Esma Mistefa/Qamişlo
Bi hezaran çîrokên venegotî yên ku îfadeya hêz, biryardarî û êşên jinan dikin ku gotin û hêstir têrkeriya wê nadin, hene. Ev du çîrokên ku hûn ê bixwînin, vegotina perçeyek ji êşkişîna 48 demijmêrên ber bi rêwîtiyeke ne diyar ve ne.
Di 1’ê Kanûna 2024’an de gurên hov yên ku ava xwînvexwarinê ji devê wan diherikî li derdor herêma Şehbayê û Tilrifetê çembera xwe girêdan. Bi zimanekî zelal.. li derdor gelê Kurd, gelê Efrîn û Şehbayê girêdan. Yê ku filitîn jiyaneke nû bi dest xist û yê ku dest wan ket jî bi serbilindiya xwe ya bi qasî çiyayê Kurmînc jiyana xwe oxirî welêt kir ku rêwîtiyan wan a piştî 7 salan ji koçberiyê, li wir diqediya.
Gelê ku beriya salekê pêla koçberiya duyemîn ji Şehbayê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve meşiya ye; Jinên Efrînê di vegotina şahidî, êş û hêza xwe ya biryardariyê piştî 7 salan ji berxwedan û avakirina jiyaneke nû li Şehbayê, çîrokên xwe yên du rojan ji me re vegotin. Di vê raporê de guhdarkirina bi hezaran ji çîrokên şibyayî, Rojnameya me bû duhdarvanê du çîrokên jinên ku ji roja biryara derketina ji herêma Şehbayê ber bi Reqa û Tebqa ve bû.
Serpêhatiya Guney di roja veqetîna ji bîranînên 7 salan

Guney Mistefa 47 salî, dayîka sê zarokan 2 keç Zîlan û Viyan û yek xurtî ye navê wî jî Mihemed e. Zîlan li peymangeha Hunerê ya Bilind a Hîlala Zêrîn û Mihemed jî li Zanîngeha El-Şerq ya Reqayê dixwînin. Guney Ji Gundê Ereba ya navçeya Mabata ye. Xebatê Hîlala Zêrîn dike, hevjînê wê jî di xebatê perwerdehiyê yê Hêzên Ewlekariya Hundirên de kar dike. Guney dema li Şehbayê tev Viyan û hevjînê wê Mihemed Elî ve di xaniyekî li bajarokê Ehdas de tevî malbateke din ku ew jî mirovê wan in jiyan dikrin. Dema ku biryara jinişkêva ya derketina ji herêma Şehabyê û valakirina wê hat standin ew jî tevî malbata xwe ku li malê jiyana xwe ya weke her roj jiyan dikirin, haya wan ji derketinê nîn bû. Ev yek ne tenê malbata Guney dispêre. Di heman demê de tu kesî ne rêveberî û ne jî gel texmîn nedikirin wê bi vê lezbûnê dengeyên leşkerî di Sûriyê de bên guhertin û HTŞ’ê serweriya xwe li ser hemû parêzgehên Sûriyê bike.
Di Roja 1’ê heyva Kanûnê de Guney, hevjînê xwe û keça xwe Viyan wê rojê li mal in. Di serê sibê de weke ku em jî bibûn şahid tu tevgerekî ku ev çete berê xwe bidin herêma Şehbayê nîn bû. Berûvajî wê şervanên me derbeyên herî giran li wan didan û herêm di pozisyona parastinê de bû. Her wiha di wê rojê de merasîma Şehîdekî jî hebû.
Bi saetên nîvroj re êdî li derdora herêmê tevgera çeteyan çê bû û dengê mermiyan zêde bû. dema wisa dibe hevjînê wê derdikeve gel hevalan. Guney dibêje ku weke her roj wa jiyana xwe ya normal jiyan dikir, xwarina xwe ya rojê amade dikir û tu amadekariyên derketinê nekiribû. Di wê hingê de dengê şer gur dibe, ji ber ku Ehdas deryaya destpêkê ya herêmê bû pevçûna herî mezin di wir de çê bû. Keça wê ya li Hesekê telefon dike û dibêje “Yadê hûn li ku ne, ew dibêje em li mal in. Zîlan vedigerîne û dibêje yadê çete êdî di nav Ehdas de belav dibin”. Dema wisa dibhîze Guney derdikeve derve û dibîne ku hemû cîran û malbatên taxê derdikevin, tenê malbatek maye ew jî tiştên xwe li siwariya xwe bar dikin. Ew malbat dibêje were em te û keça te bi xwe re derxînin, Guney vedigerîne dibêje ez vê kalmêrê nexweş û hevjîna wî li pey xwe nahîlim. Cîranê wan her tiştê xwe ji siwariyê derdixe û hemûyan bi malbata xwe re derdixîne.
