Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûcên di bin navê namûsê de; feraseta ku pê tê kirin, kî dike û çima?

17/12/2025
in JIN
A A
Sûcên di bin navê namûsê de; feraseta ku pê tê kirin, kî dike û çima?
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Namûs, sûcên di bin navê namûsê de, paqijkirina navê malbatê û hwd. Ev diyarde hê jî di nava civakê de didomin. Bi taybet di Rojhilata Navîn û Başûrê Asya tê kirin. Di Rojhilata Navîn de terbiye û taybetmendiya malabatan zêde ji hev ne cuda ye, hema bêje hemû li ser heman firik û kevneşopiyê hatine mezinkirin. Her çendî ol û mezhebên wan cuda bin jî, lê di xeta perglê de hemû dighînin hev.

Têgîna namûs

Di gelek waran de, namûs wekî tiştekî erênî tê dîtin. Civakên ferdperest namûsê bi taybetmendiyên wekî durustî, rastî û dadperweriyê ve girê didin. Taybetmendiyên ku hemû kesên civakê dikarin ev hebin. Di civakeke ku li ser ferdiyetê hatiye avakirin de her kes dikare serbilind be. Helbet, di civakên komî de, tenê mêr têne rêz girtin. Li gorî van civakan, ji bo ku mêr di jiyana xwe de xwedî namûs bibînin divê jin pir sernizim bin û laşê xwe eşkere nekin. Bi gotinek din di çanda namûsê de şerm serdest e.

Di vir de gelo namûs tenê parastina jintiyê û nederketina derveyî pîvanên civakî, olê, malbatî û kevneşopiye? Ger wisa be çima navê namûsê tenê li jinê tê barkirin, gelo mêr nikare barê namûsê rake yan jî namûsa wî bê jin nîne?

Bi xwînsarî tên kuştin

Li quncikên tarî yên civakan ku hîn jî bi têgehên kevneşopî yên şaş ve dîlgirtî ne, jin her sal bi navê “namûsê” têne kuştin. Tawaneke bi temamî pêk hatiye û bi xwînsarî hatiye kirin, pir caran di bin hincetên civakî û qanûnî yên nerm de hatiye veşartin, û pirsên bi êş li dû xwe dihêle: Kî jinan diparêze? Û kî kujer hesab dike?

Bi vî navî hate kirin, da ku ji sucên din yên tên kirin cuda be. Vê yekê jî bi girêdana (Sucê) bi sedema kujer dibêje ji ber wê kuştiye (namûs)tê rewa kirin.

Ji aliyê kê ve herî zêde tê kirin û çima

Sûça namûsê wekî kuştina jinekê ji aliyê endamekî malbatê ve li ser navê “parastina namûsê” tê pênasekirin. Ev yek dibe ku bê kirin bê ku ti piştrastiyek ango heqîqeta wê tewana ku lê hatiye barkirin hebe yan nîn be, bê kirin. Pirî caran jî li ser bingeha tewra gotegotekê yanî ji devê hin însana bihîstin; Jin bi navê namûsê tê kuştin. Hevjîn, bira, bav û her wiha xal û mam jî xwe li ber kirina vê sûcê berpirisyar dibînin û dikin weke ku tiştekî herî serkeftî ye. Divê em ji bîr nekin ku her çiqas cezaya wê ya qanûnî di hin welatan de giran be jî, lê belê bi serbilindî û xwînsarî dikin. Ji ber ku sûcdar difikirin û bawer dikin ku qûrbanî (helbet jin) şerm û bêrûmetî aniye ser navê malbatê û pîvanên civak û ol binpêkirine. Ji ber va hişmendiyên hişk, olperest, zayendperest û radîkal jin dibin qurbanî ku di encamê de bi rê û rêbazên ne diyar bên kuştin.

Li gorî daneyên cîhanî jin herî zêde bi van tewanan û sedeman tên kuştin.  

Ji hevjînê xwe veqetandin, redkirina razîbûna zewacê, têkiliyeke ku ji aliyê malbatî ve nayê pejirandin, têkiliya cinsî yê berî zewacê yan derveyî zewacê, bûyîna qurbanê tecawîz an jî êrişa cinsî, lixwekirina cilên ne li gor malbatê, derketina derveyî olê..hwd. Ev hemû jî tên kirin tenê da ku bêjin “me ji bo parastina şerefê kuşt, ango me şerefa xwe paqij kir.”

Civak çi dike, gelo refleksa civak û rêxistinên parastina mafê mirovan û jinan derdikeve yan na?

Ger di sedsala 21’emîn de ewqas kuştin, şidet, revandin û bi taybet kuştinên di bin navê şeref û namûsê de têne kirin wê demê tu kesî û tu rêxistinên parstina mafê mirovan û yên jinan rola xwe nelîstine û xwe berpirsyar nabînin. Ji ber wê ev bûyerên kuştinê di bin çi sernavî û tewanê de dibin bila bibin, lê tu mafê kesî nîne ku jiyana jinekê bidawî bike. Gelek ji van jinên ku hatine kuştin dayîk bûn, gelo rewşa wan zarokan piştî mirina dayîkê çawa bûn? kîjan zagon û qanûn, kîjan urf û ol rêdide ku tu weke mirov li hember kuştina însanekî bila ne jin be jî bêdeng bimînin?

