Can Yûsiv
Helbestvan Mehmûd Berazî çavkaniyek ji peyvên şêrîn û buxçeyek ji wateyên afirîner e. Ew yek ji dengên neteweyî ên dilpak ku derketiye pêş, yên ku diwêta pênûsên xwe kirine çekek li hemberî hewildanên tinekirin û jibîrkirinê.
Wêje ji destpêka şaristaniyê û vir ve neynik û sazûmankarê gelan e, derbirîna hêvî û êşên wan dike û di kêliyên pêşketin û têkçûnê de wêneyê hişmendiya mirovan radixe ber çavan.
Wêje ne tenê şahî an jî nameyên li ser kaxezê belav bûne, belê, ew bû û hîn jî maye hêzek bi bandor ku rastiyê diguhezîne, giyanan paqij dike û hişmendiyê ji xewa wê hişyar dike.
Wêje ne layenger e, ew helwestek, prensîb û peyam e, qêrînek ku ji dilê xîmavê derdikeve ji bo rûbirûbûna tarîtiyê, ew pireke ku nifşan bi hev ve girêdide û dayîndeyeke dilsoz a mîrat û nasnameya neteweya ye.
Wêje ne tenê jiyanê dinivîse, lê ji nû ve wê diafirîne, di ronahiya nirx, bedewî û azadiyê de.
Ji ber vê yekê rolek sereke ya nivîskar û helbestvanan di parastina nirxên neteweya xwe û parastina ziman û nasnameya wî de hebû ji windabûn û pişavtinê.
Wan berpirsiyariya mayîna çandî hilgirtine ser milê xwe û bi gotin û helbestên xwe derbirîna êşa gelê xwe û hêviyên wî yên azadî û rûmetê kirin.
Di vê çarçoveyê de, helbestvan Mahmûd Berazî wekî yek ji dengên neteweyî ên dilpak derdikeve pêş, yên ku diwêta pênûsên xwe kirine çekek li hemberî hewildanên tinekirin û jibîrkirinê, û gotin kirin dîwarê berxwedanê, helbest kirin penageha azadiyê û minber jî kirin banga jiyanê.
Li navenda bajarê Kobanê, bajarê ku bûye sembola bêhempa ya berxwedan û pêdariyê, ku xaniyên wê yên ji axê “heriyê “, xwe dispêrin pesara Çiyayê Meştenûrê yê bi heybet û ku radize li ber pestînên pirpirîk û awazên Baqî Xido yên ku di kuçeyên wê de mîna lavijên evîna xakê diherikin û di berbanga sibê li ber xumxuma ava Feratê ku diherikîne ava jiyanê û li ber sirûdên jinan li zeviyan û stranên şivanan li mêrgan û bi bêhna nanê tenûrê yê germ ku bi bêhna zaroktî û bîranînan di kuçeyên wê yên teng de diherike, şiyar dibe.
Li wir, ku bîranîna dîroka kevnar bi henaseyên îroyîn ve tê girêdan, ku hîn jî ruhê Hûrî û Mîtanîyan di nav kevir û kanîyên wê de dijene û bênxweşiya Medyan û Subarîyan di her quncikên wê de dimîne, li ser wê xaka pîroz nivîskar û helbestvanê kurd Mahmûd Hesen Berazî di 10’ê Tîrmeha sala 1973’an de li gundê Baxazê, ku girêdayî rêveberiya Kobanê, ji dayîk û bavek Kurd (Mihemed û Zulfe), di nav malbateke Kurdperwer û neteweyî ya xebatkar de, ku ji (sê bira û heşt xwişkan) pêk tê hatiye dinyayê.
Ew malbat mînaka pêkvejiyan, sadebûn û rûmetê bû û di bin siya wê de, Mehmûd li ser nirxên resen ên kurdîtiyê, û hezkirina axê û girêdana kûr a bi welat ve û dilsoziya bi rehên ku di axa bereketdar a Mezopotamyayê de, mîna darên zeytûnan ên ku li ber ti ba û bahozan nalive û naçime, mezin bû.
Wî zarokatiya xwe di jîngeheke gundewarî ya germ de derbas kir, tijî aramî û durustî, li wir ku çîrokên bav û kalan bi stranên palevanan re û sirûdên neteweyî bi lavjiên olî re tevlîhev dibûn.
Li wir, hinêra wî ya yekem geş bû, dest bi guhdarkirina stranên jinan di şevên taveheyvê de kir û guhdarî sirûdên wan ên di demsala dirûnê de, li dengê bilûrê ku ji mêrgên dûr derdiket û li çîrokên dayikan ên li ber kuçikê agirî, ew dengên pêşîn bûn tovên ku di hundurê wî de şîn bûn, di wî de hesta pîroziya ziman, efsûna peyvan û nebeza nasnameyê şiyar kirin.
