Esma Mistefa/Qamişlo
Meclisa jin a PYD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampaniyaya ku di 10’ê Cotmehê de bi dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” ragihandibû. Bidawîbûna kampaniyayê bi daxuyaniyekê ragihand.
Di 10’ê Cotmehê de Meclisa Jin a PYD’ê ji bo kampanyayek derbarê rola jinan di pêşeroja Sûriyê de, li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” kampanyek ragihad. Ev kampaniya nêzî sê heyvan berdewam kir, tê de gelek xebatên girîng li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistin.
Îro Meclisa Jin di Partiya PYD’ê de bi beşdarbûna bi dehan ji jinên ku cihê xwe di partiyê de digrin, daxuyaniya bidawîbûna şeşemîn kampaniyayên xwe ragihandin. Di daxuyaniyê de encama civîn, tevlîbûn û xebatê ku hatiye kirin jî, hat ragihandin. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endama Meclisa Jin a PYD’ê Horî Şemdîn û bi zimanê Kurdî ji aliyê Haristan Hesen ve hate xwendin.
Daxuyaniya Dawî ya Kampanyaya Şeşemîn wiha bû:
“Li ser bingeha perensîbên bingehîn ên azadiya jinan û têkoşîna wan di civakê de, û berdewamiya lêgerîna avakirina civakek demokratîk a komînal, û di bin dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk piştî du mehan ji xebata berdewam, bidawîhatina kampanyaya xwe ya şeşemîn radigihîne, ku qonaxeke nû di têkoşîna jinan de pêk anî û hebûna wan a çalak wekî hêzek bingehîn ji bo guhertinê di jiyana civakî ya demokratîk de xurt kir.
Ev kampanye di demek hesas de ji bo herêmê tê, di demekê de ku aloziyên siyasî yên herêmî bi lez zêde dibin, destkeftiyên jinan bi awayekî sîstematîk hedef digirin û hewl didin îradeya wan bişkînin, tevî hişmendî û rêxistina ku wan bi şoreşa jinan û têkoşîna wan a berdewam ava kirine. Kampanyayê tekez kir ku misogerkirina mafên jinan tenê di nav destûrek demokratîk a Sûriyeyê de dikare were bidestxistin ku têkoşîna wan diparêze û bi qanûnên dadperwer û wekhevî wê diparêze.
Di heftiyên kampanyayê de, Meclisa Jin bernameyek çalakiyan pêk anî ku bal kişand ser hişyarkirin û xurtkirina xebata rêxistinî, ku ev yek beşdarî xurtkirina têgeha beşdariya civakî û hêzdarkirina jinan bû. Di vê çarçoveyê de, Meclisa Jin destkeftiyên herî berbiçav ên kampanyaya şeşemîn pêşkêş dike:
1845 semîner bi sernavên “Malbata Demokratîk û Rûbirûbûna bi Tundiyê” hatin lidarxistin, û hejmara beşdaran gihîşt 7735.
Pêkanîna xebatgehên kar û komxebatan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav saziyên Rêveberiya Xweser de, bi hejmarek 28, û bi beşdarbûna 1072.
Li parêzgehên Hesekê, Tebqa, Reqa û Kobanê, bi beşdarbûna 872 civînên giştî li ser manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û heft xalên wê li dar xistin. Bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê li hemû parêzgeh û bajaran, û nûkirina soza berdewamiya têkoşîna wan, bi rêya rêxistinkirina 32 bîranînan, bi beşdariya 3123 kesan.
Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk de vê tevlîbûna berfireh a jinan û hemû hêzên demokratîk pir girîng dibînin. Em tekez dikin ku têkoşîna jinan bi kampanyayekê an qonaxekê bi dawî nabe, lê wekî pêvajoyeke rêxistin û berxwedanê berdewam dike.”






