Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cîhan û Nazim artêşa heqîqetê    

17/12/2025
in Serbest
A A
Cîhan û Nazim artêşa heqîqetê    
Share on FacebookShare on Twitter

Ekrem Berekat

Di serdemekê de ku qadên şer bi qadên hişyariyê ve girêdayî ne, di heman demê de hêza hewayî bi hêza gortinê ve hevseng e, raghandina azad weke xeta parastinê ya yekemîn ji bo rastî û bîrdanka gelan radibe. Di şerê ku li derdora Bendava Tişrînê de diqewimî, rûbirûbûn ne tenê bi çek û leşkeran ve sînordar bû; lê berfireh bû heta ku bû şerekî vegotin û çîrok, makîneya dagirkeriya Tirk hewil da ku wêneya xwe ya çewt li ser cîhanê ferz bike. Di navbera dengê bombebaranê û prpogandayê de, du dengên azad derketin holê: Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, ku kamîreya xwe wekî tifingan bikar anîn û bi hêzeke ne kêmtir ji ya şervanan li hemberî propogandaya çewt sekinîn.

Di dema şer de wan wateya raghandinê ji nû ve pênase kirin, dema ku kamîreya wan bû şahid, parêzvan û leşker û dema ku bi saya wan rastî bû astengiyeke neguhêzbar. Bi saya berxwedana wan a raghandinê a wêrek, pêlek ji gel ya bi hêz berê xwe dan Bendava Tişrînê ji bo parastina wê bikin û piştrast kir ku hişmendiya azad dikare serhildanek ne kêmtir ji dengvedana topan bi hêz pêxîne.

Ji vir ve çîrok destpê kir.. çîroka raghandina ku berxwed dide, gelek serhildan dike û du şehîdên ku bi xwîna xwe bîrdaneke nayê vemirandin xêz kirin.

Ji dema hilwişîna rêjîma Baas’ê, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê veghurî qadeke pevçûnê ku dewleta Tirk a dagirker dixwest di rêya wê de hebûna xwe ya leşkerî, siyasî û raghandinê li ser herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê ferz bike. Ev her du xalên istratîjîk weke kilîta dergeheke berfireh ber bi dagirkirina herêmê bi giştî; dît, ji ber vê yekê hemû hêza xwe ya leşkerî û mekenîzmayên propogandayê di heman demê de balafir û topan bi kar anî.

Di demekê de ku gelê Sûriyê bidawîbûna serdemeke tarî pêşwazî dikirin, dagirkeriyê êrişên xwe yên hewayî û keşfê berfireh dikir, berê pisporên xwe yên raghandinê da aliyê rojava yê bendavê, bi hewildaneke ku çîrokeke serkeftinê ya çêkirî biafirîne ku bi rêya kanal, malper û ajansên alîgirên wê dihat belavkirin. Xwest wêneya binkeftin û kontrolê tesbît bike, di dema ku agirê bombebaranê dihişt ku nîzîkbûna ji rojhilatê bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ne gengaze bû. Lê vîna raghandina azad ji dûmana ku ji ava Firatê bilind dibû berxwedêrtir bû, her du rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi awayekî serkeftî gihaştin bendavê, li dijî xeteriya balafirên keşfê sekinîn, da ku bibin şahid, belgeker û redkerên çîroka dagirkeriyê.

Beerxwedana leşkerî… Berxwedana raghandinê

Li Tişrînê, ne tenê qehrmaniya çekê hat nivîsandin. Hêzên Sûriya Demokratîk û şervanên Yekîniyên Parastina Jin, bi çekên xwe yên sivik, li hember duyemîn hêza artêşa NATO’yê senikîn. Wan înîsiyatîf ji makîneya leşkerî ya bi çekên giran sitendin. Lê berxwedan du alî bû: li meydanê û di hişmendiyê de.

