Hemza Sêvo/ Qamişlo
Li Sûriyê piştî hilweşîna rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz, geşedanên cihêreng rûdan. Bi dirêjahiya salekê re gelên Sûriyê bûn şahidê rûdanên cuda û her mehek ji sala 2025’an geşedaneke cuda û bi bandor li şûna xwe hişt.
Çile
-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gundewarên Minbic, Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê ji destpêka ruxandina rêjîma Beisê ve berxwedaniyeke bêhempa ji hêla QSD’ê ve dihat domandin. Di encamê de Minbic û herêma Şehbayê kete bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyan de. Lê şer li gel hewildanên lihevkirina siyayasî di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de dihatin domandin.
-Di 12’ê Çileya 2025’an de qaşo ji bo pêkanîna ewlehiya Sûriyê, hikumeta veguhêz civîneke berfireh li Siûdiyê bi beşdariya berpirsên Ereb û biyanî re li dar xist.
-Wekî geşedaneke siyasî ku girêdayî rewşa ewleyî ya û pêkanîna yekrêziya Kurdî Rojavayê Kurdistanê di 16’ê vê mehê de fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û serokê PDK’ê Mesûd Berzanî li Başûrê Kurdistanê civînek li dar xistin.
-Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga dîrokî kir, ev bang bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û paşê bû sedema pêkanîna peymanên istratejîk ji bo rawestandina şer li gelek deveran.
-Meclisa Sûriyaya Demokratîk(MSD) bi armanca xurtikirina têkiliyan pê re jî pejirandina sîstemeke guncav ji bo pêşeroja Sûriyê bi rûspî û oldarên Siwêdayê re hevdîtinek di 28’ê Çile de li Siwêdayê çêkir.
Sibat
-Di 6’ê Sibatê de karwanekî ku ji 60 erebeyan pêk dihat ên Ewlekariya Giştî ya hikumeta veguhêz derbasî Efrînê bûn.
-Di 14’ê Sibatê de wê 61’ekemîn Konferansa München a Ewlekarya Cîhanî ya’ê ya salane li parêzgeha Miyûnxa Elmaniyê bi amadebûna serokên dewletên cîhanê, siyasetmedar, wezîr, şêwirmend, parêzer û hwd bê lirdarxistin. Yekem car ku bi fermî nûnerên Kurdan tevlî bûn, rewşa Kurdan û Rojavayê Kurdistanê tê de jî hin xalên girîng hatin eşkerkirin.
-Di navbera 24 û 25’ê Sibata 2025’an de kongreya niştîmanî ya (yekalî) ji hêla hikumeta veguhêz ve hat lidarxistin û tê de jî tevahiya gelên Sûriyê beşdar nebûn.
Adar
-Hikumeta veguhêz a Sûriyê li berava Sûriyê li dijî civaka Elewî gelek komkujî li dijî wan pêkanînin, kiriyarên hikumeta veguhêz ji 7 Adarê dest pê kirin, li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê heta miha Îlonê zêdyî 1700 kes ji pêkhateya Elewî hatine kuştin.
-Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de peymanek bi navê Peymana 10’ê Adarê ku ji 8 xalan pêktê, hate îmzekirin.
-Di 13’ê Adarê de desthilata Şamê wesîqeya destûra Sûriyê bêyî ku bi hemû pêkhate, rêxistin, partî û hwd… re bicive, ragihand. Wekî tê xuyakirin ev gav nemazeyek ji çêkirina sîstemeke navendî, li dijî mafê hemû pêkhateyan, bawerî, bîrdozî û jinan bû.
-Di 22’ê Adarê de 35 sazî, kom û partiyên siyasî û sivîl li Sûriyeyê damezrandina “Hevpeymaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê” bi beşdariya MSD’ê li paytexa Şamê civîneke çapemeniyê ragihand. Di civînê de “Hevpemaniya Hemwelatiya Wekhev a Sûriyeyê” biloka siyasî bi navê “Hevgirtinê” hat avakirin.
Nîsan
-1’ê Nîsana îsal di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz ên Helebê de peymanek têkildarî her du taxan hatibû îmzekirin. Di çarçoveya pêkanîna peymanê de, 7 bendên kontrolê yên hevbeş ên di navbera hêzên ewlehiya giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan de li ser rêyên sereke hatin danîn.
-14’ê Nîsana 2025’an de şandeyeke ku ji 12 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û ya Brîtanyayê û endamên saziyên civaka sivîl ku yên Kurd jî di nav de hene, serlêdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Şande li Navenda Giştî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo ji aliyê hevserokên daîreyê Îlham Ehmed û Fener Giêt û her du cîgirên wan Gulistan Elî û Robêl Beho ve hat pêşwazîkirin.
-Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo di 26’ê Nîsanê de hat lidarxistin. Ji Rojava, Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê û deverên din ên Sûriyê, nûnerên partî û hêzên kurdî zêdekirî 400 delge beşdarî konferansê bûn.
-Di heman demê de 26’ê Nîsanê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku wan Hêza Berevaniya Sînor û çend baregehên ewlehiyê li bajêr ava kirine.
Gulan
-Bi dirêjahiya 3 rojan ku ji 15 heya 17 Gulanê Kongreya Yekem a Piştî damezrandina (NADA) di bin dirûşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ li bajarê Silêmanê bi beşdarbûna ji 18 welatan û zêdeyî 200 delege hate lidarxistin. Kongre bi nirxandinên girîng û dewlemend hate derbaskirin û bi encamnameyekê bidawî bû.
