Can Yûsiv
Helbestvan Sîmav Efrîn
“Helbestvana darên zeytûnan, nasname û dengê Efrîna birîndar.”
Jina Kurd ji destpêka dîrokê heta niha gav bi gav li kêleka mêr dimeşe, xem û çarenûsa wî parve dike û bi wî re bi hemû cesaret û wêrekî di şerê jiyanê de dimeşe. Tu carî ne kêmtir bû ji wî, lê belê di têkoşîn û nivîsandinê de, li meydanan û fedekariyê de ji bo xak û rûmetê ew hevrêya wî bû.
Hin helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên jin di qadan de ew li pêşiya jinan bûn, di nava tarîtiya bindestî û kevneşopiyê de wan pencereyên hişyariyê vekirin û tovên azadî, zanîn û afirîneriyê di rihê zayenda xwe de çandin ,tevî karesatên ku li ser wan de hatine kirin, zilma civakê û zextên dijmin û malbatê jî îradeya wan nehat şikandin , wan êş kirin hêz, bêdengî kirin deng û birînan kirin helbestek jîndar.
Wan pênûsên xwe kirin çek li hember hewildanên tinekirin û piştguhkirinê, û gotin kirin çeperek ku bîr û nasnameya welat ji windabûn û pijavtinê
biparêze.
Di nava van jinan de stêra helbestvana Kurd Sîmav Efrîn diçirise ,ku helbest kir welatek û riste kir rêya têkoşînê, wê xîmava pênûsa xwe ji bi xizmeta doza gelê xwe û parastina zimanê resen û nasnameya wî ya neteweyî terxan kir.
Li feraşînên Efrînê û di himbêza geliyên bedew ên çiyayê Kurmênc de bajarekî ku bêhna dîrok û şaristaniyê jê dibare, li ser zinar û kevirên xwe mîrateya Mîtaniyan û Hûriyan hildigire û di nav çiya û deştên xwe bîranîna bîhnxweşiya Med û Suberan werdigire,ew bajarê ku hertim bûye cihê kombûna tîp, huner û muzîkê, û mêrga çanda resen a kurdî, bajarekî ku tu carî serî li ber bahozên zemanan netewand, lê sekneke pêdarî li gorî resenî û mîrateya xwe ya kûr radiweste.
Di vê degûşa dewlemend a mîrateya çandî û şaristanî de , helbestvana Kurd Kubar Hawar (Sîmav Efrîn) di sala 1984’an de li gundê Şêx, yê ser bi navçeya Recoyê, ji dayîk û bavek Kurd (Mihemed û Solî), di nav malbateke kurdperwer a neteweyî û xebatkar de, ku ji şeş bira û sê xwîşkan pêk dihat, hatiye dinyayê.
Dê û bavê wê di dilên wan de hezkirina ji bo axê û dilsoziya bi welat re, û nirxên resen ên kurdayetiyê di dilê wan de çandin mîna dilsoziya ji kokê re, pabendbûna bi nasnameyê ve û hewildana berdewam a ji bo parastina mîrata çandî û zimanî ya kurdî.
Sîmav di hembêza xwezaya şênber a Efrînê de mezin bû, ku bêhna nêrgizan bi sira bayê zeytûnan re tevlihev dibe, ew cihê ku bi huner û awazê dijene, û di her kûşe û gundê wê de jiyan tijî dibe, ku awaz bi sira bayê re hev himbêz dikin, û xweza bi helbestê re di dîmenek tijî bedewî û germahî li hev kom dibin.
Li ser çiyayê Hawarê, li nav warên bedew ên gundê xwe de Sîmav zarokatiya xwe derbas kir؛ wê guh dida dengên xwezayê، awazên tilûran û xuşîna avê، li sirûdên jinan di zeviyan de û stranên şivanan di mêrgan guhdar dikir, wê bênxweşiya xaka bi bêhn dikişan, û li zeviyên berfireh û çiyayên bi heybet ên ku bûne şahidê şaristaniyên berê temaşe dikir , ku di giyanê wê de hestê hunerî, hezkirina helbest û wêjeyê ji piçûkatiya wê de çandin.
Li wir, di navbera germahiya xwezayê û aramiya gund de, û di navbera kuçeyên Efrînê û taxên wê yên kevnar de, wê dest bi berhevkirina tîpan kir wek ku zarok kulîlkên çolê berhev dikin, û guhdar dikir li pistîna ku çiya ji giyayan re vedibêje, û li stranên ku ba ji gundên dûr dibarîne, lewma gotin ji destpêkê ve welatek e piçûk bû ew di hewand e .
Sîmav di nava vê tevgera bedew ya dîrok, erdnîgarî û çandê de hatiye dinyayê؛ gotinên wê ji destpêkê ve nîşana hezkirina wê ya ji bo welat û nasnameya wê bû, û berdewamiyek bû ji bo tiştên ku dê û bavên wê di dilê wê de çandibûn mîna rûmet girtin bo mirasa Kurdî û têkildarî bo nasnameya neteweyî.
