Helbestvan Ayşe Sîdî
Can Yûsiv
“Sembola helbesta kurdî ya azad û nebeza dilê jina Efrînî ya berxwedêr”.
Helbestvanên jin ên kurd di dewlemendkirina edebiyata kurdî ya nûjen de rolek girîng lîstin, wan gotin ne ji bo nivîsandinê nenivîsandin, lê ji diwêta pênûsên xwe şemslak afirandin ku riyên nasname û çanda kurdî ronî dike û di qada peyvê de dibiriqe di navbera dil û wijdanan de diherike.
Helbestên wan ne tenê nivîsar in, lê zindawerin ji henaseyên hestên mirovî yên pak, ji evîna kûr û êşên veşartî , heta hêvî û hewesa nû ya azadî, edalet û wekheviyê.
Helbestvana Kurd Eyşe Şêx Sîdî yek ji wan kesan tê dîtin ku xema peyv û parastina zimanê Kurdî girtiye ser xwe û xîmava pênûsa xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe û doza wî terxan kiriye, tîpên xwe kirin fîşek di singa neyaran de û gotinên xwe kirin çirayeke ronak ku rêyên azadiyê pê ronahî dike û di dilan de pertewê rûmet û hêviyê diçîne.
Efrîn… çîrokeke bêdawî ya evînê ye, û dilê Rojava yê Kurdistan ê jîndare û warê zeytûnan ê zindawere ku rehên wê pîr nabin û agirê wê venamire, ew ne tenê xalek li ser nexşeyê ye, lê bîranînek gotindare “axêvere” ku darên wê yên kevnar vedibêjin û şahidiya serdeman dikin û bûyî sîbera bav û kalan , bêhna dîrokê û rastiya têkoşîn, sebir û berxwedanê hildigirin.
Di her şaxekî wê de çîroka welatekî û di her kevirekî wê de şopa şaristaniyekê heye, axa wê şahidiya dîrokên kevnare dike û çiyayên wê çîrokên Med û Sûbariyan vedibêjin û dengên Mîtaniyan û Hûriyan ên ku di vir re derbas bûne hîn vedidin û li ser axa wê stranên jiyanê hiştine .
Li ser vê xaka pîroz, di nav keskaya buxçeyan û bêhna kulîlkan de, û di navenda bajarê ku hê jî zindî bi dan û jiyan û mûzîka kevnar a Kurdî , helbestvana Kurd Eyşe Şêx Sîdî di sala 1987’an de, ji dayîk û bavek Kurd (Ebdul Qadir û Ferîde) di nava malbateke Kurdperwer, neteweyî û oldar de ,girêdayî bi nirxên resen ên kurdewarî ve, ku ji çar xwîşk û du birayan pêk tê hatiye dinyayê .
Bavê wê hezkirina axê û dilsoziya bi welat re di dilên wan de çandibû û ew li ser bîhna çanda kurdî û nasnameya wê ya neteweyî mezin bûn û ji zarokatiya xwe de mîrasek xweparêzî û wefadariyê hilgirtibûn, ku piştre bibin dengek zindî yê nasname û rûmetê.
Li wir, cihê ku erdnîgarî bi dîrokê re, û awaz bi helbestê re hev himbêz dikin, Eyşe dest bi gavên xwe yên pêşîn ber bi nameyê kir, guhê xwe da pistîna xwezayê mîna ku îlhamek esmanî be û helbestên xwe yên yekem ji bêdengiya çiyayan dinivîse.
Zarokatiya xwe di hembêza bajarê Efrînê de, di navbera kolanên wê yên teng û taxên wê yên kevnar de û li ser peravê çemê Efrînê, Gola Meydankî, sulavên Cemrûk û kaniyên Andara û Basûtê derbas kir, ew mîna karxezalekî di navbera çiya û geliyên Efrînê , deşt, zevîyên wê de û di nav bax û bustanên gundê xwe Şêxler Obsî de , li serê Çiyayê Hawarê, ku ezman hembêz dike, mezin bû.
Li feraşînên Efrînê ku çiya bi helbestê digihêje hev û ba destên xwe bi şitlên zeytûnê dihejîne, Ayşe di nava pestînên zeviyan, dengê şivanan û stranên jinan de mezin bû.
Li wir ew hîn di piçûkatiya xwe de hinêra vebû li ser çîrokên dayikên ku ji bo welat, evîn û azadiyê distirandin û destanên qehremaniya bapîran vedigotin , ji stranên kevneşopî û neteweyî yên ku çîrokên evîn, xemgînî û hêviyê vedibêjin, ew fêrî hezkirina welatê xwe bû, û di dilê wê de bû mîna koka dara zeytûnê ku ne hişk dibe û ne jî dişkê.
wê ji axa wê hêzbûna çiyê hilgirt, ji hewaya wê paqijiya awazê û ji jinên wê xweşikbûn û hêza jiyanê wergirt.
