Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hunermenda Kurd Eyşê Şan wekî yek ji dengên jin ên herî bibandor di nav cîhana strana Kurdî de tê hesibandin. Ew di şert û mercên dijwar de derket holê di qada stranbêjiya Kurdî de, têkoşînek bêhempa da heta ku hebûna xwe bi dengê xwe yê xweş îspat kir.
Eyşê Şan di sala 1938’an de ji dayik bûye. Ew bi navên Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî jî dihat nasîn. Ew wekî yek ji dengên herî efsanewî yên muzîka Kurdî ya hemdem tê hesibandin. Bavê wê stranbêjekî gelêrî yê Kurd bû. Ayşe Şan di sala 1958’an de dest bi stranbêjiyê li çalakiyên herêmî kir. Ji ber zexta li ser hunermendên ku bi Kurdî stran digotin, di sala 1976’an de koçî Almanya kir. Dema ku li Almanya bû, keça wê ya 18 mehî Şahnaz mir û Eyşê Şan strana “Qederê” ji bo bîranîna keça xwe nivîsand.
Di sala 1979’an de, wê serdana Başûrê Kurdistanê kir û li wir bi gelek muzîkjen û stranbêjên Kurd ên wekî Mihemed Arif Cîzrî û Tahsîn Taha re hevdîtin kir. Ji salên 1980’an û pê ve, ew li Îzmîrê bi cih bû û heta ku di sala 1996’an DI 18’ kanûnê de ji ber pençeşêrê mir, li ofîseke posteyê ya herêmî xebitî. Tevî ku wê dixwest li Diyarbekirê were veşartin jî, tê gotin ku malbata wê nekarîbû lêçûnên vê yekê bide. Lê belê, nêzîkî 13 salan piştî mirina wê, di 18”ê Hezîrana 2025”an de, cenazeyê wê vegeriya bajarê Amed û daxwaza wê ya dawî bi cih hat.
Eyşê Şan wekî şaha bêtac dihat nasîn
Eyşe Şan, stranbêjeke gelêrî ya navdar di nav Kurdan de ku ji sala 1938”an heta 1996”an jiyaye, li Amedê di malbateke dewlemend de ji dayik bûye û di nav civînên dengbêjan de mezin bûye ku pir caran li mala wan pêk dihatin. Di temenê ciwan de zewaceke wê ya neserkeftî çêbûye, piştî wê ew û zarokê wê li Gazîentabê bi cih bûne, wekî dirûnkar dixebitin û di heman demê de bi alîkariya Abdullah Nial Baysu dest bi gotina stranên gelêrî yên Tirkî li radyoya Gazîentabê dikin. Ji bo ku stranên gelêrî yên Kurdî bibêje, ew çû Stenbolê û di atmosfereke nisbeten nerm a salên 1960’an de plakên Kurdî derxist. Eyşê Şan wekî ‘Şahbanûya bê tac’ dihat nasîn. Stranên wê weke: Bilal Rojava, Were Bêmal, Sallana Sallana, Memo Zînê, Heywax Daye, Zerî Heyran, Dunya Donur, Xim Xime. Di nav stranên wê yên herî navdar de “Xerîbim Dayê” heye. Stran li ser mirina dayîka wê ye, ku beşek xemgîn a jiyana wê ye.
Heta niha ewqas tişt li ser wê hatine gotin ku hevok bi tevahî netemam xuya dikin. Jinek bi dengekî qedîfe, muzîkjenek, ku di demên aloz de ji dayik bûye, di nav gelekî bindest de ji dayik bûye û di nav wî gelê bindest de, ku bi pirsgirêkên ji nasnameya xwe derdikevin re rû bi rû ye, Eyşe Şan ne tenê di bin zextê de bû, kasetên wê her gav bi dizî dihatin firotin. Ew yekji dengên jin ên efsanewî yên muzîka Kurdî bû.
Mîrateyek muzîk û dengbêjiyê li pey xwe hişt
Stranên Eyşê Şan bi dengekî xweş dihatin nasîn. Her çend wê qet li akademiyeke hunerî an peymangeheke muzîkê nexwendibû jî, wê şêwaza xwe ya performansê ya bêhempa bi dest xistibû û di gelek celebên muzîkê û şêwazên dijwar de stran digot, mijarên cihêreng ên wekî evîn, veqetandin, xweza û welat dinirxand. Wê bi gelek zimanan, di nav de Tirkî, Kurdî, Farisî û Erebî, stran digotin. Wê cudahî nedixist navbera mezheb û olan, ji ber ku zimanê stranê ji bo wê hunera mirovî ya bilind bû. Eyşe Şan, hunermenda navdar, ya xwedî payebilind, şahbanûya bê tac û qesr, wekî ku jê re digotin û xwediya strana navdar “Ey qederê”, ku tê de xwe û êşên xwe di vê dinyayê de teqlîd dike. Çarenûsa wê ew bû ku bi tenê bijî û bi tenê bimire. Ew ê tu carî neyê jibîrkirin ji ber ku wê mîrateyek muzîk û dengbêjiyê ya mezin hişt ku dê heta hetayê bimîne. Stranên wê bi nermî û dengekî xweş û bêhempa dihatin nasîn.






