Hemza Sêvo
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas rapora kiryarên li dijî rojnamevanên cîhanî ya salane belav kir, tê de jî kiryarên ku dewleta Tirk li ser rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne bi zanebûn paşguh kir. Paşguhkirin tê wateya ku ew rastiyan vedişêre û sînoran di navbera xwe û rojnamevanên azad de ava dike.
Rojnamevanên ku hatine hedefgirtin li seranserî cîhanê
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora sala 2025’an di 9’ê Berfanbarê de belav kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku li seranserî cîhanê di nava salekê de 67 rojnameger hatin kuştin. RSF’ê rapora li ser pêvajoya navbera 1’ê Kanûna 2024an û 1’ê Kanûna 2025an aşkere kir. Di raporê de Rêxistina Rojnemevanên Sînornenas destnîşan kir ku rojnameger ji ber kiryar û sûcên hêzên çekdar hatin kuştin û got: “Rojnameger namirin, têne kuştin, herwiha 135 rojnameger winda hene.” Li gorî raporê, li tevahiya cîhanê li 47 welatan 503 rojnameger girtî ne. Welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne: Çîn 121, Rûsya: 48, Myanmar: 47. Lê UNESCO’yê tekez kir ku di sala 2025’an de 91 rojnameger hatin kuştin di heman demê de li gorî UNESCO’yê jî di sala 2025’an de 91 rojnameger hatin kuştin.
Kiriyarên xerab li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Wekî tê zanîn di dawih sala 2024’an de Sûriyê çavê xwe li ser guhertinekê vekir, rêjîm bi hikumeta HTŞ’ê hat guherandin herwiha ev guhertin xwedî bandor bû li ser Barkur û Rojhilatê Sûriyê. Li Bendava Tişrîn, Minbic, Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Dêrhafir û hwd… êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hebûn. Da ku êriş û rastiya kiriyarên dagirkeriyê ji bo raya giştî were parvekirin, rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka şopandinê avêtin ser milê xwe. Di oxira erkdariya şopandina heqîqetê de jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Belgîn di 19’ê Berfanbarê de ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatin şehîdxistin. Hem jî hevreyê me yê rojnamevan Şervan Seydo di Sibata 2025’an de ji hêla dagirkeriyê ve şehîd bû. Herwiha piştî vê bûyerê dewleta Tirk a dagirker rasterast êrişî sivîl û rojnamevanan kir û di encamê de nêzî 10 rojnamevan birîndar bûn. Ev kiriyarên xerab ên dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan ji Berfanbara 2024’an heya Adara 2025’an hatin domandin.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, sînornas e
Dema ku îsal Rojnamevanên Sînornenas rapora xwe parve kir, bal kişand li ser rojnamevanên gelek welatan û rastiya qetilkirin, desteserkirin û hemû cûreyên kiriyaran eşkere kir. Lê wê bal nekişand li ser kiriyarên ku li ser rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin meşandin bi dirêjahiya sala 2025’an. Tekez e ku Rojnamevanên Sînornenas bi hemû kiriyarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizan û vê mijarê dişopîne, lê bi zanebûn li ser ranaweste. Ev yek jî tê wateya ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas çavê xwe li rastiyê digire, bi taybet di kuştin û birîndarkirina rojnamegeriya azad de paşguhkirin çêdibe. Gelo ev rêxistin sînornenas e di warê parastin û şopandina rewşa rojnamevanên cîhanê de, na, ew sînornas e. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas bi vê bêdengbûna xwe dibe sînornas, di navbera xwe û rojnamegeriya azad de sînorekî ava dike. Di heman demê de ew dibe hevkara dagirkeriya Tirk di hedefgirtina rojnameger û rojnamegeriya azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Pêwîst bi sînornenasî, parstin û şopandina rojnamevanan heye
Piştî rûxandina rêjîma Baas û pirbûna hedefgirtina rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li asoyên çareseriyê geriya. Bi armanca parastin û piştgiriya rojnamevanan, di 13’ê meha Adara 2025’an de Yekîneya Şêwermendiya Ewlehî û Parastina Rojnamevanan raghandin. Ragihandina Azad pêwistî dît ku Yekîneya Parastina Rojnamevanan bê avakirin û wiha berdewam. Di encama rewşa şerê ku Sûriyê tê de derbas bû, rojnamevan rastî gelek metirsî û xeteriyan hatin. Piştî rûxandina rêjîma Baasê û hatina hikumeta veguhêz jî hîna gef li ser rojnamevanan tên kirin. Rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin xwe bighînin herêmên tevahiya Sûriyê lê xeterî li ser jiyana wan heye. Bêguman xebata Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas derbarê şopandina rewşa rojnamevanên cîhanî dide meşandin gaveke baş e, lê dema ku rewşa tevahiya rojnamevanên cîhanî neşopîne û hedefgiritina wan diyar neke ew dibe hevkara hedefgirtinê. Lewma divê di serî de Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas li gorî pîvanên rojnamegeriya rast tevbigere, rastiyan nenuxîne kiriyarên ku li dijî rojnamegeran tên kirin, li kur bin, kî bin û îdiyoljya wan çawa be, divê sînor di navbera rojanmevanan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas neyê avakirin, bi taybet rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê. Li aliyê din divê têkiliyeke xurt di navber Yekîneya Şêwermendiya Ewlehî û Parastina Rojnamevanan û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de çêbibe da ku xeteriya li ser jiyana rojnamevanên Rojava, Kurdistan û Sûriyê were eşkerekirin û rojnamevan bên parastin.