Meyl û hewesa wê ya edebî û rewşenbîrî ji zû ve dest pê kir, dema ku ew zarok bû ne zêdeyî deh salî bû, û ew bi kûrahî di bin bandora jîngeha dewlemend a derdora xwe de mabû – jîngehek ku bi ruh û huner tê pîroz kirin, dagirtî bi çîrok û stranan û ji her alî ve bêhna wêje û çandê jê dibare.
Nivîskar û torevanên kurd ên klasîk, yên wekî Cegerxwîn, Ehmedê Xanî û Mela Cezîrî ,roleke mezin di çespandina hişmendiya wê ya edebî de hebûn, herwisa xwendina wê ji berhemên nivîskarên navneteweyî û ereb re jî bandoreke mezin li ser rêwîtiya afirîneriya wê kiribûn.
Wê peyvên helbestên xwe vedihûnand
ji çîrokên ku hevrêziyê dikin di navbera efsane û dîrokê de ku dapîran li ser qehremaniya bav û kalan û berxwedana wan li dijî dagirkeran digotin û ji stranên kurdî yên ku evînê, berxwedan û hesreta welat zindî dihêlin, awaza yekem a jiyanê di hundurê wê de çêbû û hesta helbestî di wijdanê wê de bi cih bû..
Sîmav ji xuşîna robaran, xumxuma sulavên Meydankê, ji çîvçîva çivîkan, ji awazên jinan di dawetan de, û ji stranên palevanan di demsala çinînê de, xêzên pêşîn ên helbestê vehûnand , ew bi hesret dinivîse, û peyvên xwe bi tîrêja rojê û bêhna axê, dixemilîne , ji lewra helbestên wê dibin neynika ruhê axê û sirûdeke bîra Kurdî ya ku qet namire.
Wê taybetiyên hişmendiya xwe ya wêjeyî û ruhê neteweyî
ji şûnwarên kela Sim’an, bermayên Basûfanê û şikeftên çiyayên Lîlûn û Hawarê yên ku şahidî ji şaristanî û çandên kevnar re kirine, wergirte.
Xweza mamosteyê wê ya yekem bû , defterên wê bûn zevî û pênûsên wê bûn tîrêjên ronahiyê di serê sibêyên bêhnxweş de.
Wê xwendina xwe ya seretayî, amadehî û navîn li bajarê Efrînê qedandiye û ji temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê erebî kiriye, ji ber ku fêrkirin û hînkirina zimanê kurdî li Rojava ji aliyê rêjîma Beis a Sûriyê ve qedexe bû.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava li Efrînê ,ew tevlî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bû û li wir fêrî sê astên ziman bû. Piştre dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kir, û karê xwe weke mamostetiya zimanê Kurdî li dibistanên Efrînê berdewam kir.
Helbestvan Sîmav bi zimanê kurdî û erebî helbestan dinivîse û wan werdigerîne û bi dengê xwe yê xweş û germ dixwîne , dengek ku jiyaneke nû û wateyeke din li nivîsên xwe zêde dike.
Wê helbesta kurdî bi hemû şêweyên wê nivîsiye, ji helbesta kilasîk a bi rêzbend û kêşe , heya helbesta azad û nûjen, ta bighêje helbesta Hayko,helbesta stranbêjî û gelêrî jî .
Hinêra wê tenê bi ristina helbestan ve sînordar nema, lê afirîneriya wê derbasî cîhana vegotin, roman û kurteçîrokan jî bû.
Nivîsên wê hatine wergerandin bi zimanê Erebî, Îngilîzî, Fransî û zaravayê Soranî û hatine hezkirin di nav xwendevanên bi çandên cuda de.
Her weha çend helbestvanên Kurd jî helbestên wê bi dengên xwe xwendine؛ mîna:(Ayşe Şêx Sîdî، Şehrezad Şêx Sîdî، Baran Hiso، Meẓher Saîd، Eyhan Demîr، Ronî Efrîn û yên din).
Di nav berhemên wê yên edebî de, pênc dîwanên helbestî bi zimanê Kurdî hatine çap kirin:
- Pişka Bin Giyan – 2021, Çapxaneya Ava.
- Reşzeytûn – 2022, Çapxaneya Şelêr.
- Sîmirbazî – 2024, Çapxaneya Şelêr.
- Kirasê Binefşî– 2025, Çapxaneya Nûs.
- Landika Nêrgizan – li benda çapê ye.
Her wiha sê dîwanên helbestî ên elektronîk weşandine , du ji wan bi kurdî ne û yek jî bi erebî ye û ji bo zimanê îngilîzî hatine wergerandin:
- Hêviyên min.
- Êşa netewî.
- Maçek bi devê zeytûnê.
Mijarên dîwanên Sîmav cur bi cur in di navbera hesret û sirgûnê, nasname û jinbûnê, welat û bîranînê de ne, bi rêya wan re serpêhatiyeke helbestî ya rastî pêşkêş dike, ku zelaliyê bi kûrahiya mirovî re digihîne hev û bi riya wê ruhê jina Kurd, ku di xak, xewn û helbestê de rehên xwe berdayîn nîşan dide.
