Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê kirîza aborî kurtir dibe

10/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Li Sûriyê kirîza aborî kurtir dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Têkçûna aborî li Sûriyê di sala 2011’an de bi destpêka kirîzê re dest pê kir û her ku çû aloziya kurtir bû û lîreya Sûrî têkçû. Bi hilweşandina rêjîma Bass û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê di rewşa aborî de tu guhertin pêknehatin, berovajî wê rewşa aboriyê xerabtir bû.

Sûrî berî kirîzê di aliyê Aborî de weletekî berhemdar bû, pêşketî bû, wê ji sedî 75 heta 85 xwarin, derman, cil û pêlavên xwe berhem dikir, di heman demê de berhemên xwe hinardeyî zêdeyî 60 welatî dikr.

Berhem betrola Sûriyê a rojane ji pêwîstiya bazara xwe zêdetir bû û rojane nêzîkî 150 hezar bermîl dihat hilbirandin. Herwiha di aliyê pembû û xwedîkirina lawiran de jî di nava 50 welatên cîhanê de bû, hilberîna wê ya genim jî, pir salan ji gerekiya bazarên xwe yê navxweyî zêdetir dida. Ji aliyekî din ve jî lîreya Sûrî bi nirx bû û yek dolar bi kêmî 50 lîreyan bû. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin aboriya Sûriyê û rewşa jiyanî ya rojane ji berî kirîzê baş tir bû.

Têkçûna aborî li Sûriyê

Têkçûna Aborî li Sûriyê di sala 2011’an de bi destpêkirina xwepêşandanên gel û gurbûna şerê li Sûriyê dest pê kir. Bi sedema şer çalakiyên aborî rawestiyan, ziyan giheştin samanên dewletê yên stratejîk, koçberî zêde bû. Di heman demê de lawaziya mekanîzma bikaranîna binsaziyê, wek sektorên tendirustî û yên xizmetguzariyê, bûne sedema têkçûna proseya gera aborî û têkçûna bazara berhemanînê, li gel lawazbûna hêza kirînê ya beşek berfireh ji civakê. Ji wê zêdetir êrişên dewleta Tirk a dagrker li ser  binesaziya Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê hiştî ku kirîza Aborî li Sûriyê zêde bibe, di encama êrişên dewleta Tirk de binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyanên mezin dît.

Li gorî amarên Banka Cîhanî li Sûrî ji sed 90 welatî di bin xeta hejariyê de dijîn

Li gorî amarên Banka Cîhanî ji sed 90  kes di bin xeta hejariyê de dijîn, di heman demê de rêjeya enflasyonê di çileya 2025’an de gihîştiye ji sed 6.4, rêjeya bêkariyê jî berdewam e û ev yek bûye sedema hilweşîna hêza kirînê ji ber bilindbûna bihayên kelûpel û madeyên bingehîn. Herwiha ji ber dorpêçên aborî yên ku di salên şer de li ser Sûriyê hatine sepandin, rewş aloz tir bû û êşên gelê Sûriyê du qat zêde bûn. Tevî hilweşîna rejîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser deshildariya Sûriyê rewşa Sûriyê zêdetir aloz bû. Berevajî vê, trajediyên li welatekî ku feqîr bi kêmtirî dolarekî di rojê de dijîn û bêkarî ji sedî 50î derbas dibe, zêde bûn.

Aboriya Sûriyê piştî hatina hikumeta veghêz

Hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hevkariya hêzên navdewletî hate li ser desthildariya Sûriyê, ji wê demê heta niha tu guhertin di Sûriyê de ne hatine çêkirin. Herwiha kirîza aborî jî hîn zêde tir bû, herwiha aboriya Sûriyê ber bi qonaxeke nezelal ve diçe.

Sûriyê sala 2024’an bi paşveçûneke aborî ya bi rêjeya nêzîkî ji sedî 1,5 bi dawî kir lê saziyên cîhanî yên wekî Banka cîhanî pêşbînî dikin ku di sala 2025‘an de geşedana aborî bigihêje ji sedî yek. Pirsgirêk ew e ku ev geşedan ne ji sektora pîşesazî û kargehan an jî ji zeviyên çandiniyê tê, belkî bi piranî pişta xwe bi wan welatiyên Sûriyê girêdaye ku li derveyî welêt in û tenê di nav 6 mehan de nêzîkî milyarek dolar şandine hundirê Sûriyê.

