Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya jinê re pêkan dibe

14/12/2025
in JIN
A A
Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya jinê re pêkan dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Berdevka Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş da zanîn ku Rêber Apo ji bo jinan teoriyên nû pêşxistin, bi banga “Aştî û civaka Demokratîk” re erk û pêşengtiya jinan piratîkî dike. Çawa ku di hemû pêvajoyên şoreşê de têkoşînên jinan serketin, wê di vê pêvajoyê de jî bi ser bikeve.  

Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga”Aştî û Civaka Demokratîk” kir ev pêvajo ji bo tevahî gelê Kurd û di heman demê de ji bo jinan gavek nû bû. Di demekê de ku li tevahî cîhanê şer dijwar hebû, Rêber Apo bi bang xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” derî li pêşiya şerê cîhanê girt. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê belê ji bo aramî û aştiya tevahî cîhanê bû. Bi vê banga xwe Rêber Apo pêşengtiyê dide helwesta jinan a ji bo aramî û aştiyê. Di pêkanîna vê pêvajoyê de rol û erka jinan ya bingehîne.

Di vê çarçoveyê de Berdevka Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ji Rojnameya me re axivî.

‘Jin bi sentezekî nû beşdarî avabûna civaka demokratîk bû’

Sema Begdaş diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo gelê Kurd û jinan pêvajoyek nû bû û wiha got: “Îro li seranserî cîhanê hazirtiyên şer tê kirin di demeke ku li tevahî cîhanê geşedanên şer tên jiyankirin, Rêber Apo bi banga xwe ya Aştiyê û “Civaka Demokratîk” rê li pêşiya tevahî komkujiyan girt. Ev banga Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistan bû, lê belê ji bo tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Herwiha di pêkanîna vê pêvajoyê de erk û misyona jinê girînge. Tevgera ku Rêber Apo piştgirtiya wê dike tavgera jin bû, herdem Rêber Apo ji bo jinan teoriyên nû pêşdixistin. Jinan têkoşînê xwe li hemberî çarçoveyê jiyanê teng kirin, jinan têkoşîn ji bo mafên xwe kirin, lê di vê tevgerê de jin çawa karibe vê çarçoveya teng derbas bike, ji ber îro li seranserî cîhanê doza jin yak doz e. Ji bo vê jî Rêber Apo ev erk û misyon da jin û rojane ev tevger bi tevlîbûna jin, rêxistina jin û îdolojiya rizgariya jin berfireh bû. Herwiha rêxistinkirina jin di milê leşkerî de, pêşxistina zanista Jineolojî bê guman Rêber Apo pêşengtiya van tevgeran jî dike. Gelek Teorî ji bo jinan pêşxistin û niha li seranserî cîhanê li ser van teoriyan nîqaş tên kirin. Ev hemû jî di şoreşa Rojava de piratîkî bû. Di vê şoreşê de jin bi sentezekî nû beşdarî avabûna civakeke demokratîk bû.

Di her pêvajoyekê de jinan mohra xwe li dîrokê dane weke Ş Sekîne Cansiz, Şîlan, Bêrîtan Hêvî, Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan û bi hezaran milîtanên mîna van rêhevalan hene ku mohra xwe li dîroka azadî û têkoşîna jinê dane. Herwiha heya roja me ya îro jî ev têkoşîn  berdewame. Ji dema raghandina vê pêvajoyê de hemû jin ji nû de armanc, bername, erk û berpirsyariyên xwe avkirin ku vê pêvajoyê biserbixînin û berdewam bikin.”

‘Di demokrasiyê de hebûnan jin pîvan û perensîbekî sereke ye’

Sema Begdaş destnîşan kir ku ev zêdetirî sed salî ye sîstemên netew dewlet hatine avakirin û wiha pê de çû: “Sîstema netew dewletê bandoreke neynî li ser gel û jinan kir. Yên herî zêde dibin qurbaniya van sîsteman jin in. Ev zêdetirî sed salin di sîstema heyî ya netew dewlet de ku ne li gorî taybetmendiya xwezaya Rojhilata Navînin e, ji ber ku Rojhilata Navîn cihê xwedewendan, gelan, netewan û eşîran bûn ku xwe bi awayekî demokrtatîk birêve dibirin. Ev sîstem jî bandora xwe li tevahî Rojhilata navîn kir, îro em di sedsala 21’emîn de ne, Rêber Apo ji bo vê sedsalê dibêje: “Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jin û gelan e”. Di demokrasiyê de hebûna jin pîvan û perensîbekî sereke ye, eger hebûna jin di cihê biryarê, siyasî û aborî de tune be, em nikarin demokrasiyê pênase bikin. Îro li tevahî Rojhilata navîn pêwîste dewletek demokratîk, Tirkiyeyek demokratîk, Îranek demokratîk û dewleta Iraqê ya demokratîk ava bibin. Îro li Îraqê sîstemek fedral a Kurdan hatiye avakirin, lê ew sîstem heya çi astê demokratîke û hebûna jin heya çi astê tê parastin ji ber ku hemû kesên li ser desthilatdariyê û hikumetê zilamin.

Îro eger mafê hebûna jinê tune be, em nikarin demokrasiyê temsîl bikin. Rêber Apo li ser zemîn, dîroka herêmên Kurdistanê û Rojhilatê Navîn teorîya konfederîzma komara demokratîk, Rêveberiya Xweser û Netewa demokratîk pêşkêş kir.”

‘Manîfêstoya “Aştî û Civaka Demokratîk” çareseriya tevahî pirsgirêka ye’ 

Sema Begdaş diyar kir ku ji bo pêşxistina vê pêvajoyê divê Rêber Apo baş fêmbikin û wiha domand: “Rêber Apo teorî û têgînên nû li ser esasê zanistê pêşkêş dike, pêwîste felsefeya menîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” were analîzkirin ji ber ku li ser bingeheke dîrokî, felsefîk û mîtolojî ye. Divê em rastiya wan nasbikin û di piratîkê xwe de bikin. Rêber Apo dibêje: “Hûn çiqas dikarin min fêmbikin, hûn ewqas dikarin pêk bînin“. Herwiha pêwîste xwe rêxistinkirin zêde bibe û ev fikir li tevahî cîhanê were belav kirin. Divê em rêxistin û têkoşîna xwe bi rêxistinên jinan re û tevgerên demokratîk re xort bikin.

Rêber Apo di menîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de baldikşîne ser (Qatilê Kastîk) ev kesên ku li ser desthilatdariyê hikuma zilim û zordariyê dikin hene, lê li beramberî wê di nava civakê de gel û jin hene eger ev gel xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe xorttir bikin yek dikarin komareke demokratîk ava bikin. Rêber Apo di vê menîfêstoya de rêya çareserî ji me re pêşkêş kiriye, têgîn û têgeh şîrove kirine. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin ji bo her gelî çareseriyê tîne, ji gelê Fîlistînê re, ji gelê Efgenistanê re ji gelê Turkiyê re û gelê Sûdenê re çareseriyê tîne.”

‘Naskirin di piratîkê de ye’

Berdevka Patiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” menîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li her derê tê xwendin, di hemû saziyan de tê xwendin û em jî weke PYD’ê me xwend û perwerde jî li ser hatin çêkirin. Li demê pêş de weke plansazî li pêşiya me heye ku emê dîsa menîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk”  bixwînin li beramberî wê kêmaniyên me çi ne û çawa emê derbas bikin. Em naskirina xwe ji menîfestoyêre di piratîka xwe de hewaldidin pêkbînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.