Esma Mistefa/Heleb
Jinên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan zanîn ku hêza gelê ku li ser bîrdoziya Rêber Apo mezin bûye, wê li ber hemû polîtîkayên îradeşikandinê bisekin. Herwiha tekez kirin ku di vê pêvajoyê de rêxistinbûna jin hîn xurtir bûye û bi banga Rêbertî re kar, hebûn û jiyana xwe li gor wê saz kirine.
Her du taxên biçûk yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi salne li hember hemû kiyarên dewletên komên çeteyan û pilanên navdewletî liber xwe didin, muhra xwe li dîroka gelên berxwedêr dane. Piştî hatina hikumeta veguhêz ya nû li ser desthilatdariyê, vê hikumetê jî ku ji Rêjîma Baas ne baştir bû, dest bi kiryar û polîtîkeyên xwe yên dijmirovî kirin. Ji ber her du taxan ji destpêka Şoreşa Rojava vex we parast û gelê wê têkoşîn kir, çavên hêzên derdor her tim li ser têkbirina wî berxwedaniyê bû. Lê belê tu carî ev berxwedanî û têkoşîn têk neçû ku niha jî bi heman îradeyê li ser polîtîkayên HTŞ’ê li ber xwe didin.
Tê zanîn ku ji demeke dirêj ve ji dema hikuemta veguhêz hatiye ser desthilatdariyê bi şêwazên cuda cuda tacîzan dide gelê taxê û dorpêçek hişk ferz kiriye. Têkildarî siyaseta dorpêçê, rewşa gel û bi taybet berxwedanî û rêxistinbûna ku ji aliyê jin ve tê kirin. Endama Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Suad Hesen û Endama Nivîsgeha Perwerdê Gulisan Mistefa ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di mijara Kurd de her kes bi zihniyeta têkbirina îradeyê nêz dibe’

Suad Hesen di destpêka axaftina xwe de ev bilêv kir: “Hêza gel li hember hemû cureyên êriş û pilanên derdor yên ku li ser her du taxan û bi tayebt li ser gelê Kurd dihate meşandin, sekinî. Di encama vê sekna bi rûmet de me dît ku gel hebûna xwe parast û heya niha jî li ser vê yekê bi îsrar berxwedaneke bê hempa dide meşandin. helbet ev yek xwe ji girêdanbûna gel ya bi felsefeya Rêber Apo re heye ku ji bo wan bû bingeha sazkirina jiyaneke bi têkoşîn û xweîsbatkirinê.
Em hemû dizanin ku her du taxên Kurdan yên Helebê niha di rewşeke cidî re derbas dibin, ev rewş yekser bandora xwe li ser gel dike lê belê tenê di aliyê jiyanî dike, di aliyê îradebûyînê de gel tevî sazî û rêxistinên xwe li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşger a ku ji 14 salan ve jiyanî dikin, hebûna xwe didomînin. Piştî rûxîna Rêjîma Baas helbet hêviyên me ji hikumeta heyî ne ev bû, lê belê ew jî dema mijar dibe gelê Kurd her kes xwe li ser pêkanîna berjewendiyên xwe û bi zihniyeta têkbirina îradeya vî gelî nêz dibe, ji lewra dorpêçeke dijî pîvanên mirovahiyê niha tê ferzkirin û di aliyê jiyanî de tiştekî derbasî her du taxan nakin.”
Asta xebatê wan hîn bilindtir dibe
Suad di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku îradeya jinên li taxê li hember siyasetên hatine meşandin, bû hêza tolhildanê û wiha got: “Ji kev in de rêxistinbûna gel û jin hebû. Bi rêxistinbûyîna xwe vî gelî hemû hewildanên dijmin têk birin û dorpêç jî bê bandor kirin û dikin. Niha rewşa taxê ne zêde baş e bi taybet di aliyê civakî de zehmetiyên cidî tên dîtin, dibe ku niha em xwe li ser lingan digrin lê belê ger rewş wiha dewam bike em ber bi zehmetiyên cidî ve diçin.
Lê belê divê em ji bîn nekin ji 14 salan ve çawa ku yekemîn komîna gel li vê taxê hate vekirin, heya niha jî di demên Rêjîma Essd, komên çekdaran û HTŞ’ê de jî ev rêxistinbûyîn nehatiye sekinandin. Niha jî rêxistinbûna taxê weke berê tê domandin, bi taybet jin di hundir vê rewşê de bi hatina Hikumeta Veguhêz re hîn zêdetir xwe birêxistin kir. Bi banga Rêber Apo re me hebûn, kar û jiyana xwe li gor wê saz kir, bi dehan perwerde û bi taybet li ser Manîfestoya Rêber Apo tên dayîn. Ev yek bi serê xwe şerkirin û têk birina polîtîkayên dorpêç û hwd in. Em xwedî rêxistibûna xwe ne, em ê li hember hemû polîtîke û pilanên dijmin li ber xwe bidin. Ger bi îmkanên herî kêm be jî, em ê jiyana xwe bidomînin.”
Hêza jinên birêxistinkirî derdikeve holê

Her wiha Gulistan Mistefa destnîşan kir ku jinên birêxistinkirî û perwerdekirî wê bê bandor nebin û wiha pê de çû: “Di demên wiha de helbet dijmin dixwaze bi polîtîkeyên Şerê Taybet û bi her awayî, lîstokên xwe yên nerm bide meşandin. Herî zêde jî li ser jin ev yek tê pêkanîn. Ger em di ne ferqa van polîtîkeyan bin, wê zû bikaribin li ser me bandor ava bikin. Ji lewra yekbûyîn û hevgirtina hêza jin di van pêvajoyan de gelek girîng e. Helbet jinên ku bi şoreşê û bi taybet li ser bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne dikarin bikevin ferqa van polîkayan û li hember wan jî şer bikin. Niha rastiya ku di vir de tê meşandin, ev e.”
Banga rakirina dorpêçê
Gulistan di dawiya axaftina xwe de ev got: “Zehmetî wê hebin, ji ber lîstokên hêzên herêmî û navneteweyî li ser me tên meşandin. Lê helbet hêviyên me ji hikumeta nû ne ev bû, em li bendê bûn ku Sûriye ber bi aştiyeke mayînde û aram ve biherikiya, lê mixabin ne gelê Ereb û ne jî hemû pêkhateyên din ji kiryaran dur nebûn. Li ser vê esasê jî em banga rakirina dorpêçê û bidawîkirina van siyasetên qirêj dikin. Hikumeta Veguhêz wê bi van nêzîkatiyan tu destkeftiyan û baweriyê bidest nexe.”