Em di civakê de refleks nabînin, civak zêde lihember van kuştinan dengê xwe nake. Li gor nêrîna min ji ber ew jî bi heman hişmeniyê hatine mezinkirin û perwerdekirin. Di Rojhilata Navîn de terbiye û taybetmendiya malabatan zêde ji hev ne cuda ye, hema bêje her kes li ser heman firik û kevneşopiyê hatine mezinkirin û dişibin hev. Her çendî ol û mezhebên wan cuda bin jî, lê di xeta perglê de hemû dighînin hev. Ji ber wê ev bêdengiya civakê bi taybet di Rojhilata Navîn de şerm û heqarete li hember mirovahiyê.

Bikuje piştre tekez bike

Piraniya kuştinên namûsê yên ku hatine kirin, tenê li ser gumanê têne kirin. Bêyî ku ti piştrastiyek hebe ka qurbanî bi rastî tewana ku lê hatiye kirin û ew jê hatiye cezakirin, kiriye an na. Piraniya jinên ku bi van hincetan hatine kuştin di dawiya lêkolîn û lêpirsînan de dur be yan nêzîk be hatiye tesbêtkirin ku ew bê guneh û bakir bûn. Li ser vê bingehê gelek mînakên jinên ciwan û xwendekar bê lêpirsîn û lêkolînkirin ka çi pê re hatiye kirin di bin tewanên cur be cur de hatine kuştin.

Bi kurtî qetlên bi navê “şerafê” her sal li çend welatan têne tomar kirin, lê gelek caran ev bûyer ji raya giştî tên veşartin û bi fermî nayên tomar kirin. Ev hindik welatên ku zêdetir bi navê vê diyardeyê têne naskirin:

Herêmê Rojhilata Navîn û Başûr Asya (zêdetir rûdan):

  1. Pakistan, ji welatên herî zêde yên ku li wir qetlên bi navê şerafê bi firehî têne tomar kirin. her sal bi sedan jin ji ber li hember malabatê derketine, yan jî bi buyerên şubhetê, yan jî ji ber zewacê têne kuştin.
  2. Afghanistan, bi taybetî li herêmên gundewarî. Bi navê ol tê rewakirin, rûxmî ku ji aliyê olî û zagonî ve qedexekirî ye.
  3. Îran, gelek caran bi fermî wek “qetlên malbatî” têne tomar kirin, ne wek qetlên şerafê û rewa ye li gel hikumetê.
  4. Îraq, rûxmî qanûnên nûjen, lê di salên borî de gelek bûyer hatine tomar kirin.
  5. Sûriya, ji ber şer, bêasayî, û desthilatîya misilmanên xwecih şertên vê diyardeyê zêde kirine. Raport nîşan didin ku ji destpêka sala 2024’an vir ve 38 bûyerên belgekirî li gelek herêman hatine tomar kirin.
  6. Tirkiye, rûxmî ku ev bûyer bi zagonan tên cezakirin, lê belê hê jî jin tên kuştin. pirî caran bi navê xwekuştinê tê tepisandin.
  7. Misir û Urdin, her çiqas ne zêde ye jî lê belê di salên dawiyê de hatine tomarlkirin.
  8. Hindistan, li van deveran jin zêde têne kuştin, herî zêde jî bi tewanên weke zeweca ji derveyî qebîle yan mezheb tê kirin.

Divê em baş bizanibin ku Sûcê Şerefê li tu welat yan dewletekî di aliyê zagonî de nehatiye rewakirin. Lê belê li welatên ku tê de zihniyeta mêrperest, olperest, cinsperest, hizir û hişmendiya qelskirin û tunekirina rol û mafê jinê dibînin, tê bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku gelek qetlên bi navê şerafê nayên tomar kirin û gelek caran ev kes di nava malbatê de tê parastin û bûyerê bi xwekuştinê didin der.

Zanista Jineolojî wiha namûsê pênase dike

Şeref û namûs du peyvên ser jinan tên barkirin, ruxmî ku herdu jî peyvên ji bo mirovahiyê derketine. Di roja îroyîn de di bin navê namûs de gelek jin têne kuştin. Barkirina van sûcan tenê ser milê jinan jî pêkanîneke bi aqilê baviksalariyê hatiye. Da ku ev têgîn bê fêmkirin ihtiyacek heye em vegerin Êtmeolojiya wê (zanist koka peyvan). Ev peyv çawa hat? ji bo çi peyveke girîng e? çima jin tê bîra me dema gotina namûs derbas dibe ?

Koka peyva “namûs” ji peyva Yewnanî Nomos tê, ku tê wateya qanûn, adet, an kevneşopî. Piştra hêdî hêdî ev peyv derbasî ziman û çandên cûda cûda dibe, û çarçoveya gotinê teng dibe heta digihêje Bekareta jinê. Helbet ev ji bo kûrkirina hişmendiya kirde – biraser , divê kesek ji ya din bi hêztir be, divê yek biçûk be yek mezin be. Heta zilam her tim jinan ji xwe re namûs dibîne. Dr. Newal Seidawî di pirtûka xwe bi navê “jin û cinis” de dibêje “eger namûsa jinê bekareta wê be, namûsa zilam çi ye?” û dibêje “namûsa jin jî mêr jî rastî ye”.

Ji bo em ji şiroveyên şaş ser jiyana me hatine kirin rizgar bibi, divê em her vegerin kok û rastiyên veşartî, divê jin her di lêgerîna xwe û xwebûnê de be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.