Can Yûsiv
Helbestvan Ebîr Dirêî
“Kaniya ku zuha nabe, û çiraxa ku na vemire”
Rola helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema nûjen de yek ji rolên herî girîng e di pêvajoya wêjeya Kurdî de, ji ber ku ew nûnertiya dengê ku bi dilgermî hest, êş û hêviyên mirovê Kurd vedibêjin û bi gotinên xwe mîras û dîroka gel a tije têkoşîn û bexşîn radigihîn.
Di nav van dengên ronak de helbestvana Kurd Ebîr Dirêî yek ji wan kesên ku pênûs û peyvên xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî ya dadperwer terxan kirine, tîp kirine kiryareke xwedîderketin û berxwedanê û helbest kirine menbera azadî û rûmeta gelê Kurd.
Di nav pêmayên sînemaya Amûdê de, ku hê jî helemora laşên şewitî yên zarokan bi xunava sibehê û hêstirên dayikên dilşewat re tevlihev dibin, keçeke kurd mîna kulîlka çolê ku li ser singa zinaran şîn dibe , ji dayik bû; Keçeke ku denge wê rojekê veguhere pizoteka berxwedanê ya ku nayê vemirandin.
Ebîr li Amûdê, dergûşa şaristanî û dîrokê mezin bû, yek ji benderên şaristaniyê yên herî kevnare ku netew lê daketine, û keşwer û çandên kevnar li ser axa wê geş bûne, ew wargehê Mîtaniyan û Sûbariyan bû, ku hebûn û bîranîna xwe di zinarên wê de xêz kirin, paşê ji bo Bedraxaniyan û Botaniyan bû mehrava bîr û raman, ziman û hişmendiya neteweyî.
Li ser vê xaka pîroz, ew keça biçûk hatiye dinyayê,paşê ew bû helbestvan û nivîskar, bi ruhekî afirînerî êş û hêviyên gelê xwe bi riya ramîn û helbestên xwe tomar dike ku layîqê dîroka wê be ,ew helbestvana Kurd Ebîr Dirêî ye, di sala1969’an de ji dayîk û bavek Kurd (Ebdurehman Dirêî û Biroja Hemo), di malbateke kurdperwer kedkar, hunermend, welatparêz de, girêdayî nirxên Kurdî, evîndarê axa welat û dilsozê ziman û mîrateyê ye hatiye dinyayê. Malbatek ku ji sê xwîşk û çar birayan pêk tê, ku hemû jî bi wefadariya nasnameya xwe, dilsoziya welatê xwe û şanaziyê bi mîrata çandî ya Kurdî mezin bûne.
Ebîr ji ruhê Amûdê ava jiyanê vexwar û mezin bû, lewra gotinên wê ji bîranîna wê der tên , û bûye dengek ji dengên wê yên ku navemire.
Wê zarokatiya xwe li taxên Amûdê yên teng derbas kir, ku bêhna nanê tenûrê bi axê şilbûyî bi xunava sibê re tevlihev bû, û ku li wir bayê şopên çîrokên kevn û şûnên bîrdankê hilgirtibû.
Ew bi çîrokên şewat û qehremaniyê yên ku dapîran di şevên sar ên zivistanê de li dora sobeyên daran vedihûnandin, mezin bû, ji ber vê yekê her ku gotin ji devê wan de bi germahî derdiket,di xeyala wê de pêta wan gur dibû.
Ew li ser nebeza çandê ya ku malên bajêr bi stran, pirtûk û çîrokên xwe tije kiribûn, li ser dengê stranên kevneşopî û welatparêzî ên ku dayikan serê sibehê dubare dikirin, û li ser awazên bilûrê ku bavê wê lêdixist, awazeke germ ku weke ruhê bajêr, awazek ku di dilê wê de hestê xweparêziyê şiyar kir û di giyanê wê de hezkirina ziman û mîrateyê çande û hesreta peyvê pêxist ku nayê vemirandin .