Peyv di wijdanê wê de rûnişt, û helbest bû zimanê wê yê yekem ku derbirîna evîna wê, hesret û serhildana ku di giyanê wê de dikele dike.
Ji çavkaniyên çîrokên gelêrî û sirûdên jinan ên li qiraxên çeman, heya dengê cotkaran û bêhna nanê tenûrê, Eyşe helbestên xwe wek efsaneyan vehûnandin, û dengê jinê bilind kir li hember zehmetiyan û mîrateya gelê xwe hildigirt.
Di wê jîngeha dewlemend a bi efsane û çîrokan de, di nav şûnwarên Mîtanî û Hûriyan û perestgehên Medan de, Eyşê ruhê dîroka kûr a Kurda girtiye û helbestên wê bûne neynika bîranîna xakê, li ser hesretê distirîne, navê şehîdan vedibêje û wêneyê jina Kurd wekî sembola paqijî ,hêz û jiyanê ji nû ve diafirîne.
Ji destpêka xwe ve, wê dizanibû ku helbest ne tenê xemilandineke zimanî ye, lê peyameke neteweyî û mirovahî ye û derbirîna nasnameya ku her tim pêrgî hewlên çewisandin û jibîrkirinê tê ,dike ,ji ber vê yekê gotinên wê bi bêhna axê, bi şîrê zeytûnan û bi ruhê berxwedanê yê ku gelê Efrînê cuda dike, tijî bû, nîşan dide .
Ayşe ,di şazdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbesta bi erebî kiriye, piştre di hejde saliya xwe de derbasî nivîsandina helbesta bi kurdî bûye. Helbestên wê bûne neynika êşa wê ya mirovahî û deng ji dengên jinên Kurd yên berxwedêr.
Wê dest bi rêwîtiya xwe ya xwendinê kir li dibistanên Efrînê heta pola çaran,piştre xwendina xwe ya seretayî, amadehî û navîn li bajarê Helebê berdewam kir û di sala 2010’an de bawernameya xwe ya bekeloryayê wergirt.
Piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ew tevî malbata xwe vegeriya bajarê xwe Efrînê ,da ku perwerdeya xwe li Peymangega Zimanê Kurdî bidomîne, û di sala 2013’an wê bawernameya zimanê kurdî wergirt , di pêngavekê de ku girêdana xwe ya zimanî û çandî bi rehên xwe yên netewî re xurt kir, û peyv kir amûra xwe ji bo parastina nasnameya Kurdî ji tunekirin û jibîrkirinê.
Ew li wir ma, mamostetî dikir, dinivîsand û stran digot ji bo Efrînê , heya roja reş hat ,roja ku bajar ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, wê rojê taybetiyên xakê guherand û di canê wê de birînek kûr hişt ku qet qemûş nagire , lê di dilê wê de agirê israrbûna vegerê, nivîsandinê û berxwedana bi gotinê qet venemirand.
Helbestvan Eyşe bi zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û bi şêwazeke taybet û cihêreng di nivîsandina helbestên nûjen, azad û pexşan de, ew hevrêzîyê dike di navbera şarezayî û bedewiya hunerî de û kûrahiya ezmûna xwe ya mirovahî û netewî tîne ziman, gotinên wê mîna bayê sibehê nerm in , giyan şa dikin, birînan derman dikin, û bê destûr diherikin nava dilan ji ber dilpakiya hest û germahiya wateyê ku hildigirin.
Ew helbestên xwe bi dengekî pir xweş û şêrîn , melûl û bi hesret dixwîne, da ku helbestê bike pirek di navbera mirov û welatê wî û di navbera peyv û wijdanê de û serpêhatiya helbestê vediguherîne strana hesretê , nasname û bîranînek zindî.
Dîwaneke wê ya helbestan bi zimanê kurdî heye ku li benda çapê ye, helbestên herî diyar tê de:
1- Efrîna Min
2- Îşev
3- Mirna Hêdî
4- Êşa Pênûsê
5- Cana Min
6- Gilî
7- Xatirê Dawî
8- Bûka Kurdistan
Ew helbesta nûjen, azad bi bi zimanê Erebî ê petî û bi şêwazek bedew û hêja dinivîsîne, ku hevrêziyê dike di navbera kûrahî û zelaliyê de,û êşê veguhêrîne bedewî yê, û hesretê dike awazek ku di wijdanê de bimîne.
Her wiha dîwaneke wê ya helbestan a bi zimanê Erebî jî heye, ku nêrîna wê ya hunerî û hestyarî vedihewîne. Ji helbestên wê yên herî navdar:
1- Ey mirov
2- Biryar
3- Şahbanûya can
4- Ez keçeke Efrînî me
5- Sûcdarkirin
6- Pistîna payîzê
7- Ez û Xweda
8- Ez bi tenê me
Her helbestek ji van berheman nîşaneke xwe ya taybet dide, nalîna erdê, dengê jinan û êşa sirgûnê tevlihev dike, lewra serpêhatiya Eyşê ya helbestvanî dibe neynika Efrînê ya ku kûve diçe di dilê wê de dimîne û dibe hawara evîn û dilsoziya bi welatekî ku ji bîrdankê dernakeve.
