Navenda Nûçeyan
Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, ji destpêka salê û heta niha li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê 8 welatiyên Sûrî dema ku hewil didan derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin, 25 jî birîndar bûne û bi dehan hatine işkencekirin.
Di salên şer de, sînorê Sûriye-Tirkiyê bû cihê binpêkirinên tirsnak ku sivîl, di nav de jin û zarok, rastî awayên herî hovane yên tundûtûjiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin. Ev binpêkirin ji karanîna guleyên zindî û lêdanên giran bigire heya îşkenceya ku dibe sedema mirinê, diguherin.
Tevî hilweşîna rejîma Essed û guhertina hevsengiya hêzê li Sûriyeyê, trajediya Sûriyê bi şêweyên nû berdewam dike, sivîl bedela şer û valahiya ewlehiyê didin.
Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê hejmara kesên ku bi destê leşkerên Tirk ji destpêka sala 2025’an vir ve hatine kuştin gihîştiye 8 kesan û 25 kes jî birîndar bûne.
Hûrgiliyên binpêkirinên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê wiha ne:
Di 13’ê Çileyê de leşkerên Tirk li ser sînor du welatiyên Sûrî işkence kirin, yek ji wan di bin îşkenceyê de mir û yê din jî bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku ew herdu wilatî ji Hemayê ne û li Reqa dijiyan, dema ku wan hewl didan di aliyê Kobanê re derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk yên li ser sînor hatin girtin.
Di 13’ê Çileyê de dema ku komeke Sûriyan hewl didan bi rêyên qaçaxçîtiyê ji gundewarên Serêkaniyê derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyên leşkerên Tirk ve hatin girtin û işkence li wan hat kirin, di nava komî de jineke ducanî ji ber işkencê zaroka wê mir.
Di 19’ê Hezîranê de li bajarê Dirbêsiyê nêzîkî xeta sînor, ciwanek dema ku hildikşiya li ser banê mala xwe hildikişiya, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin û bi giranî birînar bû.
Di 28’ê Tîrmehê de zarokek ji bajarê Reqqayê dema ku hewl dida sînorê Sûriye-Tirkiyê li nêzîkî Kobanê derbas bike, ji aliyê leşkerên Tirk ve ve hate kuştin.
Di 27’ê Tebaxê de dema ku komek welatiyan hewil dan li nêzîkî gundê Keltabê yê rojhilatê bajarê Kobanê derbasî axa Tirkiyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarandin û di encamê de welatiyek hat kuştin.
Di 10’ê Tebaxê de, ciwanek ji herêma Cebelê li gundewarê başûrê Helebê piştî girtina wî ji aliyê hêzên ewlehiya sînor ên Sûriyê ve li herêma Haremê rastî rêze îşkenceyan hat, li wir çend rojan rastî işkence û heqaretê hat.
Di 26’ê Tebaxê de, li bajarê Kobanê di encama gulebarana bêserûber a leşkerên Tirk hêzên zarokek bi giranî birîndar bû. Zarokê birîndar ji bo wergirtina lênihêrîna bijîşkî ya pêwîst ji nexweşxaneyên herêmê re hat veguhastin.
30’ê Tebaxê de komek welatî dema ku dixwestin ji aliyê Serêkaniyê derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarandin û girtin, piştî girtinê jî hatin işkencekirin û di encamê de ji wê komê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Di 28’ê Îlonê de, sê kes dema ku hewl didan ji aliyê Serêkaniyê derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin gulebarandin û birîndar bûn.
Di 5’ê Cotmehê de, leşkerên Tirk 6 ciwanên ku dixwestin di laiyê Girê Spî re derbasî Tirkiyê bibin, girtin û ew işkence kirin.
Di 25’ê Cotmehê de, li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê, dema ku du ciwanan hewil didan derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk yên li ser sînor ve hatin gulebarankirin û di encamê de ciwanek hat kuştin û yek birîndar bû.