Sozên hilberînê li Sûriyê, ji aliyê welatên Kendava Erebî ve bûne manşetên nûçeyan, 14 milyar dolar di Tebaxa 2024’an de û 6 milyar dolarên din di meha tîrmeha heman îsal de. Ev hejmarên mezin in lê piraniya van sozan bi kompanya û kesayetiyên nenaskirî ve girêdayî ne ku pêwendiya wan bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyê re hene.

Hîn jî çend aliyên erênî yên Sûriyeyê hene ku dikarin alîkariya vejîna wê bikin, wekî cihekî stratejîk, çavkaniyên xwezayî yên cihêreng û nifûseke xweragir. Ev xalên bihêz ketine bin siya rastiyên tal. Li gorî rapora meha sibata îsal a Neteweyên Yekbûyî, hejarî niha ji sedî 90 ji nifûsê girtiye, bêkarî jî ji sedî 30 e û beşeke mezin ji binesaziya welêt hîn jî wêran e.

Aboriya Sûriyeyê ya îro ne li ser hilberîna navxweyî ye 

Aboriya Sûriyê ya îro ne li ser hilberîna navxweyî ye, belkî li ser wan pereyên ku ji derve tên şandin û li ser bazirganiya nefermî berdewam dike. Ev yek peykerekî lerzok ava dike ku her qutbûneke di van çavkaniyên derve de, dikare bibe sedema aloziyê û pêleke nû ya ne aramiyê.

Vejîna aboriya Sûriyê girêdayî siyaset û aramkirina nakokiyên navxweyî ye. Tundûtûjiyên mezhebî yên vê dawiyê, nemaze êrişên xwîndar ên li ser civakên Elewî û Durziyan, aramiya siyasî ya Sûriyê hejandine û baweriya hilberîneran a bi hikumeta veguhêz re lawaz kirî ye. Berovajî vê yekê, peymana dîrokî ya 8 ê’Adarê ya di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El-Şera de, dikare bibe sedema çêbûna çarçoveyekê ji bo kontrola hevbeş a sînorên zevî gaz û petrolê.

‘Çareserkirina rewşa aborî bi aramiya siyasî pêkan e’

Hin çavkanî dibêjin ku çareserkirina rewşa aborî bi aramiya siyasî û pêkanîna reformên radîkal ji bo baştirkirina jîngeha karsazî û veberhênanê ve girêdayî ye, herwiha girîngiya dabînkirina piştgiriya navneteweyî ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê ve girêdayî ye.

Çavkaniyên ku berê ajokera sereke ya aboriyê bû, niha bi piranî bi kelûpelên bingehîn ên wekî xwarinê ve sînordar e, di heman demê de bazirganiya kelûpelên pîşesaziyê kêmbûnek girîng dîtiye.Lewma ji bilî hilweşîna aborî, rewşa mirovî li Sûriyê hîn jî karesatbar e. Nêzîkî 16.7 milyon kes ji du sêyan zêdetir nifûsa welêt hewcedarê hin awayên alîkariya mirovî ne.

Netewên Yekbûyî NY ragihand ku pêwîstiya aboriya Sûriyê bi 55 salan heye da ku vegere asta ku di sala 2010’an de bû, û bang li civaka navdewletî kir ku veberhênanên li vî welatî bike ji bo lezkirina çerxa geşbûnê.

Pêşeroja aboriya Sûriyê girêdayî wê yekê ye ka gelo hikumeta veguhêz a Sûriyê dikare xwe ji wan nexweşiyên kevn ên ku rehên xwe di Sûriyê de kûr berdane dûr bigire yan na?

Nûjenbûneke rastîn a Sûriyeyê eger çêbibe, ne tenê dê çarenivîsa lîreyeyê Sûriyê diyar bike, mikine dê ji bo salên dûr û dirêj cihê Sûriyê li ser nexşeya aboriya herêmê jî destnîşan bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.