Stêrk Mihemed/Qamişlo
Berdevka Komîteya dîplomasî ya Kongre Star Emîne Osê da zanîn ku li Sûriyê rewşa heyî û hewildanên di milê siyasî, dîplomasî û hişmendiya ku di nava civakê de tê belavkirin de, bi hemû beşên xwe îfadeya şerekî îdeolojîk û siyasî ku pişta xwe dide fikrekî cîhadperest, yek alî û yek rengî dike.
Ji aliyê siyasî, îdolojîk û dîplomatîk de DAÎŞ xwe birêxistin dike û ev rewş herî zêde ji bo jinan talûkeyê îfade dike di wê çarçoveyê de, Berdevka Komîteya dîplomasî a Kongre Star Emîne Osê bersîva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
Bi têkoşîna îdolojîk, siyasî û dîplomatîk re bi gefên şer dixwazin Rêveberiya Xweser bikşînin xeta xwe ji bûna vê hûn dibêjin çi?

Rastiya Sûriyê bi pir netew, pir mezheb, pir pêkhate û pir reng tê nasîn. Lê di dema niha de Ferzkirina yek dengî û hişmendiyekî pirsgirêka esasî a sedema aloziya Sûriyê ye. Êdî nemomkîne ku gelê Sûrî bi tevahî pêkhateyên xwe û di serî de gelê Kurd vê yekê qebûl bikin. Ji ber ku bi salane Kurd tekoşîn li hember vê hişmendiya yek rengî û yek fikirê kirine. Herwiha heya roja me ya îro tekoşîna xwe ya îdolojîk, siyasî û diplomasî li hember vê hişmendiyê berdewam dikin. Hikumeta veguhêz a Sûriyê ne tenê bi hişmendiya desthilatdar tevdigerin, lê belê dixwaze bike mala tevahî Sûriyê û li hemberî çand, netewên cûda û pêkhateyên heyî bikarbîne. Desthilata Şamê xwe ji bin barê Sûriyê radike û dibêje gel wisa dixwaze, sîstema demokratîk û pir rengî nexwazin.
Parastina îdolojîk û civakî li hember van êrîşan wê bi sîstema komîn, meclîsan û di hişyarkirina civakê were kirin. Di milê rêveberî û siyasî de hewildanên Rêveberiya Xweser hene ku danûstandinan bike herwiha ku Sûriyê ber bi sîstemeke nenavendî û demokratîk ve bibe. Ji bo vê yekê hewildanên siyasî û dîplomasî yên di hundir û derve de di milê civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê kirinê. Di heman demê de ji raya gîştî re jî tê nîşandan.
Balkişandina ser sîstema navendî, yek rengî û hişk demê wen derbas bûye ji ber ku ewlehî û aramiyê bi xwe re nîne. Ya ku deng û ewlehiya tevahî gelan digire nava xwe sîstema demokratîk e. Ji bo pêkanîna vê jî xebat li hemû qadên Bakûr û rojhilatê Sûriyê tê kirin. Herwiha hişmendiya yek milî jinê dixwe nava metirsiyeke mezin. Hişmendiyek bi vî rengî jinê di nava xwe de qet nabîne. Ne di milê siyasî, civakî û dîplomasî de heye. Kengî sîstema demokratîk xwe îfade dike dema ku nîvê civakê jin be û di nava hemû sîsteman de cihê jinê bigire herwiha rola jin di avakirina Sûriya pêşerojê de jî hebe. Civakek demokratîk bi yek fikir, yek deng , yek helwest û yek zayend nabe.
DAÎŞ’ê bi berdewamiya xwe rêxistin dike, êrîşên xwe didomîne û ev rewş herî zêde ji bo jinan talûkeyê îfade dike hûn vê çawa dinirxînin?
Kengî DAÎŞ zindî dibe û kengî xwe bi rêxistin dike, dema jîngeha guncav a ku têde aloziya aborî, aloziya ewlekarî û aloziya civakî hebe ev avhewaya herî guncav ji DAÎŞ re ye, ku xwe têde bidomîne. Nezanbûn û xizaniya aborî dihêlê ku DAÎŞ derkeve, ev jî niha di Sûriyê de li pêşe. Ev 14 salin bi Şoreşa Rojava re em şerê vê hişmendiyê dikin herwiha ji bo vê jî têkoşînek mezin hate kirin, lê sîstema ku niha hikumeta veguhêz a Sûriyê dimeşîne ji jîngeh û avhewaya DAÎŞ ne cûda ye. Ji bo vê û di çarçoveya vê sîstemê de jin di xeteriyeke mezin de ye. Ji ber ku li herêmên dagirkirî û herêmêm di bi serweriya hikumeya veguhêz de piratîka DAÎŞ’ê tê dîtin. Gelek jin ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin, firûtin, bazarkirin li ser jinê, tecewîz û bi her awayî tundî li ser jinê kirin. Bi êrîşên xwe yên hovane hewildan ku kokên Rojhilata Navîn bugherînin, xwastin guhertinên demografîk çêbikin, fikirna pir rengî, pir çandî li Îraq û Sûriyê de bugherînin yek hişmendî, herwiah herî zêde jî jin bûn qurbaniya vê hişmendiyê. Jin dikirin nava qaliban û digotin ev zagonên me ne. DAÎŞ’ê bi vê hişmendiyê jin vegerand pêvajoya 1400 sal berê.
