Hêvî Keleş/ Qamişlo
“Heya ji min were ez ê xwe biparêzim, lê ji bo vî gelî û ragihandina kurdî wêneyek jî bê ku rewşê bide guhertin, bêyî ku ez bifikirim ez ê canê xwe li ser deynim.” Bi van gotinan şehîd Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) xwediyê pênûsa zêrîn, tîpên zelal û jiyaneke bi êş û berxwedan, da pey şopa heqîqetê.
8 sal li ser şehadeta rojnamevan Rizgar Denîz re derbas bû. Şehîd Rizgar Denîz bi îradeyeke ji pola da ser şopa heqîqetê û bi pênûs û kameraya xwe bû dengê rastiyê.
“Heya ji min were ez ê xwe biparêzim, lê ji bo vî gelî û ragihandina kurdî wêneyek jî bê ku rewşê bide guhertin, bêyî ku ez bifikirim ez ê canê xwe li ser deynim.” Bi van gotinan Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) xwediyê pênûsa zêrîn, tîpên zelal û jiyaneke bi êş û berxwedan, da pey şopa heqîqetê.
Her gotineke wî bîrdoziyek û giyaneke neteweyî bû, bi qasî ku ji welatê xwe hez dikir, ew qas jî ji jiyanê hez dikir. Her tim rûken bû û derdora xwe xweş dikir. Bi hevalan re dilsoz bû û di kar de cidî û jêhatî bû.
Rizgar di 12’ê Cotmeha 2017‘an de dema bi hawara koçberên ku ji ber faşîzma DAIŞ‘ê direviyan diçû, di encama teqîneke hovane de giranî birîndar bû û di 18‘ê Kanûna heman salê de tev li karwanê şehîdan bû.
Rizgar di temenê zarokatî de ji ber zilm û zora dewleta Tirk ji bajarê Sêrtê ku ji dayik bû, derdikeve. Ber bi başûrê Kurdistanê û Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ve dibe penaberê li ser axa xwe û ji Şengal heya Rojava mohra xwe li şoreşê dixe û xebateke tijî û dagirkirî dide meşandin.
Rizgar Denîz di sala 2013’an de xwendina xwe ya beşa çapemeniyê li Zanîngeha Selaheddîn a bajarê Hewlêrê bi dawî dike û li wargeha Mexmûrê rojnamevaniyê dike. Rizgar ji bo pêşketinê bi demê re di nava pêşbirkê de bû. Her tim di kar û xebatên xwe de hewl dida gelê Kurd ber bi serkeftinê ve bibe û dîroka biêş a nehatiye nivîsîn, bixe nava pelên dîrokê.
Rêwitiya jiyanê ya Rizgar Denîz di 19‘ê Sibata 1991‘an li bajarê Sêrtê yê herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê ku çavê xwe li jiyanê vedike, dest pê dike. Rizgar di nava malbateke welatparêz de ku ji 7 kesan pêk tê, mezin dibe.
Malbata têkoşer Rizgar Denîz, wekî gelek malbatên herêma Botanê rastî hovîtî û zilma dewleta Tirk hat. Di encamê de malbat neçarî koçberiyê hate kirin, koçberî ji Stenbolê heya Enqere, ji Îranê heta Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Rizgar piştî ku zanîngeha xwe bi dawî dike, xebatên xwe yên girêdayî ragihandina azad berfireh dike. Li ser vê bingehê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî perwerdeya Akademiya Gurbetelî Ersoz a ragihandinê dibe.
Têkoşer Denîz Firat ji bo demekê ji Rizgar dixwaze ku xebatên xwe li rojavayê Kurdistanê bide meşandin. Rizgar bê dudilî berê xwe dide Rojava û wek edîtor û nûçegihan di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de dixebite.
Rizgar Denîz rojnamevanê erkên zehmet bû, yek ji yekemîn rojnamegerên ku şerê li Rojava û Bakurê Sûriyê dişopand.
Ji pêngavên rizgarkirina Til Hemîs û Til Birakê heya pêngava rizgarkirina Çiyayê Kezwanan û bajarê Girê Spî, her wiha pêngava rizgarkirina bajarokê Holê yê rojhilatê Dêrazorê û herî dawî jî şerên li gundewarên Dêrazorê bi pênûs û kameraya xwe berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê belge dikir.
Piştî xebateke mezin li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di destpêka 2015‘an de li Şengalê wek nûçegihanê kanala Çira TV xebitî.
Piştî du salan li Şengalê xebateke mezin da meşandin, di sala 2017‘an de ango dema ku QSD‘ê şerê rizgarkirina Reqa û Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê dabû destpêkirin, dîsa vedigere Rojava û li vir wek xebatkarê Stêrk Tv û nûçegihanê ajansa ANHA‘yê karê xwe bi rêk û pêk dimeşîne.
Di 12’ê Cotmehê de dema ku welatiyên sivîl ji ber zilma çeteyan ber bi herêmên rizgarkirî ve yên di bin parastina şervanên QSD’ê ve direviyan, nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe da Riya Xerafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de. Li vir çeteyên DAIŞ’ê du erebeyên bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û Rizgar Denîz bi giranî birîndar bû û di 18‘ê Kanûna 2017‘an de şehîd bû.






