Ronahî Sadûn/Jinwar
Dayikên bi navên Nûjîn Mihemed û Weten El-Mihemed ku li gundê Jinwar jiyan dikin diyar kirin ku Jinwar ne tenê ji bo wan ware, lê ew cihê xweşî, zanîn û pêşxistinê ye, herwiha cihê jiyankirina jiyana komînalbûnê ye û gotin, “Jinwar ji me re tê vê wateyê wekî ku dayik zarokên xwe hembêz kiriye.”
Ger mirov dîrokê bi awayeke rast bixwîne, we her jin pêşenga wê bibîne. Ji avabûna mirovahiyê heta roja îro jiyan li dora jinê têşe girtiye. Civakbûn bi jinê ava dibe, pêre jî jiyana komînal derdikeve holê. Çiqasî ku jiyana jinê di nava pencên qirkirinê de hatibe derbaskirin, ewqasî têkoşîna wê li hemberî vê yekê derketiye pêş. Di dema ku mirov dest bi jiyanê dike, jin wê jiyanê biwate dike. Her tiştê di jiyanê de nas dike û pêşengtiyê jêre dike. Mînaka wê ji jiyan xwezayî hatiye destpêkirin. Beriya sedê salan jiyana komînal a ku îro em behsa wê dikin, da ku em wê di nava civakê de bidin rûniştandin, jin ew jiyan dabû avakirin, lê wekî ku desthilatdarî her tişt berovajî kir û xist bin xizmeta xwe de, jiyana komînal jî ji rengê wê derxist. Lê îro roj li Rojavayê Kurdistanê bi jinê dîsa ew jiyan tê jiyîn. Mînaka wê li gundê Jinwar tê dîtin û jiyankirin.
Jiyana komînal li gundê Jinwar biwate dibe
Yek ji minûneya jiyana komînal gundê Jinwar e. Gundê Jinwarê yekem gundê jinan li seranserî Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Jinwar li Rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Projeya gundê Jinwarê di dawiya sala 2016’an de derket holê û di 10’ê Adara 2017’an de li gund çêkirina malan dest pê kir. Piştî salekê li ser avakirinê di sala 2018’an de avabûna gund bi dawî bûn. Û ji wê demê heya niha Jinwar ji bo hemû jinan bûye wargeha jiyana nû ya avakirin û azadîkirinê.
Jiyankirina bi yek ruhî
Li gundê Jinwar hemû dayik bi yek ruhî jiyan dikin, ew jiyana jinê ye. Bi hev re kar dikin, diwestin, kêfxweş dibin û bi hev re perwerde dibin. Dema ku mirov derbasî gund dibe hîs dike ew ji hemû gundan cuda ye, ji ber bi destê jinê xwezaya gund hatiye çêkirin. Li pêşiya her maleke gund xweza bedewbûna xwe derxistiye ku bi kulîlkan hatiye xemlandin. Ji bilî her tiştî jiyana hevbeş li wir xwe dide pêş, dayikên gund bi hev re hemû xebatan dikin, ne wekî ku niha cîran li cîranê xwe napirse, lê bi hev re xwe zane dikin, ava dikin û li pêş dixin, ev jiyana ku hemû mirov hewcedarî wê ye.
Derbarê jiyana komînal a jinan li gundê Jinwar, dayikên bi navê Nûjîn Mihemed û Weten El-Mihemed ku li gundê Jinwar jiyan dikin ji Rojnameya me re axivî.
‘Li Jinwar jin dibe ya xwe’

Nûjîn Mihemed diyar kir ku ew 4 sal in li gundê Jinwar jiyan dike û wiha got: “Ev 4 sal in ku ez hatim e gundê Jinwar. Hatina min ji bo gund bi îradeya min bû ne ku zilm û zor li ser min hebû, lê daxwaza min ew bû ku ez li gundê ku jin bi tena xwe lê jiyan dikin, bijîm. Ji ber Jinwar hebûn jinê ye. Li Jinwar, jin rengê xwe dide, xwe nas dike, hem jî jin dibe ya xwe, ew jî di rêya perwerde, xwendin û hwd… de.”