Cîhan û Nazim pira ku di rêya wê heqîqet derbasî cîhanê bû. di 14’ê kanûna 2024’an de, dema ku medyaya Tirkiyê pîrozbahiya dagirkirina qaşo ya bendavê dikir, kamerayên hevalên me rasterast li jorê wê xuya bûn, di nava çalakiya balafirên keşfê, da ku wê çîrokê ji holê rakin. Tenê piştî pênc rojan, bi êrişeke nû ji sê cihan destpê kir bi tank, wesayetên zirxî û balafirê, dagirkeriyê hemleya xwe ya raghandinê ya berfireh destpê kir ji bo tesbîtkirina wêneya serkeftinê;  lêbelê, dîmenên Cîhan û Nazim tam berovajî vê yekê eşkere kirin: alavên wêrankirî, vekişînek bilez û tankek ku ji hêla çeteyên reviyayî ve hatiye terikandin.

Berxwedana medyayî rê li ber serhildaneke gel vedike

Berxwedana Nazim û Cîhan ne tenê eşkerekirina heqîqetê bû, lê belê şewoqeke ku hişmendiya gelekê pêxist. Wê şopandinê rê vekir li ber bi deh hezaran şêniyên li herêmê vekir ku li dora parastina Bendava Tişrînê bicivin, wekî xeta jiyanê, sembola berxwedanê û xeta sor li dijî armancên dagirkeriyê biparêzin. Bi vî awayî, wêne û gotin bûn îfadeyek bihêz a îradeya gel û şopandina medyayê veguherî hêzek gelêrî a bihêz ku li dijî her hewldanên çavtirsandinê an jî ferzkirina vegotinên şaş derket.

Raghandina azad.. Dema ku vedghure artêşa heqîqetê

Cîhan û Nazim ne tenê peyamnêrên bûyeran bûn. Ew şervanên ji cureyekî cuda bûn; wan kamere bi heman israra kesekî ku tifingek hildigire, hildigirtin. Li hember makîneya raghandina çewt sekinîn, nimûneyeke bê hempa ya rojnamegerê ku hişmedniyê diparêze weke ku şervan xakê diparîze; pêşkêş kirin. Şerê raghandinê ya dagirekriyê têkbirin, wekî çawa ku şervanan êrişên bendavê têk birin.

Heta dema dawî xebata xwe berdewam kirin, bi israreke mîna serhildana Firatê li dijî dagirkeran. Di 19’ê kanûnê de. Li ser riya ku dighêhe di navbera Bendava Tişrîn û Sirînê, ew ji aliyê droneke Tirk ve hatin kemînkirin; ew şehîd bûn, tevlî refên raghandina azad bûn: Mezlûm Dogan, Xelîl Dag, Xirbetlî Arsoz Mustefa Mihemd, Rizgar Dinîz, Dilşan Ibiş, Hogir Mihemed, Sead Ehmed û Îsam Ebdellah.. Karawneke ku bi xwîna xwe bîrdanka gelan û dengê azad xêz kirin.

Neynika sîstema demokratîk û bîrdanka gelan

Şehadeta Nazim û Cîhan delîleke nû ye ku raghandina azad ne tenê saziyeke nûçeyan e, lê belê xeta parastina mirovahî û demokratîk e li dijî raghandinê desthilatdarî, kapîtalîzim û dagirkeriyê ye. Ji destpêka ku Mezlûm Dogan ev rê di hundirê zindana Amedê sala 1982’an danî, raghandina azad ji bo pêkhateyên herêmê bû neynika raghandina azad tevahî: Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen, Tirkman û Şerkes. Neynike ku xeyalên gelan ber bi edaletê û bîrdanaka wê ya komî ji hewildanên tepisandin misoger dike; nîşan dike.

Xwîna Cîhan û Nazim ne tenê maska dewleta Tirk xist, lê rasatiya gotina azad xurt kir, dema ku bi rûmet tê nivîsandin, ew dibe çekek ku bi qasî topekê ne kêmtire û vediguhere kelehekê ku hişmendiyê diparêze û îsbat dike ku bîra kolektîf nikare were têkbirin çi qas hemleyên derewîn mezin bibin jî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.