Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo zêdekirina xweşikbûna Sûrê Reqa.. Dergeha Mensûr hat sererastkirin

07/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Ji bo zêdekirina xweşikbûna Sûrê Reqa.. Dergeha Mensûr hat sererastkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mirhef El-Fehed diyar kir ku armanca wan ji pirojeya Dergehê Mensûr xweşikbûna Sûrê Reqa yê kevar e û got; “Pirojeya dergehê Mensûr nameyeke şaristanî hildigre û nasnameya dîrokî ya bajar nîşan dide.”

Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke mîmarî li ser dergeha taxa Mensûr destpê kiribû ku di nava xwe de nameyeke şaristanî hildigre û nasnameya dîrokî ya bajar nîşan dide. Di çarçoveya hewildanên sererastkirina cihên dîrokî û şûnwaran, ku di encama faktorên xwezayî û êrişan zirar gihaştin wan. Desteya Çandê hewil dide ku ev cihên dîrokî veghurîne cihên xweşikbûnê ku nanameya şaristaniyên berê nîşan bide.

Derbarê mijarê de hevserokê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriya Mirhef El-Fehed ji rojnameya me re axivî.

Mirhef El-Fehed destnîşan kir ku Desteya Çandê projeya Dergeha Mensûr bi dawî kir û wiha anî ziman: “Bi hevkariya Nivîsgeha Parastina Şûnwaran ya Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nivîsgeha Parastina Şûnwaran ya Reqayê pilanên amadekirina vê projeyê hat kirin. Armanca vê projeyê zêdebûna xweşikbûnê û nîşandana nasnameya dîrokî û şûnwarî ye, ev dergeh dikeve pêşiya Sûrê Reqa yê kevin, me xwest di riya vê sererastkirina dergehê giyanê Sûrê Reqa û nasnameya wê ya dîrokî bi awayekî xweşik vegerînin, di encama faktorên xwezayî û êrişên DAIŞ’ê li ser Reqa gelek zirar gihaştibû van deveran.”

‘Li gorî qanûnên UNESCO’yê ya Mîrata Cîhanî proje pêk hat’

Mirhef El-Fehed diyar kir ku pêkanîna projeya Dergeha Mensûr demek dirêj berdewam kir û wiha domand: “Kar û Xebatên me sal û nîvekê dirêj kir, ji bo ku em bi encameke guncav li gorî mîsaq û peymanên navdewletî yên parastina cihên dîrokî bi taybet qanûnên UNESCO’yê ya Mîrata Cîhanî; derkevin. Gelek armanc û bandorên vê projeyê hebû di nav de hişyarkirina civakê bi giringiya Sûrê Reqa, pêwistiya parastina cihên dîrokî û şûnwaran di heman demê de zêdebûna xweşikbûnê ji bo herêmê bi giştî.”

Mirhef ElFehed bal kişand li ser madeya ku hat bikaranîn dema sererastkirina dergehê û wiha got: “Dergeha Mensûr bi Qermîda Sor a ji firneya Hurqule hat bikaranîn, ku heman qermîda hat bikaranîn di xebatên sererastkirina Sûrê Reqa bi aramnca parastina karekterê mîmarî yê rastîn ê Sûrê Reqayê yê kevnar.”

‘Xweşkibûyînek nîşan da’

Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha zêde kir: “Komeke ji teknîse û endezyarên pispor ên kantona Reqayê beşdarî projeyê bûn, din bin çavdêriya teknîkî ji Nivîsgeha Parastina Şûnwaran ya Desteya Çandê a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Xweşkibûyîna ku vê projeyê li Sûrê Reqa û herêmê zêde kir pir mezin bû, ku nêrîna şêniyan guhert di meyzekirina wan ji Sûrê Reqa yê xirabûyî ber bi wêneyek xweşik û şaristanî ku hemû şêniyên Reqayê pê serbilindin.”

Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mirhef El-Fehed wiha axaftinên xwe qedand: “Gelek proje û pilanên desteyê di pêşrojê de hene ji bo sala 2026’an, ev proje armanc dike ku kantona Reqayê veghurîne bajarekî zindî, çandî û mîrat e herwiha li ser hemû kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bên dabeş kirin. Bi taybetî bal tê kişandin li ser asta çandî û teknîkî di çarçoveya jinûvekirina saziya Sînamayê herwiha kokeme ji kar û xebatên şûnwarî hene weke pêşxistina warê Geştiyariyê li ser asta herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.