Lîloz Hisên
Neteweyên Yekbûyî hişyariya zêdebûna pêdiviyên mirovî ji bo Yemenê sala bê; da û tekez kir ku eger fînansmana bilez neyê peydakirin wê welat ber bi aloziyên mirovî yên herî xirab ên cîhanê ve biçe.
Ev hişyarî di çarçoveya bangewaziyek fînansekirinê ya nû de hat ku tê de NY tekez kir ku plana bersivdayînê ya sala bê dê tenê 10.5 mîlyon kesan hedef bigire, mudaxeleya rewşê dê bi cidî li ser aliyên herî lezgîn, wekî pêşîgirtina li birçîbûnê, dermankirina xurekê, kontrolkirina belavbûna nexweşiyan, bi taybetî li deverên dûr û kêmbûna xizmetê; bisekine.
Agahiyên herî dawî yên NY nîşan didin ku 23.1 mîlyon Yemenî dê hewceyê alîkariyê bin, di heman demê de rêxistina navneteweyî ragihand ku ji bo fînansekirina pêdivî bi 2.5 mîlyar dolarî heye
Lê belê pilanê zelaliyeke pêşkêş nekir li ser çawaniya pêkanîna çalakiyan li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de, piştî ku vê komê di Îlûna borî de nivîsgehên NY û rêxistinên navneteweyî girtin û bi dehan karmendên wan girtin di nav de 59 karmendên netewî.
Daneyên ji plana bersivê eşkere kirin ku 18.1 milyon kes bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne, di nav de 5.8 mîlyon kes di asta birçîbûnê ya awarte de dijîn û 40,000 kes di xetereya birçîbûnê ya bilez de ne.
2.5 milyon zarokên di bin pênc salî de û 1.3 milyon jinên ducanî û şîrdêr ji kêmbûna xwarinê êşê dikişînin, di nava kêmbûnek mezin a bernameyên xwarin di mehên dawî de.
Xizmetên bingehîn hilweşiyan e
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku xizmetên girîng, wekî lênihêrîna tenduristiyê, av û paqijî rastî hilweşînek mezin hatine. 8.41 mîlyon kes ji bo gihîştina lênihêrîna tenduristiyê ya bingehîn zehmetiyê dikişînin, 15 mîlyon di bêewlehiya avê de dijîn û 17.4 mîlyon kes ji gihîştina xizmetên paqijiyê bêpar in. Herwiha 6.2 milyon kes piranî jin in ku hewceyê xizmetên parastinê ji tundûtûjiya li ser bingeha zayendî ne. Di heman demê de 2.6 milyon zarok ji ber koçberî, xizanî û xirabûna berdewam a binesaziya perwerdehiyê ji dibistanê bêpar mane.
Sînorkirinên Hûsiyan
Ji Tebaxa borî ve, qedexeyên ku ji hêla Hûsiyan ve li ser xebatên NY û rêxistinên din ên alîkariyê li deverên di bin kontrola wan de hatine ferzkirin, zêde bûne. Kiryarên wan gihaşt girtina nivîsgehên netewî, ev yek bû sedema rawestandina bernameyên bingehîn, weke Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, ku alîkarî da nêzîkî 13 milyon Yemeniyan.