Ji sirûdên jinan li zeviyan û ji awazên şivanan li mêrgan, wî xêzên helbestên xwe yên yekem hûnandin û ji xumxuma çemê Feratê û ji stranên cotkaran li zeviyan, wî taybetiyên xwe yên wêjeyî û rewşenbîrî wergirtin û ji qehremaniya bapîrên xwe û ji berxwedaniya wan wî xweparêziya xwe û hêza peyvê û rastîya xwe ya derbirînê wergirt.
Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe qedand, paşê xwendina xwe ya amadehî û navîn li bajarê Minbicê domand û li wir çavên wî vebûn li ser cîhaneke berfireh a ramanî û xwendinê û bi dilgermî dest bi xwendina dîwan, kovar û pirtûkên dîrokî û wêjeyî kir.
Di sala 1985’an de bi fermî fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bû û dest bi hewildanên xwe yên pêşîn ên nivîsandin û berhevkirina bi Kurdî kir, li hember astengên çandî û siyasî yên ku derbirînê di zimanê dayikê de sînordar dikirin û ji zarokatiya xwe de ragihand ku xweparêzî ne bi peyvan tê pîvandin, lê bi kirin û bersivdariya parastina peyvê jibîrkirinê tê nîşandan.
Ji ber vê yekê, ew bi hemû kelecanan dakete qadê û xwe ji bo kûrkirina zanîna xwe ya li ser mîrata kurdî terxan kir, wî berê xwe da xwendina wêjeya gelêrî, gotinên pêşiyan, çîrok û stranên kevin û ji wan wateyên ku ber bi windabûnê ve diçûn vegerand, da ku ji nû ve di helbesta xwe de mîna şitlên zeytûnan ên ku di nav axa zimanê resen de şîn dibin, biçînin û ku wekî şahidê ruhê wî yê neteweyî, hezkirina wî ya ji gotinê û wijdanê gelê xwe bimîne.
Ji wê demê û pê de, wî dest bi nivîsandina hewildanên xwe yên helbestî kir, heta ku di cejna Newrozê ya sala 1987’an de, helbesta xwe ya yekem bi navê “Roja Rojhalat” dinivîse ku li ser sehneya Newrozê xwend, û ew wekî zayîna helbestvanekî bû ku dengê wî dê herdem girêdayî bi hezkirina welat û azadiyê ve bimîne.
Di sala 1988’an de Mehmûd komek xwendekar kom kirin û ew hînî alfabeya Kurdî kirin, bi destpêşxeriyeke ku bi şêweyekî sade lê xwedî wateyeke mezin bû, ji ber ku wî ji xortaniya xwe pê hesiya ku parastina ziman parastina hebûna wî ye.
Mehmûd Berazî ji destpêka salên 1990’î ve di nav xebata neteweyî û siyasî û tevgera çanda Kurdî de cih girt û û dest bi rêwîtiya xwe kir wekî têkoşer, şervan û çalakvanek siyasî û çandî.
Li çar parçeyên Kurdistanê ew beşdarî xebat û çalakîyên siyasî û civakî bû, di navbera gund û çiyayan de, di nav qadên têkoşîn û xebata çandî de digeriya, bi xwe re defter û xeyalên xwe hildigirt, wî gotar, raman û helbest dinivîsand, mîna ku hêviyê di nav xaka tîyê azadiyê de biçîne.
Di destpêka sala 2000’an de bi komek hevalên xwe re li çiyayan dibistaneke edebiyata Kurdî damezirand û xwest ku perwerdehî û hişmendiya çandî bi zimanê dayikê xurt bike.
Di navbera salên 2000 û 2003’an de di Rojnama Azadiya Welat de di quncikeke hefteyî ya bi sernavê «Rajena Civakê» de nivîsand û di wê demê de wekî nivîskar û rojnamevanekî pabenîdar ku bi pirsgirêkên civaka xwe ve girêdayî ye, navdar bûye.
Di sala 2003’an de, ew yek ji endamên damezrîner ên Partiya Yekîtiya Demokrat bû, lê ji exabata wêjeyî dûr nebû, belê wî helbest wekî baskekî hevseng yê siyasetê didît û zimanê Kurdî jî mîna welatekî ku nayê dagirkirin didît.
Di havîna 2004’an de, wî biryar da ku dev ji xebata siyasî ya rasterast berde, carek din berê xwe bide nivîsandin, hizirkirin û lêkolîna li ser bingehê mirov û ziman, ev vegera wî bo wêjeyê mîna vegerandina çemekî bû ji bo çavkaniya xwe, ji ber ku di helbestê de penageh û sitargehek didît û di peyvê de jî rizgariyek ji dengê qerebalixa rewşê û nakokiyên wê didît.
