Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nangeha giştî a bajarê Dêrikê: Kar û xebat

14/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Nangeha giştî a bajarê Dêrikê: Kar û xebat
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Rêveberê Beşa Hilberînê li Nangeha Giştî a bajarê Dêrikê Besam Yewnan diyar kir ku ew hemû hewildanên xwe dikin da ku nan bi qalîteyeke baş çêbikin û pêşkêşî welatiyan bikin. 

Nangeha giştî a bajarê Dêrikê yekemîn û kevintirîn nangeh e ku li bajar hatiye avakirin û bi salan xizmeta gel kiriye.

Nangeh li ser du xetan hilberîna nan dike,  xeta yekem ji seat 8’ê êvarî heya 6’ê sbehê ye û xeta duyem jî ji 6’ê sebahê heya ku hilberîna wan bidawî dibe. Di firngehê de 61 karmend cihê xwe digrin.

Di derbarê kar û xebatên nangeha giştî a bajarê Dêrikê de Rêveberê beşa hilberînê li nangehê Besam Yewnan ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên firingeha giştî

Besam Yewnan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di fnangehê de kar dabeş kiriye, 8 jin hevîr çêdikin, herwiha karmendên alavan hene her karmendek berpirsê alava ku di nav destê wî de ye. Lewma her roj dema çêkirina nan bidawî dibe karmendek alavan paqij dikin da ku pirsgirêk dernekevin. Bi giştî hijmara kesên ku cihê xwe di nangehê de digrin 61 kesin. Di heman demê de sê aş li cem me hene aşê Xêrat, Cezîrê û Hitîn, em ard tevlîhev dikin di encamê de nanê me baş dibe. Ji destpêka meha pûşberê ve karê me bûye kopiratîv, ev yek bi me re bû alîkar ku karmend bêtir bi karê xwe ve werin girêdan, di heman demê de kalîteya nan jî baştir bûye, dema kalîte baş bibe gel jî berê xwe dide nangehê lewma em hemû hewildanên xwe dikin ku xizmeta civakê bikin. Tişta ku dihêle karê me serkeftî derbas bibe hevgirtin û destekdayîna karmendan û rêveberiyê ji hev re ye. Piştî ku karê me bû koperatîv ji sedî 90 guhertin çêbûye ev yek dihêle ku rexneyên gel jî kêm bibe li ser me û razîbûna xwe nîşan bidin.”

Astengiyên ku derdikevin pêşiya karmendan

Rêveberê beşa hilberînê li nanegeha giştî a bajarê Dêrikê Besam Yewnan axaftinên xwe wiha qedand: “Hêviya me ew e ku di sala nû de hin guhertin di nangehê de çêbibe di milê guhertina alavan de, ji ber ku hin alav li cem me hene hîn ji salên 80’î yê ve ne û dema ku xira dibin karê me asteng dibe. Herwiha hêviya me ew e ku ereberyek ji bo belavkirina nan jî were veqetandin, ji ber ku dema nan dimîne dibe hevîr dema erebe hebe em belav bikin nan di ser hev de namîne. Ji ber ku ev nangeh tenê di bajar de heye rojana em 13ton ard çêdikin, dema pirsgirêkek di alîkî de derdikeve karê me tevlêhev dibe. Daxwaza me ew e ji hemû gelên bajarê Dêrikê û gundewarên wê ku zanebûna wan di milê çêkirina nan de hebê berê xwe bidin nangehê û têde kar bikin, dema ew kes berê xwe bidin nanghê wê seatên kar kêm bibe û qalîteya wê baş bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.