Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Trump hikûmeta Venezûelayê xiste ‘lîsteya terorê ya biyanî’

17/12/2025
in CîHAN
A A
Trump hikûmeta Venezûelayê xiste ‘lîsteya terorê ya biyanî’
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê DYA Donald Trump ferman da ku artêşa Amerîkayê ketin û derketine hemû tankerên petrolê ji bo Venezûelayê bê qedexekirin. Trump hikûmeta Venezûelayê jî wekî “rêxistina terorê ya biyanî” pênase kir. Li hemberî vê yekê Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro jî bi daxuyaniyekê ev yek wekî êrişek emperyalîzma DYA’yê nirxand û got ku dê mafên serweriya xwe biparêzin.

Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Venezûelayê de hindî diçe zêde dibe. Piştî DYAyê hêzên xwe yên behrÊ li Behra Karayîp û peravên Venezûelayê bi cih kirin, niha jî fermanekê ketin û derketine hemû tankerên petrolê ji bo Wenezûeyê qedexe kir. Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma sanal a bi navê Truth Socîalê de îdîa kir ku Maduro dahata ji petrolê bi dest dixe ji bo karên îlegal xerc dike. Trump idîa kir ku ev çavkanî ji bo teror, bazirganiya madeyên hişbir, bazirganiya mirovan û cînayetên cur bi cur bi kar tîne.

Maduro û hikûmet di ‘lîsteya terorê’ de ne

Trump ku ev demeke Moduro û hikûmeta Venezûelayê bi firotina madeyên hişbir tawanbar dike, gavên nû avêtin û hikûmeta Venezûelayê wekî, “Rêxistina terorê ya biyanî” pênase kir. Trump piştî hikûmeta Venezûelayê mîna xiste lîsteya terorê daxuyand ku ev gav di serî de petrol û ax ji bo “Nirxên Amerîkayê yên hatine dizîn” paşve bistînin, hatine avêtin. Di parvekirinê de hate angaştin ku Amerîka dê hem nirxên hatine dizîn paşve bigire û hem jî talûkeyên li dijî DYA’yê asteng bike.

Bijarteka leşkerî li ser maseyê ye

Di parvekirinê de Trump gefên destwerdanek leşkerî jî xwar û ev tişt gotin: “Venezûela ji hêla hêza behrî ya herî mezin a dîroka Başûrê Amerîkayê ve hate dorpêçkirin. Venezûela heta petrol, ax û nirxên din ên ji me dizîn paşve nede dê şoqek di dîrokê de nehatiye dîtin, bijî.” Piştî daxuyaniya Trump di piyaseya petrolê de nirx serobin bû. Çav li rê ye di dema pêş de li gorî pêşketinan pêlên xurtir li bihayê petrolê bikeve.

Venezûela: Emê serweriya xwe biparêzin

Li hemberî vê yekê Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro jî bi daxuyaniyekê ev yek wekî êrişek emperyalîzma DYA’yê nirxand û got ku dê mafên serweriya xwe biparêzin. Hikûmeta Venezûelayê bi boneya van pêkanîn û gefan bi daxwaznameyekê giliya DYA’yê li Serokatiya Demê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku Washingtonê li Deryaya Karayîp tankerek petrolê ya Venezûelayê desteser kiriye û hiqûqa navneteweyî binpêkiriye. Ev kirina DYA’yê wekî korsaniyê hate binavkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.