Lîloz Hisên
Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê ragihand ku Serok Donald Trump hemû serlêdanên koçberiyê ji 19 welatên ku ew wekî xetereya bilind dibîne; rawestandiye, piştî êrişek li ser Washingtonê ku guman tê kirin ku ji hêla welatiyekî Afxanî ve hatibe kirin.
Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî bûyera êrişa ku hefteya borî pêk hat û di encamê de du endamên Parêzvanên Neteweyî li nêzî Qesra Spî hedef girtin, hemû serlêdanên koçberiyê ji welatiyên 19 welatan rawestand.
Rawestandina serlêdanan hemû cureyên serlêdanan bê îstîsna dihewîne, tevî merasîmên hemwelatîbûnê ji bo niştecîhên daîmî yên ku li ber ku bibin welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li gorî perpsektîfan hat destnîşan kirin ku ev rawestandin “tedbîrek demkî” ye heya ku bingehên nû yên dispilînên ewlehiyê werin danîn.
Li gorî belgeyên ku ji hêla CBS News ve hatine weşandin, Xizmetên Koçberiyê û Hemwelatîbûnê yên Dewletên Yekbûyî (USCIS – U.S. Citizenship and Immigration Services) ji karmendên xwe xwestiye ku hemî dozên têkildarî welatiyên welatên ku di bin fermana “qedexeya seferê” ya ku di Hezîrana borî de hatiye dayîn de ne, rawestînin.
Lîsteya welatên ku rastî qedexeyan tên: Afxanistan, Myanmar, Tişad, Komara Kongo, Gîneya Ekvatorî, Erîtiriya, Haytî, Îran, Lîbya, Somal, Sûdan û Yemen. Ji bilî qedexeyên qismî yên li ser Borundî, Kuba, Laos, Sîralyon, Togo, Turkmenîstan û Venziwêlayê jî di nav xwe de digire. Li gorî rayedaran destnîşan dikin ku lîste dibe ku berfireh bibe û bighêje 30 welatn.
Belge piştrast dikin ku rawestandin hemî kategoriyan dihewîne: Serlêdanên rûniştina daîmî (Karta Kesk, Green Card), serlêdanên hemwelatîbûnê, serlêdanên penaberiyê (Asylum) û hemî cûreyên vîzeyên koçberan. Di heman demê de kesên ku di her kêliyê de ketine Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî digire nav xwe, ne tenê yên nûhatî.
Ev tedbîr hat kirin piştî ku hat keşfkirin ku gumankarê êrişa li ser Parêzvanên Neteweyî penaberekî Efxanî navê wî Rehman Allah Lakanwal e temenê wî 29 sal ye, di encama êrişê de parêzevanek jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû. Ev penaberê Efxanî di sala 2021’an derbasî DYA’yê bûye di dema rêveberiya Biden de û di Nîsana 2025’an de piştî ku Trump vegeriya serokatiyê mafê penaberiyê wergirtiye.
Xizmetên Hemwelatîbûn û Koçberiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USCIS) di 2’ê Kanûnê de muzekereyeke fermî weşand, ku tê de sê gavên sereke hene: rawestandina serlêdanên penaberiyê ji bo hemî neteweyan heya lêvegereke berfireh, rawestandina hemî serlêdanên koçberiyê ji 19 welatan, bêyî ku dîroka ketinê çi be û ji nû ve nirxandina dosyayên ku hatin dayîn ji welatiyên wan welatan piştî Çileya 2021’an.
Siyaseta nû zelal dike ku hemû kesên ku tê de ne dê rastî “ji nû ve lêkolîneke berfireh” werin, di nav de hevpeyvînên nû dema ku pêwistî hebe, da ku piştrast bibe ku ti xetereyên ewlehî an sûc an “sedemên din ên nemafdariyê” tune ne.
Di muzekereyê de hat piştrastkirin ku rawestandina serlêdanan tenê bi fermanek nû ji rêveberê USCIS’ê tê rakirin û her daxwazek îstîsnayê pêdivî bi pejirandina rasterast ji rêveberê USCIS’ê an cîgirê wî heye.
Li gorî belgeyên ku Toreya CBS News belav kiriye, ku Xizmeta Koçberiyê û Hemwelatîbûna Amerîkayê (USCIS – U.S. Citizenship and Immigration Services) ji karmendên xwe xwestiye ku hemû dozan rawestînin yên girêdayî welatiyên welatên ku di fermana ‘Qedexeya Seferê’ ya ku di Hezêrana borî de hatiye derxistin.