Sîmav di nivîsandina helbestên stranbêjiyê, terazû û rêzbend de afrîneriyê dike ,
gelek hunermendên Kurd helbestên wê kirine stran û gotine mîna Hunermend: (Mem Alan ” Koma Zozan”, Mezher Seîd, Mihemed Osman,
Aras Agirî,Ridwan Husên,hunermend Newroz Îbrahîm û Nûrjan..h.d).
Helbestvan Sîmav di encama keda wê ya edebî û afirîneriya wê ya zêde di warê helbestî û çandî de gelek xelat û bawernameyên pesindayînê wergirtine , mîna:
- Xelata Navenda Berzanî ya Rewşenbîrî li bajarê Hanover, Almanya.
- Xelata yaneya Hayko ya Kurdî.
- Xelata Koma Zozan li Holinda.
- Xelata Akademiya Aşîtî li Almanya.
- Xelata komelya Fageşta li Swêd.
Her wiha gelek pîrozbahiyên rêzgirtinê ji platformên çandî û medyayî yên Kurd û Ereb li ser medyaya civakî wergirtine .
Sîmav hebûneke wê ya çalak û cihêreng hebû di dîmena wêjeyî û çanda Kurdî de bi saya dayîn û afirîneriya wê ya di nivîsandina helbestan de bi zimanên Kurdî û Erebî, ji lewra gelek kanalên televizyonê û malperên elektronîk bi wê re hevpeyvîn û diyalogên wêjeyî çêkirine , mîna:(Kurdistan 24, Zana TV, News, Cûdî 4, Çira TV, Sterk TV, Xelat TV, Welat TV, Çarpell TV, û Radiyo ARTA..)
Her weha, çend kovarên Kurdî jî hevpeyvîn bi wê re kirine mîna:( Eylem ,
Sîwan ,Şermola, Salona wêje ,Hêlma Çandî, Komeleya Efrîn ya Huner ,Kurdistanî Nû û yên din).
Di heman demê gelek helbest û gotarên wê hatine weşandin di yane û kovarên erebî yên eleqedar dibin bi Hayko û wêje yê re.
Sîmav beşdarî gelek yekîtiyên edebî û rêxistinên çandî bûye û niha jî endamê va ye:
1- Yaneya Hayko ya Kurdî.
2- PENA Kurdî.
3- Desteya Mafên Mirovan a Rêxistinên Horî û HWD.
Helbestvana Kurd Sîmav di sala 2004’an de zewicîye û dayîka çar zarokan e, ku ji bo wê kaniyeke hestyarî û îlhameke kûr a mirovî ava kirin, ku di germahiya helbestên wê û dilpakiya hestên wê de diyar dibe.
Piştî dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve disala 2018’an de, ew tevî malbata xwe bi darê zorê koçber bû û li pey xwe malbat , bîranînên zarokatiyê û xeyalên xwe hişt.
Di çavên wê de rodikên girî û di dilê wê de hezar derd û xem, hesreta malbat û mal û darên zeytûnan ên ku çîrokên ax û welat jê re digotin.
Sîmav bi şêwazeke helbestî ya taybet tê nasîn ku mîna bêdengiya wê ya hundirîn û germahiya taybetiyên wê, şêweyeke ku hevbexşiyê dike di navbera hestiyariya jinê û hêzbûna çiyayî, di navbera xewn û rastiyê de , û di navbera hesretê û serhildanê de ,zimanê wê di şêweyê xwe de de hêsane , lê kûre di wateyê de, helbestê dike neynika giyan û di heman demê de hawara mirovan.
Ew di helbestên xwe de bi gelek mijaran ve mijûl bûye: Li ser Efrînê û zeytûnan, sembola pêdariyê, li ser azadî û rûmetê, li ser Kurdistanê û bedewiya xwezaya wê nivîsiye ,her wiha li ser evîn û hezkirinê, li ser jinên Kurd û têkoşîna wan nivîsîye.
Simav ne tenê helbestvan û nivîskarek e, lê di qada edebî û çandî ya kurdî de çalakvanek çalak e ew hîn di xurtbûna dan û afirîneriya xwe ya wêjeyî de ye, helbestên xwe bi wêneyên helbestî yên herî xweş dinivîse, gotar û çîrokên xwe bi şêweyekî rûmetdar û bedew pêşkêşî dike û bi awayekî afirînerî werdigerîne , ji bo ku bigihîje girseya gel, û dengê wê yê wêjeyî bimîne heyî û nûvekar.
Ji wê re serkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim.
Hunermenda Kurd Sîmav Efrîn ji xuşîna robaran, xumxuma sulavên Meydankê, ji çîvçîva çivîkan û ji stranên palevanan di demsala çinînê de, xêzên pêşîn ên helbestê vehûnand û bû nasname û dengê Efrîna birîndar.






