Lîloz Hisên
Di êrişeke çekdarî de zêdetirî 300 xwendekar û 12 mamoste li Nîcer ji hêla komeke çekdar hatine revandin, nêzî 50 xwendekar karîbûn birevin lê yên mayî heya niha çarenûsa wan ne diyar e.
Roja Şemiyê di 28’ê Mijdarê de bi dehan malbatên xwendekarên ku hatine revandin li ber Dibistana Katolîk a Sant Mary li Babîrî, Wîlayeta Agwara Dewleta Nîcer, li bakurê rojavayê Nîcer xwepêşandanek li dar xistin, rayedar û hikûmeta federal bi xemsariyê di azadkirina zarokên wan de tawanbar kirin.
Di êrişeke çakdarî de zêdetirî 300 xwendekar û 12 mamoste ji hêla komeke terorîst li Nîcer hatine revandin, ev zêdetirî hefteyekê bi ser revandina wan derbasbûye lê heya niha çarenûsa wan nehatiye diyar kirin. Nêzî 50 xwendekar karîbûn piştî revandina wan xwe ji nav destê çekdaran xilas bikin.
Rojnameya The Guardian ya Nîcer ragihand ku zêdetirî 200 dêûbav hatine dibistanê ji bo qeydkirineke fermî pêkêş bikin li gorî talîmatên hikumetê, di nava nerazîbûnek berfireh de ji ber nebûna tu serdanek fermî ji rayedarên eyalet an hikumeta federal ji dema bûyerê ve.
Civîn veguherî xwepêşandanekê, malbatên xwendekaran pankartên ku li ser wan nivîsandibûn “Keçên me vegerînin, Keç û mamosteyên me hîn jî dîlgirtinê ne û Ma xwendin bûye sûc?” Hin malbatan rexne li hikûmetê kirin ji ber înkarkirina wê destpêka revandinê.
Li gorî Rojnameya El-Şerq El-Ewset, bavê yek ji revandiyan gotiye: “Rastî ev e ku kurê min û yên din hatine revandin û divê hikûmet li şûna înkarkirina rastiyê tevbigere û alîkariya me bike”. Emmanuel Ege bavê zarokekî din ê revandî destnîşan kir ku dibistan qet berî niha li hemberî êrîşeke bi vî rengî nehatiye.
Rêvebira dibistanê Felicia Giam piştrast kir ku berî êrişê tu hişyarî nehatibûn dayîn û bang li hemî aliyan kir ku ji bo rizgarkirina xwendekar û msmosteyan bibin alîkar.
Banga destwerdaneke navneteweyî
Di heman demê de bi sedan xwepêşandaran roja 28’ meha Mijdarê de li ber balyozxaneya Nîcerê li Madrîd Spanya kom bibûn, da ku hêrsa xwe ya li hember êriş û revandina xwendekaran a dawî li Nîcerê nîşan bidin. Xwepêşandaran daxwaza destwerdaneke navneteweyî kirin ji bo rizgarkirina xwendekaran û parastina Xiristiyanan.
Christiana Wariboko, seroka Konseya Ciwanan a Neteweyî ya Nîcerê, daxwaza destwerdana navneteweyî kir û got: “Em li ser navê Xiristiyanan radiwestin û em Xiristiyanên Nîcerê temsîl dikin, ji kerema we destwerdanê bikin û komkujiyên Xiristiyanan li Nîcerê rawestînin.”
Xwepêşandana Madrîdê di nav aloziyên navneteweyî yên zêde de tê, nemaze piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump, ku gefa destwerdana leşkerî li Nîcerê xwar û îdia kir ku Xiristiyan ji hêla DAIŞ’ê û Boko Haram ve têne çewisandin. Lêbelê rayedarên Nîcerê hişyarî dan ku ev îdia tevliheviya rewşa ewlehiyê zêde hêsan dikin û hewldanên hikûmetê yên ji bo parastina azadiya olî nîşan nadin.
Revandina dawî ya dibistana Xiristiyan bi êrişek li ser dibistanek Îslamî li eyaleta Kebbi re hevdem bû ku tê de 30 xwendekar hatin revandin, paşê serbest hatin berdan.
Analîstên ewlehiyê dibînin sedemên darayî li pişt van revandina ne herwiha destnîşan dikin ku ji ber tedbîrên ewlehiyê yên kêm li dibistanan pir caran dibin hedefên hêsan. Serok Bola Tinbo vê dawiyê rewşa awarte ragihand û ji ber zêdebûna revandinan hejmara polîsan zêde kir.
Raportên ku di çapemeniya Nîcerê de belav dibin nîşan didin ku ji sala 2014’an û vir ve, zêdetirî 12 revandinên komî hatine tomar kirin, ku tê de zêdetirî 1700 xwendekar hene ku hin ji wan hîn jî winda ne.
Zêdebûna revandinê li Nîcer
Di dema dawî de li Nîcer revandin bi awayekî berfireh zêde bûye, di hefteya çûyî de di heman dema revandina xwendekaran, 13 jinên din jî li eyaleta Borno ya bakur rojhilatê Nîcer hatibûn revandin.
Çekdaran keçên ku temenê wan di navbera 16-23 ku ji ola îslamî bûn revandin, lê paşê serbest hatin berdan ji ber ku yek ji wan jinan zarokeke wê ya bi şîr hebû û ji ber ku artêşa Nîcer çavêdêriya wan kiribû.
Eyaleta Borno qadeke pevçûnê ye di navbera hêzên tundraw û artêşa Nîcerê, ku ji berî 16 ve destpêkiribû li hemberî rêxistina“Boko Heram“.
Hêjayî gotinê ku ev herêm şahidiyê revandina 300 jinan bûye di sala 2014’an de. Ji ber şer û pevçûnê zêdetirî 40 hezar mirov jiyana xwe ji destdane û zêdetirî du milyonan reviyan e li gorî hejmarên Neterwên Yekebûyî.






