Lîloz Hisên/Girkê Legê
Bi aramnca peydakirina domdar a nan ji şêniyan re, li Bajarokê Til Cemal yê girdayî Girkê Legê nangeheke nû hat vekirin, ev nangeh wê karibe nan ji şêneyên 24 komînan re dabîn bike.
Meclisa Çandinî û Aboriyê ya Kaatona Cizîrê yek ji pilanên wê yên sala 2025’an ku hinek nangehên nû li bajar û bajarokên kantona Cizîrê veke. Ev gav bi aramnca piştgiriya aramiya jiyanî û xurtkirina ewlehiya xwerinê ya sivîlên herêmê ye. Di heman demê de di nava rêzehewildanên başkirina xizmetên sereke û peydakirina pêdiviyên şêniyan e.
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê li bajarokê Til Cemal ê bajarê Girkê Legê nangehek nû vekir ku bi yek xeta hilberînê ve hatiye sazkirin û dikare nan ji bo 24 komînan dabîn bike. Armanca wê ew e ku bi dabînkirina domdar a nan û pêdiviyên sivîlên bajêr bicîh bîne, bi vî rengî şert û mercên jiyana wan wê baştir bike û têkoşîna wan a rojane ya ji bo bidestxistina vê pêdiviya bingehîn sivik bike.
Li ser daxwaza komînan nangeh hat vekirin
Piştî avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê gelek pilanên istratîjîk yên giring dan pêşiya xwe bi komîteya nangehan re, hinek proje ketin pratîkê de û bi demê re têne pêkanîn.
Ev proje hem ji sererastkirina nangehan yên giştî kantonê û peydakirina parçeyên nangehan, hem jî pêşxistina xeta hilbirînê, avakirin û vekirina nangehan.
Tê payîn ku ev nangeh li ser daxwaz û pêşîniyarên komînên bajarokê Til Cemal hat vekirin. Demeke dirêj li ser nangehê kar û xebat hat kirin di hemû milan de, karkerên nangehê jî hatin amadekirin ji kesên pispor û xwedî tecrûbe.
Nangeh dikare nan ji şêneyên 24 komînan re dabîn bike
Nangeha a ku li bajarokê Til Cemal hat vekirin wê karîbe hewcdariyên 24 komînan ji bo nan peyda bike û rojane wê ji bo xizmeta şêniyan bixebite. Armanca vekirina firneyê ku nanê baş û paqij li gorî pîvanên ku tê xwestin; peyda bike.
Hêjayî gotinê ku komîteyên firnan wê di bajarokê Til Cemal de rojane karê firneyê bişopîne, da ku bibînin kar çawa tê meşandin. Eger gazinên şêniyan hebin karin di riya aliyên têkildar re dengê xwe bighînin me.
Li gorî pîvanên pêwîst wê nan bighêje ber destê şêniyan
Ji bo ku nanekî xwedî qalîteyeke baş û li gorî pêvanên pêwîst bighêje ber destê şêniyên bajarokê Til Cemal yê girêdayî bajarê Girkê Legê, vekirina nangehê gaveke pir giring bû. Herwiha ev yek dibe alîkar ku peydakirina nan a berdewam ji bo şêniyên bajêr misoger bibe, têkoşîna wan a rojane ya ji bo bidestxistina vê madeya bingehîn sivik bike û aramiya aborî û ewlehiya xwarinê li herêmê zêde bike.
Vekirina nangehê beşek ji planên Meclisa Aborî û Çandiniyê ye ji bo pêşxistin û baştirkirina xizmetguzariyên bingehîn li bajarê Girkê Legê ye.






