Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqa Fadil Mustefa diyar kir ku armanca xebitandina kargeha ziwakirina garis ji bo xizmeta cotkaran e wiha got: “Em dixwazin barê cotkaran sivik bikin û berhema garis ji xirabbûnê biparêzin.”
Kargeha ziwakirina garisê a li Reqayê 18’ê Cotmeha 2020’an hatibû xebitandin, lê piştre hat sekinandin û tenê salekê kar kir. Ji wê salê ve Rêveberiya Xweser êdî garisê zer ji cotkaran wernegirtiye. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê destpêka meha Mijdarê ragihand ku wan kargeha ziwakirina garisê zer xistiye xizmetê.
Ber bi avêtina gavên erênî di aliyê çandiniyê de, li kantona Reqayê bi armanca xizmetkirina cotkaran û hêsankirina barê wan yên zeviyên çandiniyê, jinûve vekirina kargeha ziwakirina garis gaveke giring bû ji bo parastina garisê zer ji xirabbûnê dûrî şêwazên kevneşop û qezayên ku li ser rê çêdibin di heman demê de xeteriyên girêdayî wê. Ev gav dê rê li ber zirarên ku dibe bigihêjin zeviyan bigire di heman demê de zeviyan ji dizî û talanê biparêze.
Derbarê vekirina kargeha ziwakirina garisê zer Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Reqa Fadil Mustefa ji rojnameya me re axivî.

“Kargeha ziwakirinê dê zirarên ku dibe bigihêjin zeviyan bigire”
Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqa Fadil Mustefa di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku vekirina kargeha ziwakirina garsê zer gelek pirsgirêkên ku cotkaran êş jê dikşandin derbas kir û wiha berdewam kir: “Berê cotkarên garisên zer berhemên xwe bi şêwazên kevin ziwadkirin weke raxistina li ser rêyan, vê yekê gelek pirsgirêk bi xwe re dianî, weke çêbûna qezayên li ser rê dibû sedem ku zirar bighêje berhemên cotkaran herwiha nakûkî di navbera cotkaran derdiket li ser cihên raxistina wê. Rêbazên kevin ê ziwakirina garis demên dirêj dixwest da ku garis ziwa bibe ku dighaşt 3 heta 4 rojan, gelek caran ji ber guhertina rewşa hewayî û barîna baranê bandorê dikir. kargeha ziwakirina garisê Zer dê rê bigre li ber zirarên ku dibe ku bighêje zeviyan.
‘Kargeh bi sê depoyan tê xebitandin’
Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Reqa Fadil Mustefa behsa mekenîzmeya xebitandina kargehê kir û wiha anî ziman: “Kargeha ziwakirina garis ji sê depoyên Fransî pêk tê, her depoyeke ji 160 heta 170 ton garis ziwa dike. Eger 24 seatan kargeh bixebite dê her depoyek 200ton garis ziwa bike. Ji xwe dema seatên xebitandina kargehê li gorî hewcdariyê tê xebitandin. Ziwakirina garis di kargehê de her 40 ton 5 saetan dewam dike. Buhaya her tonekê bi 12 dolaran tê ziwakirin tevî rakirina di kîsan de û dirûtina wê, ev buha li beramberî ziwakirina bi rêbazên kevn kêm e.”
Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Reqa Fadil Mustefa wiha axaftina xwe qedand: “Rêjeya şilbûna garis dema dighêje me 40% ye, lê dema ku tê ziwakirin em bi rêjeya 14% radestê cotkaran dikin, ku rêjeya herî guncave di seranserî cîhanê de, bi vê rêjeyê dibe ku heta 6 mehan jî garis bê veşartin bêyî ku xirab bibe.”
Hêjayî gotinê ku buhaya her toneke garisê zer niha dighêje 200 heta 230 dolarê Amerîkî.






