Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rexneya wêjeyî ji bo avakirinê ye ne ji bo şikandinê ye’

10/12/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Rexneya wêjeyî ji bo avakirinê ye ne ji bo şikandinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Dîwana Weje Menhel Xelef da zanîn ku di nava rexne û wêjeyê de têkiliyek dualîtî heye bi hev re bi pêş dikevin, herwiha rexne ji bo avakirinê ye ne ji bo şikandinê ye û got, “Tevî hebûna derfetan, rexneyeke akademîk li Rojava nayê dîtin.”

Rexne yek ji girîngtirîn faktorên pêşxistin û geşpêdana wêjeyê ye, li Rojavayê Kurdistanê tevî derfetên heyî ev qad li gorî gelek rewşenbîran lawaz maye û roniya pirsa mezin li ser wê qadê heye, derbarê heman mijarê endamê Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Menhel Xelef bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Bi hebûna derfetan çima heya niha qada rexneya wêjeya Kurdî li Rojava qels maye?

Dema ku em li ser vê mijarê rawestin, pêwîst e em berê xwe bidin wêje û zimanê Kurdî. Her kes dizane ku pişaftin, qedexe û dagirkerî li Rojavayê Kuridstanê hebû. Heya sala 2011’an li Rojava zimanê Kurdî qedexe bû. Dema ku ziman qedexe be, dê wêje ber bi tunebûnê ve here. Em nikarin rewşa wêjeyê li Rojava ji rewşa wêjeya parçeyên din ên Kurdistanê parçe bikin. Romanên Kurdî, lêkolînên rexneyî û hwd… yên Kurdî li derveyî welat hebûn, lê ji ber qedexeya dewleta Sûriyê nivîskaran nikarîbûn berhemên xwe derbasî Rojava bikin. Lê li Bakurê Kurdistanê rewşeke cuda hebû, berhemên Kurdî digihan ber destên xwînerên Kurd û wan sûd ji hewldanên wêjeyî wergirtin. Lê ji ber mijara qexeya li ser zimanê Kurdî li Rojava, zordarî li pêşiya pêşketina wêjeyê û ziman hebû, dema ku ziman tune be, êdî em nikarin li ser wêjeyê biaxivin û eger wêje tune be em nikarin mijara rexneyê bînin ser ziman. Di van salên Şoreşa Rojava de gelek derfet derketin pêşiya gelê Kurd, zimanê Kurdî li dibistanan bû yê perwerdeyê. Kesên ku li ser dika wêjeya Kurdî ne li Rojava, ew in kesên ku berê hewldanên wan ên kevin di warê wêjeyê de hebûn, bi taybet kesên ku di malan de û bi girûpên biçûk xwe fêrî ziman dikirin, hem jî hewl didan ku hin tiştan binivîsînin, di wê demê de nivîsîna tiştekî biçûk bi zimanê Kurdî rûmetek bû, di roja îro de em nikarin navê wêjeyê li xebata wan bikin. Ji ber vê yekê jî divê em li benda ziman bimînin, li benda kesên ku ziman dixwînin wekî  derçûyên zanîngehan. Di heman demê de em li bendê ne ku xwînerê Kurd çêbibe, wêjeya derdorê û cîhanî bixwîne. Hewcedariya şert û mercên afirandinê bi gelek tiştan heye, ne tenê nivîsandina bi zimanê xwe û naskirina wê. Cûreyên wêjeyî li ser asta cîhanê di serdema nûjen de lêkolîn çêbûne, hûr û ziraviyên wê derketine. Di qada teknîkî de pêşketin çêbûye, nimûne; teknîkên helbesta nûjen û cureyên nû yên helbestê hatine afirandin, çîroka nûjen, şano û roman jî wiha ye. Eger em nivîsên cîhanî û yên derdorê nexwînin, em ê nikaribin sûdê ji wan werbigirin, em ê nikarbin heleza wan bi rengekî baş di nav zimanê xwe de biguvêşin û hingivekî şêrîn ango wêjeyeke baş biafirînin.

Nivîskar, wêjevan û rexnevanên Kurd li Rojava bi çavekî çawa li rexneyê dinerin û çima dema qala rexneyê tê kirin tirs dikeve dilê nivîskaran?

Ev mijarkek kevin e, şaştêgihştina warê rexnegiriyê ye. Nivîskar hertim dixwaze xwe di nava tiştên nenas de bipêçe û di rewşekê de dijî, berê dihat gotin ji ezmanan ilham û ranviş derbasî hundirê nivîskar dibin, paşê jê re hat gotin ku dîn û aqilavêtî ye. Derbarê her nivîsekê de dema pirs ji nivîskarekî dikirin, nivîskar bersiv dida û digot “Tu wateyê nas bike, dema ku min dinivîsand ez di rewşeke cuda de dijiyam.” Lê rexne guh nade van tiştan, ya girîng ji rexnevanan deqa wêjeyî ye, nivîs armanca rexnevanan e, ne nivîskar. Kesên rexnevan êdî bi rêbazekî zanistî rastiyên deqa wêjeyî radixînin holê. Lê wêjevanên me ji rexneyê hêrs dibin ji ber ku naxwazin kêmasiyên wan diyar bibin. Wêjevan di warê hişmendiya hembêzkirina rexneyê û qebûlkirina wê de teng dinerin. Em bi hêvî ne ku qada rewşenbîrî û wêjeyî ji wiha berfirehtir bibe, divê kesên wêjevan dilê wan fer be ji bo rexneyê, ji ber ku rexne ji bo avakirinê ye, ne ji bo şikandinê ye. Mijara rexneyê girêdayî rexnevan e jî, carcaran em bûne şahidê wê yekê ku rexnevan deqa wêjeyî ji bîr dikir û nivîskar armanc digirt, ji vê yekê jî berteke derdiket. Rexneya nû dibêje“Nivîskareke wêjeya xwe di demeke bûrî de nivîsand, ew kes miriye û çûye, ez kesayet nas nakim, gelo çima nivîskarên dema niha ez ê bikim armanc ji xwe re.” Ji vê hêlê ve kêmasî hene, kêmasî jî girêdayî kesayetî, ast û dîroka nivîsandina wêjeyê.

