Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rihê afrîneriyê hertim li cem jinê zindiye

14/12/2025
in JIN
A A
Rihê afrîneriyê hertim li cem jinê zindiye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Jin li seranserî cîhanê bi sedê salan xwedî ked û berhem bû, tevî hemû qeyîd û bendên ku civakê di xwest jinê sînordar bike jî lê jinê dev ji taybetmendiyên xwe bernda û karê afrîneriyê berdewam kir.

Piştî Şoreşa Rojava jinê careke din ew cesaret girt ku cihê xwe di gelek qadan de bigre û têkoşînê bike. Di heman demê de gelek jin hene ji ber girêdana wan bi kevneşopiya wan re dixwazin wî rihê karê destan careke din vejîn bikin. Yekîtiya Jinên Sûriyanî ji bo destekdayîna van jinan pêşengeha Pamêla ya karê destan li ser du rojan li bajarê Dêrikê li darxist bi armanca belavkirina çanda kevnar û bihêz kirina jinan.

Di derbarê tevlîbûna jinên bi navê Sûad Mûrad û Rinda Ehmed ji Pêşengeha Pamêla re bi hest û moralekî xurt ji Rojnameya me re axivîn.

 ‘Her jinek di dilê wê de hêviyeke heye’

Jina bi navê Sûad Mûrd diyar ku temenê wê 35 sal e li bajarê Dêrikê dijî nêzî 10 salan karê mamostetiyê kiriye lê ji ber xwesteka wê ya pêşketinê hebû berê xwe da karê rîzinê û wiha got: “Hevjînê min destek da min û hêlişt hezkirina min ji vî karî re zêde bibe. Her jinek di dilê wê de hêviyeke heye lê carnan kesên nêz bandorê li mirov dikin, lewma dema min hevjînê xwe li kêlek xwe dît min yek ser hêza xwe kom kir û biryara berdewam kirina vê riyê da. Ev nêzî du heftiyan bû ku min amadekariyên xwe dikir da ku ez tevlî Pêşengeha Pamîla bibim, ji ber ku ev cara yekem bû minê cihê xwe di pêşengehê de girtiban ez gelek bi heyecan bûm. Di pêşengehê de min gelek tiştên cûda pêşkêş kirine, wek gulên hişkirî di nav şûşan de, tizbî û nexşên tên daleqandin di heman demê de hin tiştên girêdayî xwestin û dawetan jî hene. Hêviya min ew e ku her jineke ku di hundirê mala xwe de kar dike karê xwe pêşkêş bike ji ber ku di her karekî de taybetmendiyeke cûda heye.”

  ‘Bi saya malbata xwe ez tevlî pêşengehê bûm’

Jina ciwan a bi navê Rinda Ehmed da zanîn ku temenê wê 19 saliye û wiha got: “Ev nêzî mehekî ye min dest bi karê çêkirina nexşeyan li ser keveran û çêkirina tabloyan ji bo malan kiriye. Min tenê karê xwe li ser malpera xwe ya şexsî belav dikir, lê dema Yekîtiya Jinên Suryanî biryar da ku wê Pêşengeha Pamîla li dar bixin malbata min destek da min ku ez jî tevlî bibim, dema min sekna malbata xwe li kêlek xwe dît hestên pir cûda min jiyan kir. Lewma min biryar da ku ez tevlî vê pêşengehê bibim him ji bo ez hertim wê kêfxweşiyê li ser rûyê malbata xwe bibînim him jî ji bo derdor karê min nas bikin û ez karê xwe berfirehtir bikim. Ez şanazim ku min cihê xwe di vê pêşengehê de girtiye û bi hêvîme tevlî pêşengehên din jî bibim û karê xwe pêşkêşî her jinekî bikim da ku hêviya pêşketinê û kar kirinê li cem wan nûjen bibe.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.