Ew dinivîse ji ber ku bawer dike ku helbest welatekî din e ku nayê dagirkirin,dema ku jina kurd dinivîse, bîrdanka miletekî tevahî ji bîrnebûnê rizgar dike.
Şarezayiya helbestvan Eyşe tenê bi nivîsandina helbestê sînordar nema, gihişte warê lêkolînên ramyarî û rewşenbîrî û nivîsa wêjeyî ya dahûranî “Tehlîlî” bi zimanên Kurdî û Erebî ,ji lêkolînên wê yên analîtîk ên herî navdar:
1- Dema bêdengiyê.
2- Mirov û mirovahî .
3- Xwe nas bike.
4- Lêgerîna li rastiyê.
Van berheman hewesa wê ya ji bo zanînê, û şiyana wê ya ku dikare êşê veguhêrîne ramanek ronahî û gotnek ku li hemberê jibîrkirinê berxwe bide radixe ber çavan.
Tevî tûndiya şer, ku nehişt berhemên wê bên çapkirin jî, wê bi rêya kovar, malper û platformên medyaya civakî karî wan bighîne civakê .
Berhemên wê di gelek kovaran de hatine weşandin, mîna
Kovara :(Tîrêjên Rojê,Avaşîn,Konê Wêje li Rojava, Pêşkevtina Pênûsê, Asoyên Jinan li Şehbayê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Firatê).
Her wiha di rêwîtiya xwe ya wêjeyî de ji şêwaz û edakirina helbestvanê kurd Ferhadê Mêrdê bandor bûye û ji serpêhatiya wî ruhê helbesta nûjen, azad û pexşanî girtiye.
Wê gelek bawernameyên rêzgirtinê ji aliyên çandî û wêjeyî yên cuda wergirtin ,ji kovarên mîna:( Avaşîn,Konê Wêje li Rojava, Tîrêjên Rojê). Ew beşdarî gelek şevbuhêrkên wêjeyî yên li bajarên Rojava bû, da ku bibe dengek wêjeyî ya heyî di dîmena çandî ya kurdî de, tevî koçberî û derbidebûnê.
Piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de ew, koçberî Şehbayê bû û ji wir jî koçberî Tebqayê bû ku niha lê dimîne , ew li wir dersên zimanê Kurdî dide û nivîsandina helbest, gotar û lêkolînan bi zimanên Kurdî û Erebî berdewam dike û tekez dike ku peyv dê bimîne welatekî ku nayê dagîrkirin, û helbest pireke di navbera bîrdank û paşerojê de.
Helbestvan Eyşe yek ji wan dengên jinên Kurd tê hesibandin ku kariye hevrêzîyê bike di navbera pabendiya neteweyî û kûrahiya mirovahî de di ezmûna xwe ya wêjeyî de .
Tevî dijwariya jiyanê û koçkirina wê ya bi darê zorê ji Efrînê, bajarê ku jê hez dikir û bîranînên wê di helbestên xwe de xêz dikir, û jiyana wê ya çend salan li kampên Şehbayê di bin şert û mercên dijwar de ku dilê mirovan di sojandin û hêsir ji çavan di barandin,lê ew pêdar ma mîna dara sindiyanê di rûyê bahozan de , ti bayê xurt nekarî wê bişkîne, û wê ji evîna peyvê , ji armanca ku di dilê wê de bûyî nebezek û ji giyanê wê re bûyî penagehek dûr bêxe.
Ew trajedî û serpêhatî bûne çavkaniyek ji bo hûnandina peyvan û êzingek zêde ku riya pênûsa wê ronî dike. Ji nav tîpan xem û kederên wê derdiketin, gotin wek awazan diherikîn û helbest ji bo jiyan û hêviyê di qêrîn û ji êşa sirgûnê tîrêjeka sebir û israrê vedihûnê.
Wê bi dengekî bilind bang dikir ku kolan û bîranîn ji vedenga wê dilerizyan û di got:
Em li vir in… em li ser axa bav û kalên xwe dimînin û em jê nagerin … û em ê di demek nêzîk de vegerin Efrînê, da ku careke din evîn û azadiyê li ser axa welatê xwe yê hêja biçînin.”
Ji wê re serkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim.
Ji çavkaniyên çîrokên gelêrî û sirûdên jinan ên li qiraxên çeman, heya dengê cotkaran û bêhna nanê tenûrê, Eyşe helbestên xwe wek efsaneyan vehûnandin û dengê jinê bilind kir.






