Dîlan Mulhim\Qamişlo
Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna Pêşîn a sala 1948’an de, ji aliyê 48 welatan ve hate pejirandin, bi armanca peydakirine jiyanek baş, aram û wekhev ji tevahiya gelan re. Di salvegera 77’an a Roja Cîhanî a Mafê Mirovan de hîn kiryarên dijmirovî berdewam in û cîhan li hemberî vê yekê bêdeng e.
10 ê’Kanûnê rojeke taybet e û wekî Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan tê naskirin. Ev roj wek salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye destnîşankirin ku di sala 1948’an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve ji bo naskirina gerdûnî û parastina mafên mirovan hatiye qebûlkirin, ango hatiye destnîşankirin. Herwiha ji 10’ê Kanûnê hata 17’ ê mihê Heftiya Mafên Mirovan tê dest pêk kirin.
Armanc û giringîya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan
Roja Mafên Mirovan weke rojeke giring e ku armanc li rêzgirtina ji mafên mirovan û haydarbûn e ku her kes bizane ev maf ji bo her kesî derbasdar e li seranserê cîhanê. Di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de tê gotin ku her kes ji ziman, reng, zayend, ziman, ol û cudahiyên din xwedî maf û azadiyên bingehîn e. Di nav van mafan de hêmanên bingehîn ên wekî mafê jiyanê, azadiya raman û mafên darizandina wekhev hene.
Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan
Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan ku di 10’ê Kanûna Pêşîn a sala 1948’an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin, encama tiştên ku cîhanê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jiyabû, bû. Civaka navneteweyî soz da ku careke din rê nede hovîtiyên mîna yên ku di wê pevçûnê de hatine kirin. Rêberên cîhanê biryar dan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî bi nexşeyekê re temam bikin da ku mafên her kesî, li her deverê biparêzin. Belgeya ku wan li ber çavan girt, ku paşê bû, Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, di rûniştina yekem a Civata Giştî ya ku sala 1946’an de hate girtin.
Civata Giştî pêşnûmeya Danezana Mafên Mirov û azadiyên bingehîn nirxand û ew ji encumena aborî û civakî re şand “Bi armanca ku ew pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan bike ji bo nirxandin, di amadekirina wê ya qanûna navneteweyî de.”Di rûniştina xwe ya yekem de, ku di destpêka sala 19476’an de hate lidarxistin, Komîteyê destûr da endamên buroya xwe ku tiştê ku jê re digotin“pêşnûmeya pêşîn a Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî” formule bikin. Piştre kar ji aliyê komîteyek amadekirina fermî ya ku ji endamên komîteyê yên ku ji heşt welatan hatine hilbijartin ji ber ronahiya dabeşbûna erdnîgarî ji nû ve hate destpêkirin.
Naveroka Zagonên Mafên Mirovan
-Mafê hemû kesan, bêyî cudahî, heye ku ji bo xebata wekhev, mûçeyek wekhev bistînin.
-Mafê her kesê kedkar heye ku mûçeyek adil û guncav ji wî û malbata wî re peyda bike ku hebûnek layiqî rûmeta mirovî be û dema ku hewce bike bi rêyên din ên parastina civakî were temam kirin.
-Mafê her kesî heye ku ji bo parastina berjewendiyên xwe bi kesên din re bibe endam.
-Dayik û zaroktî mafê lênêrînê û alîkariya taybetî heye. Mafê hemû zarokan heye ku ji heman parastina civakî sûd werbigirin, çi di nav zewacê de çi li derveyî zewacê ji dayik bibin.
-Mafê her kesî yê perwerdeyê heye. Divê herî kêm di asta seretayî û bingehîn de perwerde bêpere bê dayîn. Perwerdehiya seretayî pêwîstî ye. Ji bo ku perwerdehiya hunerî û perwerdehiya pîşeyî ji her kesî re peyda bike. Xwendina bilind divê ji her kesî re li gorî jêhatiya xwe peyda bibe.
-Dê û bav di serî de mafê hilbijartina cureyê perwerdehiya ku ji zarokên xwe re tê dayîn heye.
