Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mustefa Ibrahîm diyar kir ku îsal rûbera çandina pembo 250 hezar donim bû û got; “Îsal 38 hezar ton pembo hat wergirtin, lê beramberî salên borî kêm bû. Di kêmî mehekê de wê fatoreyên pembo bêne serfkirin.”
Çandiniya pembo yek ji girîngtirîn berhemên stratejîk ên herêmê tê hesibandin, ji ber rola wê ya aborî di piştgiriya cotkaran û dabînkirina madeyên xam ji bo pîşesaziyên tekstîlê de. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên dawî de girîngiyek zêde dide vê sektorê, ji bo baştirkirina ewlehiya xwarinê û bidestxistina cureyek xweseriyê.
Saziya Giştî ya Pembo li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27’ê Îlonê de dest bi wergirtina berhema pembo ji cotkarên herêmê li gorî mekanîzmayeke rêxistinkirî kiribû herwiha di 23’ê meha Mijdarê de wergirtina pembo bi dawî kir.

Nirxê kirîna pembo 600 dolar bû
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cezîrê nirxa kirîna pembo ya vê demsalê li ser 600 dolarî ji bo her tonekî destnîşan kiribû, bi gaveke aramnc dike ber bi pişrgiriya cotkarên herêmê û taşwîqkirina wan ji bo berdewamiya çandiniyê.
38 hezar ton pembo hat wergirtin
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mustefa Ibrahîm diyar kir ku wan 38 hezar ton pembo wergirtiye û wiha anî ziman: “Rûbera çandina pembo vê salê gihaşt 250 hezar donim li ser asta hemû kantonan, lê tevî vê yekê li beramberî salên borî kêm bû. Di 27’ê Îlûnê de saziyê dest bi wergirtina pembo kir li sê navendan (Reqa, Dêrazorê û Hesekê). Wergirtina pembo nêzî du mehan berdewam kir.
Proseya helckirinê li Hesekê ye
Ibrahîm Mustefa destnîşan kir ku pemboya ku ji her sê navendan hat wergirtin wê li Hesekê bê helckirin û wiha got: “Piştî proseya helckirinê, wê tov ji bo kargehên zeytê li Qamişlo bên şandin da ku zeyt were çêkirin û zêdebûnên wê weke xwarina ajalan bê çêkirin weke madeya Kisbe, beşeke ji pembo piştî helckirinê wê ji bo kargehên tekstîlê bên şandin li gorî pêwistiya wan, yên mayî wê li sûkên derve bên firotin.”
Ji bo cotkarên dereng man ku pemboyê xwe bifroşin Mustefa Ibrahîm wiha diyar kir: “Cotkarên ku neghiştin ji bo wergirtina pembo, wê çareserî ji bo wan bê dayîn, destûr wê ji wan re bê dayîn ku li mehlecên taybet pemboya xwe bifroşin.”
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mustefa Ibrahîm wiha axaftinên xwe qedand: “Proseya serfkirina fatoreyan berdewam dike wê di hefetyê de du caran fatore bên serfkirin, heya niha 30% fatore hatin serfkirin ji rêjeya ku li navendên me hatine wergirtin. Di kêmî mehekê de wê hemû fatore bêne serfkirin.”
Pembo bingeha sereke ya aboriya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Pembo weke bingeheke sereke ji bo aboriya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber bikaranîna wê ya cûr bi cûr wekî çavkaniyek stratejîk tê hesibandin.Pembo di pîşesaziyên tekstîl tê bikar anîn di heman demê ji tovên wê zeyetê tê derxistin, bi vî rengî piştgiriya pîşesaziyên herêmî xurt dike.
Wekî din, pembo hejamerek mezin ji derfetên kar peyda dike, hem di proseyên çandiniyê de û hem jî di pîşesaziyên girêdayî wê de ku îstîqrariya aborî xurt dike.
Tevî pirsgirêkên jîngehê wekî kêm barîna baranê û kêmbûna asta ava binerdê, cotkarên pembo di çandina wê de sûdeke aborî mezin dibînin dê wan taşwîq dike ku xebata xwe berdewam bikin.