Li hemberê vê jî Tevgerê azadiya jinê bû bersîvek û dînemîkeke ji tevahî jinan re. perwerdekirina jinê, roldayîna jinê di nava civakê de, hişmendiya ku li hemberî doza jin digire, xebatek û rêxistinkirinek berdewamî di nava jinan de da meşandin.
Jinan li hemberî vê hişmendiyê cîhadîst têkoşîn dan meşandin lê niha dixwazin bi jinê paşde gav bidin avêtin nêrîna we di vê çarçoveyê de çi ye?
Bi hişmendiya DAÎŞ û cîhadîst ya ku hatin ser desthilatdariyê, dixwazin bi zagon, derfetên desthilatdariyê yê ku bi kolekirina civakê, dorkirina jinê ji hemû qadan bi awayekî fermî dixwaze vê armanca xwe pêk bînin. Raya gîştî û tevahî civak li hember DAÎŞ’ê bûn, ji ber vê jî DAÎŞ biserneket. Lê di dema niha de bi heman hişmendiyê bi derfetekî zêdetir û zagonî dixwazin vê rawa bikin di wê demê de bi rengekî fermî wê jinê bikin nava qaliban, zagonê ku jinê qeyd dike û sînordar dikin. Ji bo vê jî em xeteriyeke mezin dibînin. Di pêvajoya hikumeta veguhêz de jin dîsa ji qadên siyasî hatin dorxistin. Di demû qadên ku jinê temsîl dike û wê sîstemê demokratîk bi pêşbixwe jin hat dorxistin. Eger hin jin cihê xwe di hikumetê de digirin ew jî ji ber zextê raya gîştî de ye.
Divê doza jin dozeke li dawiyê neyê destgirtin, yan jî di bin zextê raya gîştî de guhertinên şeklî bê naverok di hikumetê de nedin çêkirin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewildanên me hene, ku sîstema pêşerojê li ser esasê wekheviyê, beşdarbûna jinê di hemû qadên civakî û siyasî de be. Bi îradeyekî mezin û hişmendiyeke bawer ku ev dozekî civakî ne. Ne dozek dawî bê destgirtine pêwîste ev hemû di destûra Sûriyê de were pênasekirin. Berpirsyariya çareserkirina pirsgirêkab jin karibe rake û di heman demê de jî jin karibe bibe parçeyeke çalak di perwerdekirina civakê de, di guhertina hişmendî û kevneşopiyên ku ji jinê re aloziyê derdixwen jin dikare bibe hêza çareseriyê ji van pirsgirêkan re.
Di dirêjahiya sale de şîdeta şer a ku hatiye jiyan kirin li jinê çawa bandor kir û li hemberî wê jinê pêşengtiyek çawa kir?
Ji zextê zêde wê teqîn derkeve. Şer, alozî, qeydkirina jinê, dorpêçkirina jinê û hemû taybetmendiyên jinê di nava qaliban dihêle de wê di dawiyê de hêrs û daxwazê jin wê van qeydan bişkîne. Li hember hişmendiya qalibkirina jinê wê têkoşîn û lêgerînek bê kirin. Ji bo vê jî jinan şoreş di nava şoreşê de lidarxist. Di tevahî şoreşên cîhanê de yê herî zêde di encamê zagon û hişmendiyêm ku çavkaniya xwe didê kevneşopiyên kevin û zagonên ku li ser esasê zayendperestî, herdem û di asta yekemîn de qurbanê wê jin bû. Li hember wê îrade û têkoşînek mezin jinên BaKur û Rojhilatê Sûriyê dan meşandin. Bê guman rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di esas de îfadeya rewşa jin di Sûriyê bi gîştî de dike. Lê hîn jî li hin herêmên Sûriyê zexta eşîret û kevneşopiyên ku jinê biçûk dikin tê dîtin. zagonên ku niha tên dayîn li ser esasê zayendperestî, binpêkirina mafê jinê û zewaca bi temenê biçûk ev hemû ji bo jinê karîsete. Divê di van mijaran de jinên Sûriyê pir baldarbin, qada ku tê de jin cihê xwe digire têkoşînek mezin were kirin, qada ku mafê jinê têkeve bin gerantiyê de, hêzeke ku sîstemê demokratîk bike ji bo wê xebat û têkoşîn bike. Em jî weke dîplomasiya Kongre Star hewildan û xebatên me bi vê armancê ne.






