Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sêyemîn Festîvala Muzîkê ya Orkêş dê destpê bike

07/12/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Sêyemîn Festîvala Muzîkê ya Orkêş dê destpê bike
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Hesekê

Bi dirûşmeya “Bi çanda komînal, deng û awazên gelan vejîn dibe”, Sêyemîn Festîvala Muzîkê ya Orkeşê dê di 8’ê kanûnê de destpê bike, ev çalakî piştrast dike ku huner dikare bibe zimanekî ragihandinê ku gelan bi hev ve girêdide û hestên wan bi rîtm û awazan re dike yek.

Bi beşdariya 23 komên muzîkê sêyemîn Festîvala Muzîkê ya Orkeşê dê di 8’ê Kanûnê dê dest pê bike. Festîval, ji ber rola wê di parastina mîrateya muzîkê û pêşxistina hebûna hunerên herêmî de tevî şert û mercên şer û bêîstîqrariyê, bûye yek ji bûyerên hunerî yên herî girîng li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ew huner, mîrat û nasnameyê bi hev re tîne, wekî pirek ku gelên herêmê bi zimanekî bê nakokî, ku ew jî muzîk e, bi hev ve girêdide, tê destpêkirin.

Daweta hunerî

Di  destpêka  sala 2017”an de, festîval di warê rêxistin û naveroka xwe de pêşkeftinek girîng dîtiye. Çapa yekem, ku li Qamişloyê hat lidarxistin, nêzîkî 38 komên muzîkê ji bajar û bajarokên cuda yên herêmê anî cem hev, ev yek gaveke yekem e di pêşkêşkirina ziman û muzîka cihêreng a pêkhateyên çandî yên herêmê û vejandina mîrateya hunerî ya herêmê de. Çapa duyem piştî navbereke pênc salan vegeriya, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di şeş rojan de pêk hat, bi beşdariya nêzîkî 23 koman. Ji destpêka xwe di sala 2017”an de, festîval di warê rêxistin û naveroka xwe de pêşkeftinek girîng dîtiye.

Amadekarî

Festîval ne tenê çalakiyek hunerî bû, lêbelê ew, ew cihek e ji bo sererastkirina têkiliya di navbera mirov û mîrata wî de. Yek ji komîteya amadekar tekez dike ku amadekarî sê meh berê dest pê kirin û ew rastî gelek zehmetiyan hatin, di nav de jimara mezin a koman li herêmê, çavdêrîkirin û serpereştiya wan û hilbijartina wan koman ku şertên beşdarbûnê bicîh tînin.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya amadekar ji bo beşdar û komên beşdar şertên jêrîn destnîşan kiribû:

-Divê hejmara kesên di grûpan de ne kêmî 5 kesan be, herwiha hejmara wan ne zêdetirî 12 kesan be.

-Çêdibe kesek an bêhtir ji van girûpan beşdar bibe weke lîstikvanekî bi tenê(dengbêj be an amûra mûzîkê) lê wê tevlîbûn bi navê girûpê be, divê her girûpek navê wê yê taybet hebe.

-Her pêşkek mûzîkî ji 5 deqeyan heta 20 deqeyan didome.

-Divê her girûpek stranek nû çêbike.

– Eger kom ji sînorê demê yê diyarkirî yê 20 hûrdeman derbas nebe, destûr tê dayîn ku du stranên nû yên din pêşkêş bike.

– Divê gotinên stranê di navbera 20/9/2025 û 10/10/2025 de ji komîteyên pêşkêşkirinê re werin şandin.

-Divê her komek di stranên xwe yê nû de tiştek girêdayî mîrat an jî muzîka bajarê xwe û ev stran ne bi nav û deng be wê baş be.

-Komîteya nirxandinê dê wekî komîteya şopandinê be û dê ji 20/10/2025an pê ve dest bi karê xwe bike.

-Wê nirxandin li ser çar xalên sereke be: gotinên stranê, lehina stranê, Aranjekirina muzîkî û performansa hunerî.

-Wê çalakiyên festîvalê di 8’ê kanûnê de destpê bike.

-Komîteya nirxandinê û çavdêriya weşanê beriya tevlîbûna koman di festîvalê de wê ew ê wan ezmûn bikin.

-Divê her koma ku tevlçîfestîvalê bibe ibi cil û bergên xwe yên filkolorî ên taybet.

– Di dawiya festîvalê de, stranên ku hatine qebûlkirin ji bo albûmeke fermî, bi navê Orkêş, di studyoyê de têne tomar kirin.

-Çêdibe kom bi panelek muzîkî a taybet beşdar bibe.

Roj sînorkirî li gorî dewreyên berê

Yekem festîval ji 23”an heta 31”an di neh rojên li pey hev de pêk hat, lê di duyemîn de hejmara rojên festîvalê daket şeş rojan û sêyemîn jî tenê di sê rojan de pêk tê. Piştî nîqaşan, li hev kirin ku sê roj dê demek guncaw be, ji ber ku her komek tenê 20 hûrdem hene û bi vî rengî bernameyek dewlemend dikare bêyî ku temaşevan biwestîne an jî bala temaşevanan winda bike were pêşkêş kirin.

Festîval li ser hêza hunerê ya bandorkirina raya giştî û belavkirina nirxên exlaqî yên bilind bêhîs dike, ji ber ku muzîk dikare birînên û nefretê yên ku ji ber şerên di navbera gelên cûda de mane derman bike.

Bernameya Festîvalê

Ji bo amadekariyên sêyemîn festîvala Orkêş, festîval dê di 8’ê Kanûnê de dest pê bike û sê rojên li pey hev bi beşdariya 23 komên muzîkê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî wê berdewam bike.

Di roja yekem de heft kom beşdar dibin: Hunermend Janda Kinjo ji Kobanê, koma Botan ji Qamişlo, koma Şehîd Esmer a girêdayî Hîlal Zêrîn ji Kobanê, koma Dafat El-Firat ji Reqayê, koma Şehîd Xebat ji Tirbespiyê, koma Şehîd Heyfa ya girêdayî Hîlal Zêrîn ji Efrîn û koma Serdem ji Hesekê.

Di roja duyemîn de koma Sayat Nova ya ji gelê Ermenî, koma Vêjîn a girêdayî Hîlal Zêrîn a ji Helebê, koma Roj a ji Zaxo, koma Tolhildan a ji Hesekê, koma Hêlîn Cûdî ya ji Hîlal Zêrîn a li Reqayê, koma Agrî ya ji Amûdê, koma şoreş a ji Til Temerê, koma Dalîla ya girêdayî Hîlal Zêrîn a ji Amûdê û koma Med Muzîk beşdar dibin.

Di roja sêyemîn de, koma Gîvara ya ji Kobaniyê, koma Alftriya ya girêdayî Hîlal Zerîn ya ji Dêrikê, koma Mirzo ya ji Şingalê, koma Durat El-Firat ya ji Tebqayê, koma Karstyrk ya girêdayî Hiîlal Zêrîn ya ji Hesekê, koma Roj ya ji Dirbêsiyê, û koma Şehîd Zîlan ya ji Dirbêsiyê dê performansên xwe pêşkêş bikin, ku cûrbecûriya erdnîgarî û hunerî ya festîvalê nîşan didin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.