Pûşper
–Di 22’yê Hezîrana 2025 de encama êrişa xwekuj ya li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.
Tîrmeh
-Rayedareke Amerîkî ragihand ku wê Amerîka di 24’ê de Tîrmehê ji bo hevdîtineke di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de pêk were navbeynkariyê bike, piştî vê yekê êdî navbênkariya Amerîkî ya siyasî di navbera Israîl û hikumeta veguhêz a Sûriyê de dest pê bû.
Tebax
-Di destpêka sala 2025’ê li herêma Siwêda têkoşîneke mezin ji hêla Durziyan ve li dijî êrişên hikumeta veguhêz hat kirin. Di meha Nîsan û Gulanê de, li dijî pêkhateya Durzî kiryarên dijmirovî ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyê ve pêk hatin. Roja 13’ê Tîrmehê, bi destê HTŞ’ê tevlîheviyek di navbera Durzî û Erebên Bedû de çêbû. Roja 26’ê Tîrmehê, hejmar di navbera hezar 120 kes heya hezar 420 kuştî hatin ji hêla Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ve hat belgekirin. Di 16’ê heman mehê de yekem car ku Israîlê navenda Erkan a Artêşa Sûriyê kir hedefa bombebarana firokên şer.
-Piştî êrişa 12’ê tîrmehê ya li dijî Siwêdayê yekem karwanê alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)di rêya bi lez a di navbera Şam û Siwêdayê re di 30’ê mehê de gihiştin Siwêdayê .
-Di 27’ê Tebaxê de Meclisa Naverast a Elewiyan hate avakirin da ku nûnereke siyasî ya pêkhateya Elewî çêbibe.
Îlon
-Piştî bûyerên Tîrmeha 2025’an rûspî û lêvegerên olî yên Siwêdayê di 20’ê Îlûnê de banga destpêkirina lêpirsînan kir. Girêdayî wê Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê diyar kir ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nehiştiye Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan bikeve parêzgehê.
Cotmeh
-Ji 3 heya 7’ê Cotmehê de hikumeta veguhêz û komên çete êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, lê berxwedaneke bêhempa ji hêla Hêzên Ewlekariyê û şîneyên her du taxan ve hate raberkirin.
-Di 5’ê vê mehê de biryara 188’an a cejin û boneyên niştîmanî yên pêkhateyên Sûriyê ji hêla hikumeta veguhêz ve derket û tê de jî Newroz û Akîto hatin qedexekirin.
-Di 15’ê Cotmehê de serokê hikumeta veguhêz Ehmed Elşer çû Moskoyê da ku bi rengekî ji rengan lihevkirineke di nabera hikumeta veguhêz û Rûsyayê pêk were.
Mijdar
-Di 10’ê Mijdarê de hevdîtin li Koşka Spî ya Amerîkî di navebera Tirump û Ehmed Elşer de çêbû.
-Di 15’ê vê mehê de hikumeta veguhêz yekem car European Union pêçwazî kir, tê de jî hin nameyên girîng ji hikumeta pêşwazdar re ji hêla Mecilisa Ewropî ve hatin şandin.
-Di 19’ê Mijdarê de fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya XweserIlham Ehmed bi navê QSD û Rêveberiya Xweser tevlî Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn-MEPS 2025’an a li Dihokê bûn.
-Di 23’ê Mijdarê de hêzên HTŞa hikumeta veguhêz li Humsê êrişek li dijî welatiyan kir, welatiyên pêkhateya Elewî bûn. Ev êriş di çarçoveya şerê mezhebî û olperestî li taxên wekî Muhacirîn û Basil pêk hat. HTŞ kiriyarên terorîzmê li ser Elewiyan da meşandin, malên sivîlan şewitand û firoşgeh talan kirin.
Berfanbar
-Di 11’ê meha Berfanbarê de Zagona Qeyser ji hêla Meclisa Rûspyên Amerîkî ve li ser Sûriyê hat rahiştin.
-13’ê heman mehê êrişek li Tedmurê ya çolistana Sûriyê li dijî hêzên Amerîkî pêkhat û di encamê de 2 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.
Di dawiyê de diyar dibe ku tevahiya geşedanên siyasî yên ku li tevahiya Sûriyê ji destpêka sala 2025’an heta roja îro pêkhatin, bi hev ve girêdayî bûn. Bi van geşedanan jî hat tekezkirin ku hikumeta veguhêz nebû bersiv ji gelên Sûriyê re û daxwazên gelan pêkneanîn. Vê hikumetê mîrateya rêjîma Baas hilgirt, bi dirêjahiya hatina wê jî nêzî 1500 kes li Sûriyê bi rewşên cuda hatin kuştin, piraniya wan kesan jî zarok û jin bûn. Di vê salê de rewşa ewlehî ji ber geşedanên siyasî tevlîhev bû, herwiha ji bo pêkanîna Sûriyeke demokrat û aştiyane, hewildanên Rêveberiya Xweser gelekî ber bi çav bûn. Li hêleke din wê rewşa siyasî û leşkerî li Sûriyê aram nebe, heya ku sîstemeke nenavendî û demokrasî neyê pêkanîn, da ku di encamê de her pêkhateyek bigihêje mafê xwe yê siyasî, aborî, çandî, ewlehî û hwd…






