Ayşa Silêman/ Dêrik
Yekîtiya Jinên Suriyanî bi boneya nêzîkbûna serê salê pêşengeha Pamêla ya karên destan li bajarê Dêrikê li darxistin.
Yekîtiya Jinên Suriyanî bi boneya nêzîkbûna serê salê pêşengeha Pamêla ya karên destan li parka Arî li bajarê Dêrikê li darxistin. 10 jin tevlî vê pêşengehê bûn da ku karên xwe yên ku li malê pêve mijûl dibûn pêşkêş bikin. Ev pêşengeh wê du rojan berdewam bike, ji seat 10 heyanî 12 û ji seat 3 heya 6’ê êvarî bi amadebûna mêvanan pêşengeh dest pê kir.

Di destpêka pêşengehê de li ser navê Yekîtiya Jinên Suryanî Delal Gebro axivî û wiha got: ” Em kêfxweşin ku îro hûn hemû li vir hazirin. Di bin sîwana Yekîtiya Jinên Suryanî li bajarê Dêrikê ku afrînerî, karên destan û jêhatiyên cihîreng di bin yek banî de kom bûne. Em bi vê kombûnê serbilindin ku malbat, heval û piştgiriyên jinan li vir kom bûna û armanca wan destek bidin jinê da ku karê xwe berdewam bike. Gelek jin hene tevî ku karê malê jî dikin lê girêdana wan bi çand û mîrasa wan ve heye, lewma me wek erk dît ser milê xwe ku em bibin alîkar bi jinê re da ku karê xwe pêşkêş bike. Ji ber ku her jinek nirxekî pîroz dide destekdanîna wê jî erkê me ye. Di heman demê de tê dîtin ku gelek jin hene cesareta wan nîne û ji rê û resmên civakê ditirsin, ji ber vê yekê derxistin û pêşkêş kirina karê jinê ji me tê xwestin. Her wiha wê ev pêşengeh li ser du rojan were berdewam kirin, têde karên li ser text, mûm li ser destan, şîraniyên bi dest hatîn çêkirin û gelek tiştên din ên girêdayî bi serê salê ve tên pêşkêş kirin.”
Di berdewamiya pêşengehê de hemû beşdarvanan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gelek tiştên bi nirx hatin firotin.






