruşt û hemû jîngehê hezkirina ji mirovan e. Ango têkiliya li gel siruştê û bi wê re yekbûn gewherê aboriya civakî ye. Bi gotineke din tenê ne girîng e ku em daran biçînin, her wiha divê em felsefeya çandina daran jî fam bikin.
Azadiya civakê bê azadiya jinê pêk nayê
Felsefeya Azadiyê ya vê serdemê ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formulekirin, Jin Jiyan Azadî ye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin, di nav tevgera Kurdî de wekî drûşmeyek sereke hatiye qebûlkirin. Ev drûşme, ne tenê ji bo azadiya jinê, lê ji bo azadiya giştî ya civakê jî tê dîtin. Rêber Apo di felsefeya xwe de, bi taybetî li ser pêwîstiya azadiya jinê û rola wê di nav avakirina civakek nû de, destnîşan kiriye.
Ji bo civakek hevpar û jîngeheke guncav azadî û fikirên jinê girînge. Di pêkanîna demokrasiyê de yek ji şaxên wê yê sereke qebûlkirina jin e. Piratîka demokrasiyê bêyî jinê pêk nayê. Parastina taybetmendiyên jinan ji parastina ekolojî ye.
Jin pêşenga vê civaka nû ye
Rêber Apo di felsefeya xwe de, azadiya jinê wekî bingehê azadiya giştî ya civakê dibîne. Rêber Apo dibêje ku “Civakek ku jin azad nebe, nikare bi xwe azad be.” Ji ber vê yekê, di nav pêşniyarên xwe de, rola jinê di nav civakê de bi awayekî nûjen û bihêz tê nîşandan. Jin pêşenga vê civaka nû ye, ji ber ku xwediyê felsefeyek e kûr e.






