Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Desteya Sewaldariyê ya kantona Cizîrê Mihemd Tahir Şêxmûs tekez kir ku xebata serjmariya sewalan ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kiriye tê domandin û got; “Aramnca me belgekirina hejmara sewlan li tevahî herêmê ye.”
Kar û xebatên serjimariya sewalan ku desteya Sewaladariyê destpê kiriye; li herêma Cizîrê berdewam dike, armanca vê serjimariyê belegekirina hejamara gitşî sewalên li herêmê ye.
Ev lêkolîna berfireh beşek ji planeke berfireh e ji bo amadekirina datayeke dîjîtal ku dê alîkariya beşê aborî bike di pêşxistina bernameyên rast de ji bo peydakirina xwarin û dermanê sewalan, di heman demê de piştgiriya sektora sewalan bike.

Mekanîzmaya xebata sejimariya sewalan
32 komîteyên taybet di nava Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya kantona Cizîrê de, wekî beşek ji yek ji mezintirîn kampanyayên belgekirinê yên li herêmê di van salên dawî de şahidî kiriye; karê xwe yê serjimêriyê li bajar, bajarok û gundên herêmê didomînin. Serjimarî qeydkirina hejmara pez, çêlek, bizin û mirîşkan dihewîne, bi armanca çêkirina qeydek berfireh ku hûrguliyên mezinahiya sewaldariyê nîşan dide.
Hevserokê Sewaldariyê ya Kantona Cizîrê, Mihemed Tahir Şêxmûs diyar kir ku ev serjimarî qonaxa sêyemîn a rêzeserjimêrên ku di sala 2017’an de dest pê kirine pêk tîne û wiha anî ziman: “Wê demê hejmara komîteyan kêm bû û xwe dispart komîn û Yekîtiya Cotkaran, ku di encamê de hin kêmasî di daneyan de çêbûn. Di salên 2021-2022’an de, komîte berfireh bûn û pêvajo bêtir rêxistin bû, lê hîn negihîştiye asta rastbûn û berfirehiya pêwîst.”
Komîteyên belgekirina meydanî
Di serjimariya 2025’an de, rêveberiyê pergalên elektronîkî yên nûjen bi kar anî ku xwe dispêre komkirina daneyan bi awayê kaxizan pişre bi awayekî rasterast tê veguhestin ji bo bernameyek navendî girêdayî kantona Cizîrê, piştre ji bo navendên lêkolînê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev lêkolîn rê dide tesbîtkirina agahiyan bi awayekî rasterast û rê li ber manîpulekirin an dubarekirina daneyan digire, bi vî rengî kalîteya serjimêriyê baştir dike û wê rasttir û pêbawertir dike.
Mihemed Tahir Şêxmûs wiha domand: “Her komîteyek ji çar endaman pêk tê, ku temîsla aliyên sereke yên bi sektora sewaldariyê têkildarin; dikin, endamek ji komîteya sewaldariyê, nûnerek ji yekîtiya cotkaran, endamê meclisa bajar, wekî din kesê ku daneyan derbas dike di heman demê de agahiyan vedighurîne qeydkriina elktronîk. Ev cihêrengî daxwaza rêveberiyê di misogerkirina zelaliyê û beşdarbûna hemû aliyê têkildar; nîşan dide.”
Serjmarî li 300 gundî hat kirin
Kar û xebatên serjmariyê di çareçoveya pilaneke berfireh li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya Desteya Aborî û Mecalisên Çandiniyê li herêmê; tê kirim. Komîteyên kantona Cizîrê heya niha serjmariya nêzî 330 gundî kiriye di heman demê de kar û xebat berdewam dike bi armanca gihaştina hemû herêman bêyî îstîsna.
Ev xebat armanc dike ku hejmara Sewaldariyê destnîşan bike, ku ev lêkolîn bibe alîkar di danîna pilanên din ji bo peydakirina xwerinên ajalan û dermanên wê, li gorî meznahiya rastîn a sewaldariyê. Rêveberî hewil dide piştgiriyeke birêxistinkirî bide xwediyê ajalan dema girtina xwerin û dermanên ajalan di riya kartên elktronîk, bêyî tedbîrên kaxizan yên tevlihev an jî destwerdanên nerêkûpêk.






