Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Esnafan pira di navbera welatî û rêveberiyê de ye

03/12/2025
in Aborî û ekolojî
A A
Yekîtiya Esnafan pira di navbera welatî û rêveberiyê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Esnafan Nizhan Mehmûd diyar kir ku armanca wan ew e ku yekîtî bibe pireke di navbera rêveberiyê û welatiyan de û got: “Armanca me em karibin daxwaz û nêrînên welatiyan raghînin rêveberiyê, di heman demê de jî dengê rêveberiyê û rêxistinbûnê bighîninwelatiyan.”

Bi armanca rêxistinkirina kar û xebatên bazaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di sala 2019`an de Yekîtiya Esnafan li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Ji wê demê heya niha yekîtiyê gelek kar û xebat dan meşandin weke beşek ji Odeya Bazirganiyê. Bi derbasbûna demê re biryar hate dayîn ku sîstemeke hundirîn ji bo yekîtiyê bê nivîsandin û weke yekîtiyeke serbixwe kar û xebatê xwe berdewam bike, lewma di 5’ê Mijdarê de Konferansa damezirîner a Yekîtiya Esnafan bi drûşmeya “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, di gaveke de ji bo rêxistbûna bazarên herêmî û xurtkirina aboriya civakî; hat lidarxistin.

Di konferansê de Nizhan Mehmûd û Fîkret Xelîl Abdo weke hevserokê yekîtiyê hatin hilbijartin li gel hilbijartina 10 endamên ji bo meclisa giştî ya yekîtiyê.

Derbarê kar, xebat û armancên yekîtiyê hevserokê Yekîtiya Esnafan Nizhan Mehmûd ji rojnameya me re axivî.

Hevserokê Yekîtiya Esnafan Nizhan Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser konferansa wan a damezrîner û wiha got: “Berê weke Esnaf em girêdayî Odeya Bazirganiyê bûn, lê bi derbasbûna demê re her du ji hev cuda bûn û esnaf bû yekîtiyek serbixwe, lê bêyî tu konferans an jî kongir kar û xebatê xwe dimeşand, li ser vê bingehê biyara hat dayîn ku sîstema hundirîn a yekîtiyê bê nivîsandin di heman demê de konferan bên li dar xistin li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di konferansê de li ser sîstema hundirîn, hevserokatiya giştî, hevserokên kantonan, meclisa giştî û logoya yekîtiyê bi awayekî giştî hat erê kirin. Nivîsgehên yekîtiyê li kantona Tebqa, Kobanê, Reqa, Dêra Zorê û Cizîrê hene. Di konferansê de tekezî hat kirin li ser xurtkirina rola jin û ciwanan di aliyê aborî de bi taybet di nava esnafan de. Weke sîstem bajarên ku girêdayê kantona Cizîrê 11 bajarin wek (Şedadê, Til Temir, Dirbêsiy, Amûdê, Tirk Birak, Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê û Qamişlo). Niha em nivîsgeke nû li bajarê Çil Axa jî vebikin.”

Kar, xebat û armancên yekîtiyê

Nizhan Mehmûd di gotina xwe de li bal kişand li ser kar û xebatên yekîtiyê û wiha berdewam kir: “Kar û xebatên me ji bajarekê ji bo bajarekî din cuda ye, li gorî esnafan hin bajar hene 40 esnaf hene û hin bajar 20 an jî 25’in, weke yekîtiyên Tirimbêlan, dikanên cilan, dikanên elktronîkan, telîfon herwiha hemû cûreyên bazirganiyê yên di bazaran de.”

Hevserokê Yekîtiya Esnafan Nizhan Mehmûd wiha gotina xwe qedand: “Armanca me ku  ew e rêxistinkirina aboriya civakî ji ber ku rêxistinbûna bingha her tiştî ye û sedema avabûna yekîtiyê ye herwiha Yekîtiya Esnafan bibe pireke di navbera welatî û rêveberiyê de, di riya komîteyên di nava yekîtiyê de deng û rêxistinbûna ku rêvberî dixwaze bighîne milet di heman demê de pirsgirêk, nerîn, daxwaz û zehmetiyên ku milet dikşînin bihînin aliyên rêveberiyê. Di yekîtiyê de komîteyên çareseriyê hene roleke wê mezin heye di çareserkirina pirsgirêkên ku derdikevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.