Stêrk Mihemed/Qamişlo
Fermandariya Gîştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin DÎler Temo diyar kir ku ji destpêka şoreşa Rojava de dewleta Tirk bi rêya mîtan hewildide ku destkeftî û baweriya di navbera gel, saziyên xizmetê, hêzên ewlehiyê û hêzên leşkerî de bişkîne. Herwiha bi rêbazên şerê taybet hewildidin ku jinan jî bikin xeta xwe.
Dewleta Tirk bi her awayî hewildide aramî, hevgitina di navbera gel û şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xerab bike. Bi her rêbazî êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi rêbazên şerê taybet dixwaze baweriya gel bi şervanan bê bandor bike. Herwiha dewleta Tirk bi rêya mîtan hewildide ku cihên leşgerî yên esasî bike xuyakirin, ji bo ku bike hedefê xwe. Di heman demê de bi rêya van mîtan di nava civakê de pirsgirêk derdixwe pêş. Dewleta Tirk ji bo îstîxbaratê xwe bi hêz bike jinan dikşîne xeta xwe, bacek mezin ji pereyan pêşkêşî wan dike û wan dixapînin ji bo ku di xeta wan a îstîxbaratê dijî hêzên QSD’ê karbikin.
Di vê çarçoveyê de Fermandariya Gîştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin DÎler Temo ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca dewleta Tirk avakirina bêbaweriyê di navber gel û hêzên leşkerî de ye’
DÎler Temo da zanîn ku ji destpêka şoreşa Rojava de dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Armanca dewleta Tirk avakirina bê baweriyekê di navbera gel û hêzên leşkerî de ye. Li ser vî esasî êrîşî destkeftiyên civakê dike. Yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava jine, jin di hemû qadan de cihê digirin. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dixwaze ku vê hêza jinan têk bibe, bi rêya madeyên hişbir hewildidin ku jin û zarokan tevlî xwe bikin. Herwiha jin di wergirtina agahiyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke îstîxbarat û mît bikartînin. Li beramberî wê buhayek mezin ji pereyan pêşkêşî wan jinan dikin. Dewleta Tirk bi polîtikayên şerê taybet jinan bi xwe ve girêdidin, di destpêkê de hejmarek biçûk ji pereyan didin wan, lê piştre hejmareke mezin didanê ji bo belgeyan li ser saziyên leşgerî û saziyên sivîl bidin wan. Ji bo destê xwe bavêjin xalên lawaz û bi taybet ewlehiyê bikin armancê xwe.
Herwiha şaneyên DAIŞ’ê yên razayî jî dem bi dem di nava tevgerê de ne, ew jî di mîtên dewleta Tirk ne dûrin. Dixwaze bi van mîtan û şaneyên razayî tevgera ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasbikin. Dewleta Tirk bi xalên lawaz ya van kesan digire, ji bo ku wan bikarbîne. Lawaziya malbetê digire destê xwe an jî di nava malbetekî de kes di zindanê de hebe gefê li malbeta wan dixwe ji bo ku bi wan re kar bike.”
‘Rêbazên ne ji rêzê li hember jinan bikartînin’
DÎler Temo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên ne ji rêzê hewildidin ku jinan tevlî xwe bikin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk baş dizane ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û dizane ku rola jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke bingehîne. Ji ber vê jî, ji bo ku van destkeftiyan bişkîne jinê bikartîne. Dewleta Tirk ji bo ku belgeyan kombikin, rêbazên ne ji rêzê li hember jinan bikartînin. Destpêkê destê xwe didin malbetê jin, piştre di milê madî de wan bikartînin û ji jinan daxwaz dikin ku bedana xwe bikarbînin ji bo agahiyan kombikin di vê derê de jî malbet neçar dimînin ku di vê rêye de berdewam bikin ji ber ku çareserî di destê wan de nema.”
‘Lêpirsîna bi van jinan re êşek mezine’
Fermandariya Gîştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin DÎler Temo di dawiya axaftina xwe de wiha got: ” Dema ku ev mît tên girtin û em dibînin ku jin di nava wan de ne û em lêpirsînê bi wan re dest pê dikin ji bo me êşeke mezine. Ji bo qezenckirina van jinan di girtîgehê de nîqaşên me yên domdar bi van jinan re çêdibe, ji ber ku ew bûne qurbaniya mîtan û dewleta Tirk. Dewleta Tirk mîtan ji bo lêdana ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikartîne, ji bo bide xuyakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî lawaze. Herwiha jinan weke alavek bikaranînê ji bo komkirina belgeyan bikartîne, ji bo ku bidin xuyakirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawazin û em dikarin di rêya wan re gelek agahiyan kombikin. Dema em bi van jinan re dikevin nava lêpirsînê didin xuyakirin ku dewlata Tirk mijarên nava malbetê û rewşa xizaniyê bikartînin ji bo ku van jina tevlî xeta xwe bikin.”






