Lîloz Hisên/Qamişlo
Di berdewamiya plana Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê ji bo vejandina Parastgehên Kantona Cizîrê, desteyê di 4’ê kanûna vê salê de di riya pêngava darçandinê hezar darên çamê yên berhemdar çand.
Desteya Jîngehê her sal pêngavên çandina daran di wezrê payîz û buharê de li dar dixe. Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê di 4’ê kanûnê de dest bi pêngava darçandiniyê kir û di 6’ê kanûnê de pêngava çandina daran bi dawî kir.
Pêngav bi awayekî serkeftî li ser du qûnaxan ku bi dawî bû, tê de parsteghên xwezayî hedef girt di riya çandina hezar darên çamê.
Berfirehkirina qadên kesk
Ji bo vejandina parastgehên xwezayî û bi armanca xurtkirin û firehkirina qadên kesk, Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê 1000 darên çamê yên berhemdar li parstegha Mizgeft, Abira û Meşûq çandin. Ev pêngav berdewamiya hewildanên desteyê ye ji destpêka wezrê payîzî.
Desteya Jîngehê her sal pêngavên çandina daran di payîz û buharê de li dar dixe, di çarçoveya pêngavê de pêdiviyên kolandinê tên dabînkirin, tabloyên eneriya tavê tên danîn û gerên endazyar û jîngehparêzan li deverên jîngehî tên birêxistinkirin.
Ji bo paqijkirina hewayê, parastina jîngehê û baştirkirina balkêşiya wê ya estetîkî, 4’ê kanûnê nivîsgehên têkildar di desteyê de qûnaxa yekemîn a pêngavê li parstgeha Mizgeftê dest pê kir. Di vê qûnaxê de kolandin ji bo çandina daran di parestgehê hat kirin, piştre 500 darên çamê hat çandin.
Parestgeha Mizgeftê yek ji parstegên sereke li herêmê ye di heman demê ji bo aramiya hevsengiya jîngehê pêwstiya wê bi pêngavên darçadinê ya domdar heye.
Qûnaxa dûyemîn
Di 6’ê kanênê de, pêngava darçandinê li parestgeha Meşûq û Abira berdewam kir, di encamê de 500 darên din yên çamê hat çandin, ku hejmara giştî ya darên hatin çandin gihaşt 1000 dar li gorî pilana ku hatibû kirin.
Hewildanên xurtkirina darçandinê
Ev gav wekî beşek ji hewldanên desteyê ji bo xurtkirina darçandinê di nava parstgehan de ye, ji ber ku Çamê Berhemdar yek ji cûreyên nebatên guncav e ji bo jîngeha herêmê, ji ber qidreta wê ya li hember ziwabûnê û guncavbûna wê bi xwezaya axê re.
Pêngava çandina daran ji hewldanên berê ne cûda ye, lê ew temamkirina rêzeçalakiyên jîngehî ne ku di werzê payîzî de hatibû pêkanîn. Di van çalakiyan de cûreyên cûrbicûr ên daran li seranserî parstgehan hat çandin, bi armanca xurtkirina qadên keskayî û hevsengiya jîngehî.
Bi van hewldanan, Desteya Jîngehê hewl dide ku çanda parastina jîngehê pêş bixe û qidreta parestgehan ji bo çareserkirina pirsgirêkên avhewayê yên ku herêm pê re rû bi rû ye, bi taybetî di çarçoveya bandorên zêde yên guherîna avhewayê de, xurt bike. Çandina darên fêkiyan beşek ji stratejiya ku armanc dike qadên kesk zêde bike di heman demê de misogerkirina cihêrengiya nebatan ku sûdê bide jîngehê û civakê bi hev re.
Bi vî awayî desteya jîngehê gaveke nû bidest dixe di riya vejandina parestgehên xwezayî li herêma Cizîrê û tekez dike ku pêngava darçandinê destpêka pilanên firehtire di nav de berfirehkirina rûberên ku hatine çandin di heman demê de zêdekirina hejmarên daran di werzên bê de.






