Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kîndarî Kurdan û siberoja Sûriyê dike armanc’

07/12/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Kîndarî Kurdan û siberoja Sûriyê dike armanc’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Sekretêrê Partiya Roj a Demoqrat a Kurd li Sûriyê Kovan Kenio da zanîn ku kîndariya li dijî gelê Kurd ji mêj ve heta niha tê domandin, herwiha ev yek wê Kurdan ji gelê Sûriyê dûr bike û got, “Gelê Kurd ji bo doza xwe serî ji tu rêjîman re neçimandiye.”

Piştî ketina rêjîma Baas qad gurkirina agirê kîndariya li dijî gelê Kurd ji hikumeta veguhêz re ma. Colanî û çeteyên wî yên faşîst ên selefî yên HTŞ û hevkarên wê, dereng neman ku Kurdan bikin hedef. Dewleta Tirk a dagirker jî piştgirya vê kîn û nefreta li dijî Kurdan dike da ku Kurdan tune bike. Ev mijar li ser asta Sûriyê bûye rojevek, nexasim dema ku salvegera têkçûna rêjîma kevin hat û xwepêşanderan tê de gotinên nexweş ji Kurdan û QSD’ê re kirin. Bi gotinên tund agirê kîndariyê li dijî gelê Kurd zêdetir bû û bû cihê nerazîbûna hemû gelê Kurd bi siyasetmedar, rewşenbîr, partî û hwd… Derbarê heman mijarê sekretêrê Partiya Roj a Demuqrat a Kurd li Sûryê Kovan Kenio ji rojnameya me re axivî.

‘Gelê Kurd ji mêj ve rastî kîndariyê tê’

Kovan Kenio da zanîn ku gelê Kurd ji mêj ve rastî kîndariyê dihat û wiha got:  “Sîstemên bûrî yên desthilatdar li Sûriyê, tevî ku gelê Kurd bêmaf hiştibûn, hîna jî ji Kurdan ditirsiyan. Armanca sîtemên desthilatdar ew bû ku gelê Kurd bêmaf bihêlin, hem jî windakirina nasname û zimanê Kurdî bû. Siyaseta kîndariyê ji mêj ve li ser gelê me tê meşandin, daxwaza desthilatdaran ew bû ku gelê Kurd ji gelê Sûriyê parçe bike. Rêjîma Baas mafê me bin pê kir û nehişt ku em doza azadiya xwe bikin û em weke dijmin didîtin. Bi dirêjahiya dîroka Sûriyê rêjîman kîndarî bi zanebûn li dijî gelê Kurd dida meşandin da ku desthilatdariya xwe berdewam bikin. Lê tu carî gelê Kurd bi kiryarên ku li ser wan dihatin meşandin, tune nebûn, Kurd û doza xwe serî ji van rêjîman re neçimandin. Lê belê gelê Kurd xwe isbat kir, bi hêztir bû û ew ê bi hêztir bibe jî li Sûriyê.”

‘Kîndarî Kurdan û siberoja Sûriyê dike armanc’

Kenio destnîşan kir ku kîndarî Kurdan û gelên Sûriyê dike armanc û wiha domand: “Piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina desthilata veguhêz, desthilata nû ya Şamê gelê Kurd bi doza parçebûnê tewanbar dike. Eger desthilata veguhêz bi vê sîfetê wê mafê netewa Kurd bêpar bike, wê ev hikumet bibe cihê bêbaweriyê. Êdî wê gelê Kurd nema behweriya xwe bi vê hikumetê bîne, di heman demê de wê gelê Kurdî bi sedema kîndariya ku li ser tê kirin, dûrî gelên Sûriyê û hikumeta wê bikeve. Ji ber ku zilm û zordarî hêviya yekîtiyê dikuje, em ê bi wan re bêhêvî bimînin. Siyaseta nefret û kîndariya ku tê kirin ji hêla desthilatdara nû ve, ne tenê Kurdan armanc digire, lê belê siberoja Sûriyê bi giştî hedef digire. Kîn û nefret, gelên Sûriyê ji hev dixe, bêhêz dike pêwîst e ev yeke bi dawî bibe da ku siberoja Sûriyê ronî bibe.”

‘Wê pirsgirêk çareser bibin eger hemû gel bibin xwedî maf’

Sekretêrê Partiya Roj a Demuqrat a Kurd li Sûryê Kovan Kenio da zanîn ku wê pirsgirêka Sûriyê çareser nebe eger hemû gel mafê xwe bi dest nexin û wiha bi dawî kir: “Kîn û nefreta ku li ser destê sîstemên bûrî yên Sûriyê hatiye çandin, herwiha siyaseta desthilata nû ya Colanî li hemberî gelên Sûriyê wê gelek êş û azaran bi xwe re bîne. Di heman demê de wê parçebûnê ji Sûriyê re pêkbîne û baweriyê di navbera pêkhateyan de nehêle. Li aliyekî din wê Sûriyê lawaz bibe, maf winda bibin, eger ev kîn berdawm bibe wê civak ji hev bikeve, hem jî pêkhateyên Sûriyê ji hev re bibin dijmin. Di bin navê ewlehiyê de wê binpêkirin li ser gelên Sûriyê pirtir bibin, hem jî bi sedema nefretê wê derfet winda bibin ji bo pêkanîna jiyana hevbeş. Divê were zanîn ku gelê Kurd xwedî maf in, mafê wan ên netewî di destûrê de werin bicihkirin, pêkanîna mafê Kurdan welat armanc nake, lê belê wê Sûriyê ava bike. Welatê ku rêzgirtinê ji mafê pêkhateyên xwe re bigire ew welat wê bihêz bibe. Çareseriya Sûriyê ne bi kînê û zordariyê pêktê, lê belê bi diyalogê dibe. Pêkanîna diyalogeke niştîmanî-Sûrî ku tevahiya gelên Sûriyê tê de beşdar bibin û hemû alî hev du qebûl bikin, pêwîst e da ku welat ji vê kirîzê derkeve. Eger ev welat ji hêla tevahiya gelên Sûriyê ve neyê birêvebirin, çanda jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de li şûna kîndariyê negire, welat ava nabe û birîna wê nayê dermankirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.