-Mafê her kesî heye ku berjewendiyên manewî û madî yên ku ji berhemeke wî ya zanistî, wêjeyî û hunerî derketiye, biparêze.
-Di kar anîna maf û azadiyên xwe de, tu kes nikare bikeve ber sînorkirinên ku bi qanûnê hatine destnîşan kirin, bi tenê armanc ew e ku pênasîn û rêzgirtina maf û azadiyên kesên din, û pêkanîna dadmendî ya pêwîstiyên rêxistina giştî, û başbûna tevahiyan di civakeke demokratîk de ye.
Zagonên Mafê Mirovan di hin cihan de kêm in
Zagonên mafê mirovan di hin cihan de encamê xwe girt û binpêkirin kêm bûn, lê di hin cihan de jî ti guhertin ava nekir û asta binpêkirinên mafê mirovan bilind bû. Herwiha bi riya van zagonan kirîn û firotina mirovan bi rengekî hat rawestan, lê bi rengên cuda, kirîn û bazrganiya ku li ser jinan tê ferzkirin dewam kir. Di dema niha de li ser mijara newekheviya di navbera jin û mêr de, gelek binpêkirin di derheqê mafê jinê û zarokan de tê kirin. Ji ber vê mijarê gelek jin jiyana xwe winda dikin. Dixwazin bi ferzkirina tundiya li dijî jinê desthilatdariya xwe ferz bikin û civakeke li gor xwe ava bikin. Lê li hemberî şideta li ser jinê, tevgera jin li tevahiya cîhanê têkoşîneke xurt dide meşandin. Di vî alî de parêzvanê mafê mirovan jî li gorî derfetên xwe têkoşîna li dijî binpêkirina mafê mirovan bênavber didin meşandin. Ev pevçûna di navber zilim û heqiyê de bi hezarê salan dewam dike.
Di encama rûdana şer de, gelek mirov hene mafê xwe yên bingehîn wenda dikin, bi taybet di aliyê jiyanî de. Herwiha ji aliyê xwarin, vexwarin, cihê tendirurstî, xwendin û jiyanek bi rûmet di demên şer de tev wenda dibin. Di heman demê de êşên şer pirin û êşa yekem koçberî ye. Li aliyekî din ji ber desthilatdaran, hin mirov hene, bê nasname ne. Herwiha gelek netew hene nekêmin lê ji ber ku parçekirîne weke kêm netew li tên dîtin, ji bo ku mafê wan tune ye. Netewe hene jimara wan 50 milyonî derbas dike, lê bê nasname ne.
Kiryarên dijmirovî heta niha berdewam in
Li Sûriyê ji ber şerê zêdetirî 14 salin gelek welatiyên Sûriyê ziyan dîtin, bi tayebet yên ku herî ziyan ditin û bûn qurbaniyên şer jin û zarok in. Herwiha ji ber şer gelek kes hatin kuştin û revandin, gelek kes jî hatin koçber kirin.
Li gorî Rawengiha Mafê Mirovan a Sûriyê ji destpêka şoreşa Sûriyê di Adara 2011’an de heta niha, nêzîkî 657,000 kes hatine kuştin.
Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê kuştin û şehadeta 546,150 kesan ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de bi nav û deng belge kiriye, ji tevahî 656,493 kesan ku Çavdêrgeha Sûriyê mirina wan di 14 salên şer de piştrast kirî ye.
Di salvegera 77’emîn a Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de hîn kiryarên dijmirovî li Sûriyê û tevahiya cîhanê têne meşandin û hîn cîhan li hemberî vê yekê bêdenge û hîn saziyên mafê mirovan ji di bin sîwana berjewendî û siyaseta dewletan derneketine û hîn jî mirov dinale û dike qîr û gazî û dibêje ka mafê mirovan û kanî mirovahî. Ji bo vê yekê û ji bo na ku mafê mirovan were parastin û kes mafê wî neyê binpêkirin, pêwîst e ku biryarên ku hatine girtin pêkwerin û kes çavê xwe ji kiryarên ku li ser mirovan têne kirin negre û dest deyne ser wijdanê xwe û biaxive.






