Asya Weşûkanî
Roja mafê mirovan a Cîhanî xwedî wateyeke, mirov hez û mirov parêze. Û wateya wê ya giring jî ewe ku xwedî derketina li mirovahiyê, bi komî di nav hemahengekî de ne. Weke ku em hemû jî dizanin civaka mirovahîyê xwe bi rengê, kilanan birêxistin dikir û diparast û wiha xwe berdewam kir; lê bi destpê kirina civaka çînayetî re ji mafê mirovan, zêdetir mafê desthilatdaran hatiye parastin. Piştî perçe kirina civaka mirovahî weke du çînan, civaka mirovahî zilm û zoreke pir mezin dibîne û koledarî; têye destpê kirin û di civakên koledar de mafê mirovan, yên herî biçûk jî têye binpê kirin û desthilatdarên qatîl serwerê civakê dibin. Ji wê demê de mafê mirovan her têye binpê kirin û dinava, wan şerên cîhanê yên navendî de bi mîlyonan mirov têne kuştin û li her devera cîhanê mafê mirovan ê herî rewa, jî têye binpê kirin û dema ku niha têye gotin: Mafê mirovan ji mirov re pir seran sera û xapandin têye kirin û biqasî, em dizanin gelek peyman û saziyên mafê mirovan hen; lê mixabin bêbandor û bêfeydene û hinekî jî xapandine û ji bo, ku mirov bibêjin vaye mafê me têye parastin. Û tekez gerek were zanîn ku tenê mafê mirovan, bi têkoşîn û xebateke komî a civaka mirovahî dikare bi aramî û ewlehî; were jîn û weke ku têye dîtin Rêber Apo jî pêvajoya çareseriyê daye destpê kirin.
Weke ku têye zanîn her kes ji pêvajoya ku Rêber Apo, daye destpê kirin agahdar bûye û ez jî dibêjim: Fikir, nerîn û felsefa Rêber Apo dermanê herî, şîfagere ji derdê civaka mirovahî re û tekez pêkanîna wê pêvajoyê; jî wê bi têkoşîn û keda mirovahiyê ya berdewamî pêkan bibe. Rêber Apo ji her kesî zêdetir têkoşîn dike û di ser kar û xebata wî re; nîve sedsalek bûrî û hîna jî bi kelecan, coş û hêviyeke pir mezin, têkoşîn dike û hemû heval, hogir, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû dawetî, çareseriya aşîtî û civaka demokratîk dike û dibêje: Parastina civak bûnê parastina mirovahiyê ye. Ev jî têye wateya ku yekbûna civakê parastina wê bi xwe ye.
Ji bo ku civaka mirovahî xwe biparêze û dawiyê li şer û tundiyê bîne, tekez gerek xwe birêxistin bike û li her deverê çalak bibe. Û em hemû jî dizanin ku weke jin û civak ger ku, em xwe ne parêzin wê ti hêz di cîhanê de nikaribe me; biparêze û xwedî derkeve. Weke ku têye zanîn roja mafê mirovan a Cîhanî ku di 10`ê heyva berfenbara sala, 1948 an de weke roja mafê mirovan a cîhanî hatiye; qebûl kirin û dibe ku ev roj weke manewî hatibe, diyar kirin û dibe ku heyanî pileyekê mafê mirovan jî parastibe. Lê mixabin dema ku em rewşa mafê mirovan a roja niha, dahurandin dikin wê demê mirov famdike bêka çiqasî mafê; mirovan hatiye parastin.
Ez careke din bibîr dixim û dibêjim: Parastina mafê mirovan a cîhanî tenê wê bi fikir, felsefe û bîrdûziya Rêber Apo were parastin û ew jî wê bi pirojeya ku Rêber Apo daniye holê û ji bo wê rojê 20 katjimêrê têkoşîn dike. Gerek hemû mirovahî vê rastiyê bibîne û keda xwe beşdar bike, ji bo ku hîn xurtir û bi leztir berhemdar bibe. Ji bo wê careke din ez bangewazî li tevahî jin, ciwan û hemû beşên civakê dikim û dibêjim: Werin em hemû bi hevre mil bi mil têkoşîn bikin, ji bo ku em mafê xwe biparêzin û têkoşîna xwe berhemdar; bikin û tekez wê serkeftin ya gelan be.






