Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mirina Komî ya golikan li Taxa Um Elfursan a Qamişlo

17/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Mirina Komî ya golikan li Taxa Um Elfursan a Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Li taxa Um Elfursan a bajarê Qamişlo ji ber nexweşiya Qulai ya ajalan bi dehan golik mirine û termên wan li nêzî taxê hatine avêtin. Ev yek jî bûye sedema derketina behna xerab û belavbûna kêzikan.

Termê bi dehan kolig ku ji ber nexweşiya xurikê mirine, li nêzî taxa Um El-Fursan a bajarê Qamişlo hatine avêtin, ev yek jî bûye sedema derketina behneke xerab û belavbûna kêzikan. Ji ber vê yekê şêneyên taxê ji bo nivîsgeha Tenduristiyê gilî kiribûn. Piştî wergirtina giliyên şêneyan, Rêveberiya Nisvîgeha Tenduristiyê serdanek meydanî li taxê kir û bi awayekî rasterast cih vekolîn kir.

Hate diayrkirin ku di navbera 35 heta 40 golikên mirî li nêzî xanên taxê hatin dîtin. Bêhnek genî ji ber helandina laşan hebû, di gel belavbûna kêzikan a balkêş.

Piştî ku nivîsgeha tenduristiyê pirsîna xwediyên xanan kir, wan diyar kir ku mirina lawirên wan ji ber belavbûna nexweşiya Qula’i di nav golikan de çêbûye, ku tevî hewldanên dermankirinê jî bû sedema mirina bi dehan golik.

Rewşa heyî xeteriyekê li ser jîngeh û niştecihan dike

Girîng e ku çavkaniya nexweşiyê were şopandin û tedbîrên pêşîlêgirtinê werin girtin da ku rê li ber veguhestina wê ji bo lawirên din an bandora wê li ser tenduristiya giştî were girtin.

Derbarê vê yekê endamê nivîsgeha tenduristiyê ya şaredariya Qamişlo Neîm Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Neîm Mihemed diyar kir ku ev nexweşiyeke vîrusî ya vegirtî ye ku di nava lawiran de dibe sedema tayê, birînên dev, germahiya bilind, kêmxwarinî û wiha got: “Ev nexweşî ji bêhnvedanê an ji hewa tê vedan, herwiha dema ku xwarina ajalan ne paqij be û di heman demê de ji amûrên ku tên bikaranîn ji bo lawiran çêdibe. Di vê rewşê de divê lawirên ku bi vê nexweşiyê ketine ji yên din bên veqetandin.”

Nivîsgeha ternduristiyê tekez kir ku rewşa heyî ji ber bêhn, helandin û belavbûna kêzikan xetereyek rasterast a jîngehî û tenduristî ji bo niştecihên taxê çêdike. Pêdivîyeke lezgîn heye ku laşên mirî li gorî standardên tenduristî û jîngehî yên pejirandî ji holê werin rakirin.

‘Divê xwediyê lawiran çavêdêriya lawirên xwe bikin’

Endamê nivîsgeha tenduristiyê ya şaredariya Qamişlo Neîm Mihemed wiha anî ziman: “Dermankirina diyarkirî tune ye ji bo nexweşiyê, lê dermanên êşê, antîseptîk an jî ava xelê û merhema zinkê xwediyên lawiran dikarin bikarbînin, di heman demê de divê xwerina lawiran yan nerim bê dayîn ji bo xwarinê, ji ber ku dema lawir bi nexweşiyê dikeve êdî nema kare xwerinê daqurtîne. Ev nexweşî ji hefteyekê heya 10 rojan dirêj dike, piştre lawir vedgere rewşa xwe ya berê lê divê xwediyê lawiran baş li wan binêre û çavdêriya wan bike.”

Rêveberiya Nivîsgeha Tenduristiyê tekez kir ku di vê rewşê de divê rayedarên şaredariyê bi lez ji bo rakirin û avêtina laşên lawiran bi awayên tendurist (binaxkirina paqij an şewitandina di bin çavdêriya pisporan de) tev bigerin. Di heman demê de divê rewşa veterîneriyê ya li taxê were şopandin û divê testên laboratîfê werin kirin da ku cewherê nexweşiyê û rêbazên pêşîlêgirtinê werin piştrastkirin. Hişyariya xwediyên xanan bê kirin li ser girîngiya ragihandina zû ya her rewşên nexweşî yên wekhev û girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.