Ev hemû berhemên ku tên derxistin û çapkirin çiqasî li ber çavên rexnevanan tên raxistin?

Ev pirsa herî rast û cewherî ye, ji ber eger rexnegir nexwînin, çêjekê bi dest nexin û çêja xwe di cûreyên wêjeyî de nas nekin wê kêmasî derkevin. Rexne ne tenê zanist e, lê belê divê rexnegir xwedî çêjekek wêjeyî be û aliyê hunerî li cem wî pêşketî be. Ji ber ku dema rexnegir pirtûkeke wêjeyî bike pêvajoya rexneyê, pêwîst e bi rengekî wêjeyî li ser biaxive, rexneya berhemeke wêjeyî ne weke pirtûkeke bîrkarî ye. Di warê derxistina berheman de li Rojava kêmasiya çavlênerîna rexneyî heye, ev pirsgirêk jî ji ber du sedeman e. Sedema yekem ew e ku berhemên ku derdikevin kêm zêde, ne di asteke bilind de ne. Di qada wêjeyî û rewşenbîriyê de rewşenbîr dibêjin “Mirov nikare zû berê xwe bide berheman û dema xwe bi wan re winda bike.” Ew ji ber bi zimanê Erebî dizanin yan jî nivîskarê/a wê berhemê nas dikin, diçin berheman bi wî zimanî dixwînin. Sedema din jî çanda xwendinê li cem em lawaz e, bi hezaran pirtûkan heye, lê ew berhem di embaran de dimînin. Ji bo pêşxistina wêje û çanda xwendinê, Dîwana Wêjeyê li hemû bajaran pirtûkxane vekirine û her demekê girûpek heye û di demeke diyar de pirtûkekê dixwînin û li dawiyê wê pirtûkê dinerxînin.

Barê rexnevaniyê giran e, gelo çiqasî rexnevanên me rexnevan in û heya ev qad li pêş bikeve pêwîst e çi were kirin?

Belê, barê rexnê gelkî giran e. Di nava rexne û wêjeyê de têkiliyek dualîtî heye bi hev re bi pêş dikevin çiqas wêje li pêş bikeve rexne gereke li gorî wê astê be û dema rexne tê kirin, pêş dikve bandorê li pêşketina wêjeyê dike ji ber wê ku em ji alîkî ve em guhdanê bikin û ji alîkî paşguh bikin wê seqet bimîne. Pêwîst e em guh bidin rexney, li gorî ez dibînim heya niha qada rexneyê li Rojava rexneya akadîmîk bikin ya bi rêbaz hema bêje min tu berhem nedîtine. Dem jê re divê encex bi awayekî akadîmîk bi rêkûpêk xwendevan nameyên akadîmî û ji bo ku di wî warî de pispor bibin, pisporî ji me re divê. Xwendina berheman girîng e nivîsandina bêrhemên rexneyî ji bo pêşxistin û geşkirina vê qadê li Rojavayê Kurdistanê dest jê nayê berdan. Pêwîstî wek bi pêşxistina çanda xwendinê heye, ya din berhemên rexne yên zimanên din gerke ber bi zimanê Kurdî ve werin wergerandin, ew jî astengiyên wê hene ji aliyê aborî, aliyê li hevkirina li ser têgehan. Li Zanîngeha Rojava beşên xwendina bilind destpê kiriye di vî alî de nêrînên xweş derdikevin û lêkolîn jî çêdibin ew hêviyekê didin me ku di dema pêş de wê geşedanek baş çêbibe. Di derfeta azadiyê de êdî çûn û hatina pirtûkan jî xweş bûye berhemên ku bi Kurdî hatine nivîsandin yên bi kurmancî bi zaravayên me derbasî herêmê dibin bêtirî xwe yên li Ewropayê bûn niha em wan li nav refê pirtûkxaneyên xwe dibînin û hêviya me mezine ku wê pêleke baş bi xwe re bîne ji xwe aliyên zimanê me yên ku bi tîpê Erebî tên nivîsandin jî gelek berhem hene li Başûr hêdî hêdî têkilî çêdibin û em bi hêvî ne ku tîpguhêzî li wî alî jî bi taybet beşa rexneyê werin veguhestin ber bi Latînî ve ji bo bi yek kirina têgîn û têgehan. Ji ber her zanistek têgînê xwe heye heger têgîn lihevkirin li ser çênebe wê bibe sedemeke ku netêgihiştin û tevlihevî çêbibe. Bi hêvî ne ku wergervanên me heydar bin û bi hev re di nav têliliyan de bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.