Reşo Mihemed
Piştî rûxandina rêjîma Baas bi salekê, bi taybet di roja salvegera wê de, gelên Sûriyê bi rêbazên cuda ev bone pîroz kirin, hin ji wan bi rêzdarî, hinan bi kîndarî û hinan jî ji ber kiriyarên ku li ser wan hatin kirin ji hêla hikumeta veguhêz bêbertek man. Lê pirsa me kîndariya ku ji hêla alîgirên hikumeta nû ve ye, kîndariya ku li dijî Rêveberiya Xweser, QSD û gelê Kurd di vê rojê de hate nîşandan. Ev yek bi zanebûn li tevahiya bajarên ku di bin siya hikumeta veguhêz ve çêbû, di mîting û meşên alîgirên hikumetê de siloganên kîn û nefretê li dijî QSD’ê û gelê Kurd digotin. Ya herî xerab ku hate kirin, li Dêrazorê çêbû, dema ku leşkerên Artêşa Berevaniya Sûriyê tevlî alîgirên xwe derketin qadan û gotinên xerab derheqê QSD’ê û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mîtingan de dan. Berpirsa sereke ji van kiriyarên wiha Berevaniya Sûriyê û hikumeta HTŞ’ê ye, armanc ew e ku gelên Sûriyê bikevin şerekî bêdawî û fitneyeke mezin di navbera gelan de ava bibe. Derbarê vê yekê malpera fermî ya QSD’ê daxuyaniyek belav kir, QSD’ê da zanîn ku avêtina siloganên kîndariyê û dijîtiya QSD’ê heman hişmendiya rêjîma têkçûyî ye, herwiha armanca wê gurkirina agirê fitneyê di navbera gelên Sûriyê ye. Di heman demê de QSD’ê tekez kir ku ew xwedî rol e di parastina gelan de li hemberî xeteriya terorê û wê xîtaba kîndariyê nebe alavek di destê tu kesî ji bo tevlîheviyê û şerê navxweyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina HTŞ, desthilata nû ya Şamê gelê Kurd ji ber sedemên cuda weke daxwaza gelê Kurd bi parçebûna ji xaka Sûriyê tewanbar kir. Siloganên hikumeta veguhêz hemû qadên civaka Kurd li Sûriyê û derveyî Rojavayê Kurdistanê aciz kir, êdî Kurd dibêjin “Em ê çawa bi civakeke wiha re jiyan bikin, em dibêjin aştî û lihevkirin, wekheviya netewan, yekîtiya gelan, diyalog, lê ew dibêjin agir û şer.” Gelê Kurd nema baweriya xwe bi vê hikumetê û alîgirên wê tîne. Di heman demê de wê gelê Kurdî bi sedema kîndariya ku li ser tê meşandin, xwe dûrî vê hikumeta wê bixe. Gelê Kurd û QSD’ê di serdema rêjîma Baas de jî dibû hedefa reşkirinê, hikumeta Şamê ya têkçûyî bi zanebûn Hêzên Sûriyaya Demokratîk û gelê Kurd li pêşiya çavê tevahiya pêkhatiyên din dida reşkirin. Her tim dixwest agirê şerekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê gelên wê pêxe û xwe vekişîne ji lîstika xwe ya qirêj. Lê pêkhateyên Sûriyê lîstika rêjîma Baas baş naskiribûn, lewma armanca rêjîma Baas pêknehat. Dema ku hikumeta HTŞ, artêşa Berevaniya wê û alîgirên hikumetê ji bo salvegera (Rizgarkirina Sûriyê) şahî dikir, hejmareke mezin ji leşkerên HTŞ û komên çete yên girêdayî wê di pêşandaneke leşkerî de axaftin li dijî Israîlê gotin, hem jî piştgirî dan Filestînê. Di heman rojê de Wezîrê Elşetat a Israîlî Emîhay Şêklî li ser heman bûyerê wiha got: “Şer û cenga me li dijî Sûriyê dê karekî tekez be, ji ber ku hin leşkerên HTŞ’ê di salvegera (Rizgarkirinê) axaftinên piştgirtiyê ji bo Xezayê dan.” Axaftina Şêklî hişt ku tirseke mezin li cem hikumeta veguhêz û Berevaniya wê ava bibe. Tirs ji ber tunebûn û bidawîbûna hikumeta veguhêz hat avakirin, ji ber vê yekê jî Wezîr Wezareta Berevaniya Sûriyê Murhef Ebû Qesra bi dilekî tirsok derket û axivî: “Cihê tekeziyê ye ku Sûriyê xwedî helwesteke û tenê girêdayî mijarên hundirîn eleqedar dibe, destwerdanê di dewletên hawîrdorê de nake. Siloganên ku ji hêla hejmarek ji leşkerên artêşa me ve derbarê Xezayê hatin kirin, nûnertiya hikumeta Sûriyê û Wezareta Berevaniya Sûriyê nake. Ji bo vê mijarê jî lêpirsîn çêbû.” Ev axaftin û lêbûrîn, wekî koletiya hikumeta HTŞ ji Israîlê re bû. Wekî tê zanîn, hikumeta HTŞ bi biryara Israîl û hin hêzên navdewletî hat li ser desthilatdariya Şamê da ku tevgera Îranê û Huzbullahê ji Sûriyê raweste. Piştî vê guhertinê êdî Israîl gefekê ji komên cîhadîst û HTŞ’ê bixwe dibe cihê nerazîbûna Israîlê. Em dibînin ku dema ku silogan li dijî Israîlê tên kirin, hikumeta veguhêz dikare gefan û agirê şer vemirîne, lê dema ku mijar dibe kîndariya li dijî QSD, gelê Kurd û tevahiya gelên Sûriyê, ew agirê şer gur dike. Ji dêvla ku HTŞ’ê mîrateya Baas a kîndariyê hilgire û mîna rêjîma beriya xwe têkbiçe, pêwîst e siyaseta kîn û nefretê bide rawestandin. Çareseriya Sûriyê ne bi kînê û zordariyê pêktê, lê belê bi diyalogê, aştî, edaleta civakî, hem jî xwerêvebirin û sîstema nenavendî dibe. Pêkanîna diyalogeke Sûrî ku tevahiya gelên Sûriyê tê de beşdar bibin û hemû alî hev bipejirînin, pêwîst e. Bi vî rengî heskirineke mezin di navbera tevahiya gelan çêdibe û welat ji vê kirîzê derdikeve. Avabûna Sûriyê bi heskirin, diyalog, demokrasiyê pêkan dibe. Divê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de li şûna kîndariyê were çandin.






