Lîloz Hisên
Girêbesta hinardekirina gazê di navbera Îsraîlê û Misirê de ya bi nirxa 35 milyar dolar ji biryara dawî ya temamkirinê ve nêzîk dibe. Di heman demê de ev girêbesta gazê dê heta sala 2040’î bidome.
Nîşaneyên derbarê peymana gazê ya di navbera Misir û Îsraîlê de ji betalkirinê ber bi îhtîmaleke bilez a pejirandina dawî ya hikûmeta Îsraîlê di rojên pêş de ve diçe. Ev yek di demên dawî de di medyaya Îbranî de bi berfirehî hatiye ragihandin û pirsên li ser pêkanîna vê peymanê derxistiye holê.
Têghiştinên biryardar
Parlamenter û pispor pêşbînî dikin ku hikûmeta Îsraîlê dê ji bo armancên aborî peymana hinardekirina gazê bi Misirê re bilez bike, di heman demê de wê peymanê ji hêla siyasî ve wekî kaxizeke danûstandinê di rêziknameyên têkildarî rewşa Xezeyê û pêkanîna plana aştiyê ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de; bikar bîne.
Rojnameya Îsraîlî “Globes” ragihand ku di navbera kampaniyên zeviya gazê ya (Leviathan) û Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê de peymanek dawî hatiye çêkirin, ku rê li ber hinardekirina 130 milyar metrekup gazê ji bo Misirê vedike.
Rojnameyê vê dawiyê behsa “têgihîştinên biryardar” di navbera kampaniyên berpirsiyar ên pêşxistina zeviya (Leviathan) di nav de (Chevron) û (Newmed Energy) û rayedarên Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê de kir.
Ev yek di demekê de tê ku dezgehên medyayî yên Îsraîlê vê dawiyê diyarkirin ku peymana gazê bi Misrê re dê di rojên pêş de were temam kirin. “Rojnameya Yediot Aharonot” diyar kir ku ev peyman “ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve ji bo Îsraîlê girîngiyeke taybetî heye.”
Di navbera Qahîre û Til Ebîb de peymanên hevkariyê
Di Îlûna borî de, kampaniya Amerîkî (Chevron) ragihand ku wê bi kampaniya xebitandina xetên boriyan yê Îsraîlê re peymanek îmze kiriye da ku dest bi avakirina boriya gaza xwezayî ya (Nitzana) bike, ku dê gazê ji zeviya (Leviathan) veguhezîne Misrê, wekî beşek ji peymanek bi qedera 35 milyar dolarî.
Qahîre û Til Ebîb bi salan e di sektora gazê de peymanên hevkariyê hene, ji dema ku Misrê di sala 2005’an de peymanek îmze kir ku bi rêya boriya El Arîş-Esqelan hinardeyî Îsraîlê bike. Lêbelê, operasyon di sala 2012’an de piştî êrîşên dubare yên li ser boriya li Sînayê hatin rawestandin.
Girêbesta gazê ji hêla Îsraîl hatibû cemidandin
Wezareta Enerjiyê ya Îsraîlê ragihand ku danûstandinên derbarê dabînkirina gazê di navbera Misr û Îsraîlê de gihîştine qonaxek pêşketî.
Wezaretê zêde kir ku hîn jî hin pirsgirêkên mayî yên derbarê peymana dabînkirina gazê ya di navbera Îsraîl û Misrê de divê werin çareserkirin. Girêbesta gazê ya bi nirxê 35 milyar dolarî ya Îsraîl û Misrê, tê payîn heta sala 2040’î wê bidome. Ev girêbest bi biryara Israîlê ji bo parastina berjewendiyên Til Ebîb û misogerkirina nirxekî adil hatibû cemidandin.
Şertê sereke yê ku Îsraîlê berî pejirandina dawî ya hinardekirina gaze ji bo Misrê danî ev e ku buhayê gaza ku ji Qahîreyê re tê veqetandin zêde bike û di hundirê Îsraîlê de li herêmê kêm bike.