Ew di sala 2005’an de zewicî û du kur û sê keçên wî hene, bûn berdewamiya xewna ku wî di helbestên xwe de didît, piştî salan ji tevlîbûna wî ji xebatên çandî û siyasî re, qeder wisa xwest ku di jiyana wî de rêwîtiyek dirêj a xerîbûnê dest pê bike.
Di sala 2007’an de, ew çû Lîbyayê, li wir nêzîkî heft salan (heta sala 2014’an) di warên kontrakt û avahiyan de kar kir, lê belê, xerîbîyê nekarî agirê peyvê di hundirê wî de bi vemirîne, lê zêdetir geşkir, ji bo wî, Lîbiya welatek demkî bû, tenê bi laş lê dijiya, lê giyanê wî di navbera peravên Firat û xaniyên heriyê yên Kobanê de girêdayî mabû.
Di sala 2015’an de berê xwe da Almanyayê û heta îro li wir dijî, li wir, li welatên dûr ku tije bi ziman û rûyên cuda, Mehmûd rêwîtiya xwe ya wêjeyî û ramyarî bi israra kesên ku peyvê li sirgûnê wekî welatê xwe dibînin, berdewam kir.
Careke din peywendiyên çandî yên berfereh bi revendên Kurdên Ewropayê re danî, û beşdarî rêxistinkirina çalakiyên edebî û şevbuhêrkên helbestî bû,ji bo vegerandina taybetmendiya tîpa Kurdî li welêtên xerîbiyê jî xwe nîşan bide,wek ku li nav gund û deştên Kurdî heyî.
Di salên 2018-2019’an de berpirsiyariya beşa zimanê Kurdî di Kovara Gula Zeytûnê girtiye ser milê xwe û ji sala 2024’ê heta niha berpirsê rêxistinê yê HRRK’ê – Şaxa Ewropayê ye.
Tevî mijûlbûna jiyanê û dûrbûna wî ji welatê xwe, Mehmûd rojekî dev ji nivîsandinê berneda, wî di helbestê pencereyek dît ku welat têre dibîne û di peyvê de xilasiyek dît ji dûrbûne re, ji ax û hesreta sirgûnê helbestên wî yên herî xweş afirand, ku bûn neynika rast a rêwîtiya wî ya hestyarî û rewşenbîrî.
Digel ku wî bi çend zimanan dizanî, lê wî tenê bi kurdî dinivîsî, ji ber ku wî zimanê dayikê wek welatekî manewî didît ku divê ji bîr neke û ew penageh bû jêre dema ku welêtên xurbetê lê zor dibû wî xwe lê digirt.
Ew her cûreyê helbestan dinivîse, lê bi taybetî hewl dide helbesta nûjen ,çalakî û hinêra wî ya wêjeyî tenê bi nivîsandina helbestan re sînordar nema, ji bilî helbestê, roman û kurteçîrok jî nivîsandine.
Ji berhemên wî yên helbestî yên çapkirî yên herî navdar:
- Xem û Xende – Helbestî, di sala 2002’yan de.
- Zimanê Çiya – Helbest, di 2003’yan de.
- Hestên Hesandî – Helbest di 2002’yan de.
- Gulbang – Beşa Yekem – di 2003’yan de.
- Gulbang – Beşa Duyem – di 2003’yan de.
Ji çîrok û romanên wî yên çapkirî:
- Mêdîa Sêwî – Çîrok.
- Paytexta Rûtan – Çîrok.
- Herekol – Roman wergerandin, li benda çapê ye.
Mehmûd Barazî gelek gotar, lêkolînên rexneyî û werger di kovar û rojnameyên Kurdî de weşandine û niha jî li ser nivîsandina bîranînên xwe yên bi sernavê “Bîranînên Şervanekî” dixebite û tê de bîranîna çiya, berxwedan û têkoşînê bi bîr tîne û qehremanî û hûrguliyên ku heta niha di bîrê de hatine parastin, bi diwêta hesretê dinivîse.
Mehmûd di helbest û nivîsên xwe de bi mijarên azadî û rûmet, welat û xweza, çiya û berxwedan, şoreş û têkoşînê mijûl bûye, di gel parastina zimanê Kurdî yê resen, wî sembolîzma dîrokî û xwezayî bi têkildana hesreta welat bi hişmendiya felsefî ve
bikaraniye, lewra nivîsên wî bûne amrazên berxwedanê û pirên di navbera paşeroj û niha, welat û sirgûnê de.
Ew hîn di lûtkeya dayîn û afirîneriya xwe de ye, helbestê dinivîse û roman û çîrokên xwe bi xêzên ronahiyê vedihûne, îro di wêjeya Kurdî ya hevdem de bûye nîşanek berbiçav, hilgirê bîrdank û nasnameyê û bi rêya helbest,vegotin, gotar û wergerê serpêhatiya sirgûnî û xerîbiyê belge dike.
Dixwazim bo wî serkeftin û afirîneriyek zêdetir.






