Ronahî Sadûn/Qamişlo
Meclisa Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê civîna xwe ya yekem a piştî lidarxistina konferanê xwe yê 4’yemîn lidar xist û tê de endamên desteya Rêveber a YRJ’ê, Koordînasyona Meclisê û Berdevka YRJ’ê hatin hilbijartin.
Di 8’ê Mijdarê de 4’emîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû lidarxistin. Di konferansê de jî endamên meclisê hatibûn hilbijartin ku ji 31 rojnamevanên jin pêk dihat.
Îro Meclisa YRJ’ê civîna xwe ya yekem a piştî Konferansê 4’emîn bi beşdariya endamên xwe li dar xist, tê de rewşa siyasî ya ku herêm tê de derbas dibe, hate nirxandin. Piştre endamên desteya Rêveber a YRJ’ê ku ji 15 rojnamevanên jin, herwiha Koordînasyona Meclisê ya ku 5 rojnamevanên jin pêk hatin û Berdevka YRJ’ê hatin hilbijartin.
Endamên Desteya Rêvebir a Meclisa YRJ’ê wiha ne:
Mîdiya Omer, Neda Mihemed, Rebîa Îto, Emel Mihemed, Şînda Ekrem, Zîlan Ebdû, Dîlan Osman, Arîn Siwêd, Hiyam Ebdellah, Yara Mihemed, Hewlêr Hekîm, Evîn Yûsif, Ciwana Cuma, Jiyan Koçer û Sîlva El-Îbrahîm.
Endamên Koordînasyona Meclisê wiha ne:
Dîlan Osman, Emel Mihemed, Mîdiya Omer, Yara Mihemed û Evîn Yûsif.
Berdevka YRJ’ê:
Emel Mihemed hat hilbijartin.
Civîn bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bidawî bû.