Di zarokatiya xwe de, wê gelek bawernameyên rêzgirtinê di warê rewanbêjî , werzîş û hunerî de bidest xistin û wê pileya yekem di warê jîmnastîkê (Cimbazê) de , di gel mertal, madalyayên zêr û kûpayek zîv, li ser asta Sûriyayê wergirt.
Ebîr xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li dibistanên Helebê stand , paşê dibistana navîn li Amûdê qedand.
Li bajarê Qamişlo li Peymangeha Mamosteyan xwend, paşê xwendina xwe ya akademîk li Kolêja Perwerdeyê ya Zanîngeha Helebê berdewam kir.
Ew niha li zanîngeha Feratê hiqûqê dixwîne, da ku hevrêzîyekî bike di navbera peyv û terazûyan, helbest û huqûqê de.
Ebîr di temenek piçûk de, bêyî ku kariyera xwe ya perwerdehiyê bide sekinandin, zewicî, ew dayika pênc zarokan e, ku hemû jî xwendekarê zanîngehê ne û îro li Ewropayê dijîn, ew hîn jî li bajarê Amûdê dimîne , bajarê ku jê hez dike û nikare terka wê bike , tevî dijwarî, zehmetî û şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas bûye, ew dibêje: “Emê li vir bimîn in, û em ê bajarê xwe neterikînin, û jiyana keyf û xweşiya Ewropayê wê me nexapîne ”
Şarezayiya wê ya wêjeyî û hezkirina wê ya ji bo helbest û muzîka kurdî di temenekî biçûk de dest pê kir, di bin bandora jîngeha wêjeyî û çandî ya derdora wê de, ji ber ku ew di malekê de ji dayik bû,ku pirtik (rîş) û bilûr li kêleka hev bûn, û huner jî tê de geş dibû , çawa ku bîranîn li cihên kevnar vedijîn.
Ew gelekî bandor bûye
ji bavê xwe yê hunermend
Ebdulrehman Dirêî û hevalên wî yên rewşenbîr, herwiha helbestvanê nemir Hemîd Bedraxan jî di serdana xwe ya gelek caran de li mala malbata wê şopeke zelal li ser giyanê wê hiştiye .
Ev giyan xwedan meylek helbestî ya sûfî ye ku ji hezkirina wê ya ji helbestên Malayê Cezîrî re tê, ew xwendekara dibistana Melayê Cezîrî ye û saziya Berezanî ye, gelek helbestên wî ezber kirine, her wiha di bin bandora nifşa helbestvanên salên heştêyiyan de maye ên wek Selîm Berekat, Mehmûd Derwîş û Nizar Qebanî .
Ebîr raman, helbestên nûjen û azad û helbestên pexşan bi zimanên Kurdî û Erebî bi şêweyekî xweş dinivîse, tîpên wê nazik in û gotinên wê xwe berdidin dilan, giyan şad dikin û birînan derman dikin.
Di sala 2021’an de helbestvan Ebîr Dirê’î yekemîn dîwana xwe ya helbestan bi forma elektronîk bi navê “Dema ku ez piçûk bûm” çap kir.
Dûv re, li Misir – Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê, wê berhema xwe ya herî girîng, “Sibeha Min Tuyî” çap kir, ku di sala 2023’an de xelata yekem û Mertalê Zêrîn wergirt.
Her wiha ji aliyê Rêxistina Cîhanî ya Geşepêdan û Aştiyê ve wek Balyoza Niyazpak hat hilbijartin,rêzgirtin ji bo rola wê di piştgiriya zarokatî û jinan de û belavkirina çanda diyalog, hezkirin û aştiyê.
Ebîr çend destnivîsên wê yên helbestan amade ne ji bo çapê,
ew niha li ser pirojeya pirtûka helbestan a bi navê “Şevên Amûdê” kar dike, ji bilî dîwaneke helbestan a bi zimanê kurdî bi navê “Rêzana “,ev nave ku malbata Seydayê Cegerxwîn di zarokatiya wê de lê kiriye , wekî nîşanek ji hezkirin û peywendiyên germ ên ku di navbera wan û bav û kalê wî de hebûn, herwisa helbestvan Cemîl Darî jî ji bo naskirina dengê wê yê bêhempa û hebûna wê di qada helbestê ya herêmê de, navê wê kiriye “helbestvana Amûdê”
Xwe amade dike ku yekemîn berhema xwe ya wêjeyî ya bi navê Şevên Amûdê bi zimanê kurdî çap bike.
