Lîloz Hisên
Ji ber bahoz û lehiyên baranê li Endonîsiya, Sirîlanka, Malîziya, Tayland û Vêtnamê, herî kêm hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dan û zerar gihişt zêedeyî milyonek kesî .
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li Endonîsiya, Sirîlanka, Malîziya, Tayland û Vêtnamê ji ber bahoz û lehiyên baranê nêzî 11 milyon kesî ziyan dîtine, di nav wan de nêzîkî milyonek û 200 hezar kes neçar man ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin kampan. Di heman demê ji ber lehiyê rê û xizmetên giştî û erdên çandiniyêziyanên mezin dîtine.
Rayedarên Sirîlankayê di 7’ê Kanûnê de hişyariyên erdhejên nû ji ber barana zêde li deverên ku ji ber lehiyê wêran bûne; da. Di heman demê de Endonîsiya hewl dide ku alîkariyan zêde bike.
Li Sirîlankayê, li gorî bîlançoya hikumetê li deverên ku bahozeke tund lê çêbibû û ji ber barana zêde 627 kes jiyana xwe ji dest dane û 190 kes jî çarenûsa wan ne diyar in.
Bahoza herî xirab
Hefteya borî Bahoza “Detwah” li Sirîlankay xist ku di encamê de du milyon kes jê ziyan dîtinbûn. Detwah ji destpêka sedsalê ve wekî bahoza herî xirab a ku li welatê giravê xistiye tê hesibandin. Navenda Rêveberiya Karîsetan 7’ê Kanûnê ragihand ku bahozên demsalî dibin sedema barana zêde û çiyayan bêîstîqrar dike, nemaze li herêma çiyayî ya navîn û herêmên hundurê bakur-rojavayê welat.
Rayedaran helîkopter û balafir bikar anîn da ku alîkariyê bigihînin deverên navîn ê welat ku ji ber erdhejê ji hev qut bûbûn. Hêza Hewayî ya Sirîlankayê jî piştî ku Kolomboyê daxwaza alîkariya navneteweyî kir; gihaştina balafireke ku alîkariya mirovî ji Myanmarê hildigirt ragihand. Navenda Rêveberiya Karîsetan diyar kir ku hejmara mirovên ku li kampên penaberan ên ji hêla hikûmetê ve têne rêvebirin dijîn gihîştibû 225 hezar kes.
Berî niha jî 5’ê Kanûnê hikûmetê pakêtek tezmînatê ya mezin ragihand da ku ji nû ve avakirina zêdetirî 80 hezar xanîyên zirar dîtî û alîkariya kampaniyan bike. Rayedaran texmîn kirin ku lêçûna ji nû ve avakirinê dê bigihîje 7 mîlyar dolarî. Fona Pereyan a Navneteweyî ragihand ku ew daxwaza Kolomboyê ya ji bo 200 mîlyon dolar alîkarî ji bo ji nû ve avakirinê lêkolîn dike.
Nerazîbûna gel
Li Endonîsiya hejmara miriyên ji ber bahozên wêranker gihîştiye 916 kesan, di heman demê de 274 kes hîn jî winda ne. Serok Prabowo Subianto serdana parêzgeha Aceh li bakurê rojavayê Sumatra kir, ku ji ber karîsetê bi giranî bandor bûbû. Hikûmeta Endonîsiya heta niha zextên niştecihên ku bandor dîtine û daxwaza îlankirina karîseteke neteweyî dikin, paşguh kiriye.
Belavbûna Nexweşiyan
Ji ber kêmbûna ava vexwarinê ya paqij, Endonîsî li deverên bandordar ên lehiyê yên li dora Girava Aceh Tameyang bi belavbûna nexweşiyan û kêmbûna lênêrîna bijîşkî re rû bi rû ne. Karmend ji bo alîkariya bi dehan niştecihên nexweşxaneya yekane ya herêmê zehmetiyan dikişînin.






