Lîloz Hisên/Amûdê
Hevserokê Şaredariya Gel ya Amûdê Mihemed Omerî destnîşan kir ku ji ber tengbûna sûka kevin pêwistî hat dîtin ku sûkeke nû bê ava kirin û got: “Di heman demê de da ku astengiya çûn û hatinê di bajar de kêm bibe.”
Di gaveke ber bi rêxistinkirina tevgera kirîn, firotin, bazirganiyê, peydakirina pêdiviyên şêniyan bi awayekî hêsanî di heman demê de çareserkirina pirsgirêk û astengiyên çûn û hatina di hundirê bajêr de, Şaredariya Gel ya bajarê Amûdê dest bi avakirina sûkeke nû ya sebzeyan ji bo kirîn û firotina sebze û fêkiyan li dervî bajar kiriye.
Derbarê vê mijarê Hevserokê Şaredariya Gel ya bajarê Amûdê Mihemed Omerî ji Rojnameya me re axivî.

Hevserokê Şaredariya Amûdê Mihemed Omerî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gorî qanûna şaredarî û avakirina mecalisên di hundirê şaredariyan ku ji kar û xebatên van mecalisan ew e avakirina sûk û rêxistinkirina bajar e. Îro jî ji kar û xebatên wan yên sereke avakirina sûkan e, li ser vê bingehê nîqaş û hevsengî bi meclisa bajar û bazirganan hat kirin ji bo avakirina sûkeke nû ya sebzeyan û şêwazê wê.”
Hûrgûliyên sûka nû a sebzeyan
Mihemed Omerî li ser şêwaz û hûrgûliyên sûkê wiha anî ziman: “Projeya sûka nû ya sebzeyan dikeve başûrê herêma pîşesaziyê ya bajarê Amûdê. Bi giştî 11 donim e, rûbera wê 3 hezar û 32 metredam e, tê de sê beş hene. Beşa yekem 11 firoşgehin, beşa duyem 19 û beşa sêyem 24 firoşgehin. Rûbera her firoşgehekê 54 metreçargoşe ye, pîvanên wê 6 metre firhe û 9 metre dirêjin. Herwiha li pêşiya her firoşgehekê resîfa wê heye bi pîvana 6 metreyan. Di sûkê de du kolan sereke wê bên avakirina bi firehiya 14 û 20 metreyan di heman demê de toreyeke karîzan dihewîne. Şaredarî wê dê xwediyê rêjeyeke 47% ji firoşgehan be û kampaniya pê re sûk ava dike xwediyê 53% ji firoşgehên bazirganiyê ye. Ev proje di 1 meha mijdarê destpê kir.
Hevserokê şaredariya gel a bajarê Amûdê wiha gotina xwe qedand: “Sûka berê ya sebzeyan gelek avahî li derdora wê çêbibû ji ber vê yekê jî gelek astengî derdiket di heman demê de cihê wê teng bibû lewma me pêwsîtî dît ku sûkeke nû ava bikin dûrî çûn û hatinê û çareserkirina pirsgirêkên rêyê.”
Ev proje yek ji projeyên xizmetguzariyê yên herî mezin e û armanc jê ew e ku tevgera kirîn û firotina sebze û fêkiyan were birêxistinkirin û welatî bi hêsanî xwe bigihînin pêdiviyên xwe.
Tê payîn ku projeya sûka sebzeyan a nû li bajarê Amûdê di nava 6 mehan de wê biqede û firoşgehên qedyayî radestî bazirganan bikin.