‘Zanebûna me li pêş ket’
Nûjîn Mihemed da zanîn ku zanebûna jinê li Jinwar pêş dikeve û wiha anî ziman: “Min bi xwe nexwendiye, lê piştî ku ez hatim gundê Jinwar, min dest bi perwerdeya ziman kir, niha jî hêdî hêdî ez fêr dibim û pêş dikevim. Di heman demê de em dayik xwe bi xwe jî hev perwerde dikin û ji ber ku min nexwendibû min çîrokên ku xwedî wate ne, di nava perwerdeyê de digotin. Berî ku em werin gund kes ji me nizanîbûn 2 gotin baş bigota, lê di rêya perwerdeyên ku me dît û dibînin, zanebûna me li pêş ket.”
‘Ez hatim guhertin’
Nûjîn Mihemed di berdewaniya axaftina xwe de diyar kir ku ew dayika duyemîn e di gund de mezin e û wiha domand: “Jin herî mezin di nav me dayikan de temenê wê 58 sal in, piştî wê ez im ku temenê min jî 56 sal e. Me xweşbûna jiyanê li vir jiyan kir. Di van çar salên ku ez li gund jiyan dikim gelek guhertin di kesayeta min de pêk hatin. Min weke jin xwe nas kir. Jinwar nasnameyeke nû dide jinê ku jinê lê ji nû ve diafire û hizra wê pêş dikeve. Ji ber ku em jiyana xwe wisa derbas nakirin, em her kêliyek di jiyana xwe de biwate dikin.”
‘Em xwe hewcedarî derve nakin’
Nûjîn Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de çawa ku mirov debara xwe bi xwe dikirin, niha em jî li gund vê yekê dikin ku hemû pêdiviyên xwe li gund pêk tînin, weke ji çinîna sebzeyan, çêkirina nan, çinîna genim, nîsk, ceh, garis, xwedîkirina lawiran û hwd…ve pêdiviyên xwe dibin. Li gund hemû berhemên heyî bi destê jinê ye, em xwe hewcedarî derve nakin. Jin bi destê xwe çandiniyê dike, aboriya xwe bidest dixe, di hemû karan de em dayikên gund bi hev re dikin. Jinwar cihê jinê ye, deriyê wê jî ji bo hemû jinan vekiriye.”
‘Bi hev re karên hevbeş dikin’

Weten El-Mihemed ku bi temenê 55 salî ye, behsa jina li gund kir û wiha got: “Ev bûyek salek û du meh in ku ez li gundê Jinwar jiyan dikim. Li gund em di seatên sibehê de radibin û dest bi karê xwe dikin. Kar me dayikan jî bi rengê hevbeş tê kirin. Di heman demê de di hin rojên înan de em xwarinê hevbeş çêdikin û hemû dayik bi hev re hemû dixwin. Herwiha di heftiyê de du rojan jî perwerdeyên xwe dibînin, hin perwerdeyên ku em dibin bijîşk wan perwerdeyan dibînin, ew bi armanca ku di demên pêwîst de, em bizanin çi bikin û çawa tev bigerin. Ji bo wê çi nexweşî heye, me perwerde li ser birine. Di rêya perwerdeyê de jî me hemû cûreyên şînatiyan û sûdên wan nas kirine, ji bo wê em tedawiyên xwezayî ji bo nexweşiyên xwe bikar tînin. Herwiha me sebze jî çandibûn, piraniya xwarinên me jî ji wan sebzeyan bûn. Jiyana me li gund bi awayê komînal derbas dibe.”
‘Jinwar ji me re dayike’
Weten El-Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Di gundê Jinwar de jinên ji hemû pêkhateyan lê jiyan dikin. Jinwar ne tenê ji bo me ware, lê ew cihê xweşî, zanîn û pêşxistinê ye. Niha ne ku ez li gund jiyan dikim û pesindayîna wê didim, lê jiyana me pir xweş derbas dibe, her tiştê pêwîst peyda dibe, tu astengî di jiyana me de tune ye. Ji bo wê Jinwar ji me re tê vê wateyê “Wekî ku dayik zarokên xwe hembêz kiriye.”