Ew niha bi karê Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyê – Şaxa Amûdê radibe û di heman demê de endama desteya sererastkirinê ya malpera îkonên Kurdî ye.
Beşdariya wê ya berfireh di bûyerên çandî û festîvalên wêjeyî de heye, di nav de:
1- Festîvala Helbestê ya Kurdî li Sûriyê.
2- Festîvala Çandî ya Yekem li Cezîrê.
3- Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinê li Rojava.
4- Festîvala Girsor ya duyemîn — 2024.
5- Festîvala Girsor ya sêyemîn li Qamişlo — 2025.
6- Festîvala Navneteweyî ya Pirtûkê — 2025.
7- Festîvala Arşev Oskan — li Dêrbêsiyê.”
Her wiha Ebîr beşdarî gelek şevbuhêrk û çalakiyên çandî yên li Rojava bûye , deng û ramana xwe di belavkirina çandê û piştgiriya wêjeya kurdî de dike.
Ebîr bi giranî bi zimanê Erebî dinivîse, û hewldanên wê yên pêşketî û bedew jî bi zimanê Kurdî hene, ew
Ramînan, nivîsarên pexşan û gotarên edebî dinivîse û di wê baweriyê de ye ku nivîsîn welatekî din e ku rûh dikare li wê bimîne bê ku were dûrxistin.
Berhemên wê di piraniya platformên (menberên) çandî yên Erebî û Kurdî de hatine weşandin, ji wan:
Nivîskar – Rewşenbîr – Pênûsa Azad – Kurdistan – Ronahî – Sîwan – Konê rewşenbîran – îkona Mezopotamyayê û yên din.
Her wiha di gelek hevpeyvîn û bernameyên televîzyonê yên têkildarî festîvalên wêjeyî û çandî de beşdar bûye.
Ebîr cihê jina Kurd di nava dîmena çandê de ji nû ve bi cih dike, ne di rola wergir û afirîner de, lê di rola pêşeng û biryarder û dîtinê de.
Bi vê yekê, ne tenê mîrasê diparêze, di heman demê de bi rêya jin, civak û nivîsandina hevpar qadeke nû ji bo domandina wê diafirîne.
Helbestvan Ebîr Dirêî yek ji dengên jinan ên navdar û çalak li herêma Cezîrê tê hesibandin , ku bi giyanek nûbûyî û afirîneriyeke geş dara edebiyata kurdî av dide û ew dinivîse ji bo ronahiyekî mezinir ji bo miletekî ku ji helbestê tê dinyayê weke ji çiyayê berxwedanê tê jiyanê.
Ebîr ev hezkirina wêjeyî û çandî ji koka xwe ya kûr di malbateke hunerî ya kevnar de li Rojavayê Kurdistanê girtiye, ku mala wê dîdargeha huner, muzîk û peyvê bû.
Ew keça hunermendê şêwekarî û şahê bilûrê yê ku bi dengê xwe yê xweş û hebûna xwe ya ronak tê naskirin, Ebdulrehman Dirêî ye, ku hezkirina huner û muzîkê di dilê wê de çande, û herwiha xwişka wênesaz û hunermenda şêwekarî, Dr: Semer Dirêî û helbestvan û nivîskar Nexem Dirêî ye , yên ku bi wê re
malbateke ku bi afirînerî û nasnameya çandî ve girêdayî ye avakirin, ku mîrateya xwe ya kurdî parastin û ji bo dewlemendkirina dîmena çandî û hunerî li herêmê, roleke mezin lehîstin.
Ez ji wê re ronakbûn û serkeftinek zêdetir di karê wê yê afirîner û wêjeyî de dixwazim.






