Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima qeydên hevdîtina komîsyonê di destê MÎT’ê de ne?!

07/12/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed 

Civîna 18’an a ku di 21’ê Mijdara 2025’an de pêk hat, bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku li Girtîgeha Îmraliyê guhdariya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li gorî vê biryarê, şandeya Komîsyona Demokrasiyê Xuşk-Biratiya Neteweyî di 24’ê Mijdara 2025’an de çû girtîgeha Îmraliyê, da ku Rêber Apo bibîne. Ev gav jî piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir. Piştî 4 saatan ji civînê, şandeya komîsyonê hevdîtin bi dawî kir û ji Îmraliyê vegeriya. Divê were zanîn ku daxwaza Bahçelî çibû ji israra hevdîtina bi Rêber Apo re, wekî tê zanîn jî AKP’ê gelekî li pêşiya hevdîtina komîsyonê bûbû astengiyeke mezin. Armanca Bahçelî ji hevdîtinê ew bû ku bêyî gavavêtina dewleta Tirk, PKK’ê çekan deyne û xwe teslîm bike, herwiha li QSD’ê heman tişt were ferzkirin. Tekez e ku di hevdîtinê de Rêbertî mijara pêkanîna aştiyê, guhertina makezagona Tirkiyê ber zagonnameke demokrsiyê ve û hin mijarên din bi hûrbînî parve kiriye. Ev hemû mijar jî weke şîretan ji hêla Rêber Apo ve ji bo dewleta Tirk û raya giştî bi riya şandeyê hatine şandin. Piştî ku şande vegeriya, daxuyanî ji hêla wê ve hat dayîn, tişta ku li ser hat seknandin di daxuyaniyê de biryara fesîhê û berdana çekan a PKK’ê û hevpeymana 10’ê Adarê a QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyê hat bibîrxistin. Li ser van her du mijaran jî endamên şandeyê pirs ji Rêber Apo pirsîn û bersivên berfireh girtin. Piştî vê daxuyaniyê êdî pêwîst bû bi berfirehî hemû mijarên ku hatibûn nîqaşkirin, ji raya giştî re were parvekirin da ku pêvajo bi rengekî xurtir were domandin û neyê xetimandin. Piştî serdanê bi 10 rojan serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser serdana Komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got, “Tiştê girîng ew e ku xalên sereke yên axaftinên li wê derê bi Komîsyonê re bên parvekirin. Qeydên wan hevdîtinan di destê MÎTê de ne.” Gelo xalên sereke yên ku werin pêkanîn çi ne? Entegirasoyna QSD’ê ya li gorî Erdogan û Colanî ye û teslîmiyeta PKK’ê ye. Pirsa herî girîng jî ew e ku çima qeyd û naveroka serdanê û nameyên Rêber Apo yên di çarçovaya çareserkirina aştî û demokrasiyê de, di destê MÎT a Tirkiyê de ne? Bersiv jî ew e ku AKP’ê li çareseriyê nager, dixwaze xetimîn di pêvajoyê de çêbibe. Tişta ku AKP û MHP’ê dixwest, bi riya daxuyaniyê derket, ango hewldana pêkanîna teslîmiyeta PKK û QSD’ê. Em dizanin pêvajo ji destpêka wê heya îroj bi yekalî hatiye meşandin, gelek gav ji hêla tevgerê ve hatine avêtin. Û dema ku dora dewleta Tirk hat ji bo bi erka xwe rabe dest bi lîstikeke xwe kir, tiştekî tekez e ku Rêber Apo bi xurtî bal kişandiya li ser erkdariya dewleta Tirk ji bo avêtina gavên zagonî, mîna çêkirina makezagoneke nû û girtiyên siyasî. Ev erkdarî banga hemû aliyan e, hem jî cihê lawaziya AKP’ê ye, ji lawaziya AKP’ê ye ku bihêle MÎT destê xwe deyne ser qeydên hevpeyîvînê, gelo kanî erkdarî û hêza komîsyonê? Piştî evqas dem ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hem jî avêtina gelek gavên PKK’ê û avakirina komîsyonê, hîna mijara demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd çareser nebûye. Tevî vê yekê jî Devlet Bahçelî di axaftinên xwe de diyar kir ku xebatên komîsyonê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li parlamentoya Tirkiyê hatibû avakirin, ber bi dawiyê ve hatine. Dawiya çi û hîna kirîza pêkanîna demokrasî û aştiyê li Tirkiyê, Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, tevahiya Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn xewneke. Herwiha xewn bi mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo pêk tê. Da ku ev pêvajo nexetime, bi ser bikeve û tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn werin çareserkirin pêwîst e qeydên Îmraliyê were şikenandin û naveroka serdanê ya di destê MÎT’a Tirkiyê de werin eşkerekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.