Heyanî wê demê deng ji hevjînê Guneyê nîne, êvar konê xwe vedigre, kerwan bi hev dikevin. Ji aliyê Ehdas, Babinês û li aliyê Kampa Serdem sê kerwanên koçberan tên çêkirin. Di nava wê êvara yekê mehê heyanê duyê mehê çi çîrok û serpêhatiyên ku nayên vegotin diqewimin. Çeteyên hov weke guran li derdora wan kerwanan digerin û diftilin ku li bendê ne wê kengî êriş bikin.
Guney bi vî awayî çîroka xwe didomîne. Bi sibehê re şervanek qîr dike û ber bi wan ve tê, laşê wî di nava xwînê de maye, tê û xwe diavêje erdê cilên xwe yên leşkerî ji tirsa ji wan bê namûsan ku wî bibînin ji xwe kirine, cilên tenik yên ku li ber wê sermayê nabin germahî li xwe hêştine. Ew şervan ku ji grûpekî hevalan tenê ew sax ma bû û xwe li eraziyan xistiye heyanî gihîştiye kerwanan. Dema Guney ber wî ve diçe xwe diavêje hembêza wê û digrî. Guney bi gelê derdor xwe re cilan jê re peyda dikin, lê şervan dibêje “Ka ez ê çawa derkevim tiştek min re nîne” Guney li cihekî di siwariyên kerwanê de sekinîne digrere, lê mixabin nîn e. Ew Terektorekî ku sîtila wê pêve ye dibîne. Ji şervan dixwaze ku dema kerwan bi rê ket, tu xwe pêv bigre. Şervan ji kêfara digrî û wisa lihevdikin.
Guney dibêje ku dema derketina gel, her çend mitreyan çeteyek hov bi qilêşa xwe sekinîbûn. Hewil didan ku gel bitirsînin, li pêşiya gel ew ajal û dewarê ku gel dixwest bi xwe re derxînin dikuştin. Çêlekek ducanî bi qilêşên xwe bi ser ketin û ew kuştin, ev yek jî nimûnek ji hezaran e. Li ser rê çeteyek siwariya wan disekinîne, ew xityarê nexweş li pêşiya siwariyê kirine ku kîjan deqê wê jiyana xwe jidest bide ne diyar e. Çete dibînin ku Viyan serê xwe negirtiye, jê dipirsin, Te çima porê xwe negirtiye? Viyan ji hêrsa re gotinekê nake û weke dînan bi borê xwe digre û derdixe ser çavên xwe. Guney ji tirsa re dibêje “Keça min dîn e, nexweşe ji bo bo xwedê tiştekî nekin, bihêlin em derbas bibin ev kalemêr wê di destê me de bemire”. Û wisa derdikevin.
Piştî derbasbûna zêdetirî deh demijmêran dighînin Tepqa yê. Ne ew dizanin hevjînê wê sax e û ne Mihemed Elî dizane ku malbata wî derketiye. Telefon bê enerjî ne, gel û siwariyên koçberan li bin guhê hev dikevin. Di wê tarîtiyê û qelebalixiyê de ku kerwan bi êvarê hêdî hêdî digihîştin Tepqayê. Viyan qîr dike û dibêje Bavooo… Mihemd Elî wan dibîne; gotin ji devê her sêyan dernakeve, tenê bi hembêzkirinê êş û kêfxweşiya xwe vedibêjin.
Niha malbata Guneyê piştî rêwîtî û li gelek bajar û cihan ji Tebqa, Reqa, Hesekê û Dêrikê diguherînin, herî dawî niha li bajarê Qamişlo jiyaneke nû bi hêviya vegerê dihunin.
Serpêhatiya derketinê ya Fatme Hesen

Fatme Hesen 43 salî ew jî ji navçeya Mabata ya Efrînê ye, dayîka çar zaroka ye 2 keçik û du xurt. Lawê wê yê mezin Ehmed di nava hêzên Komandosê de ji dema Şehbayê de cih digre, keça wê jî li zanîngeha Rojava dixwîne û her du yên biçûk jîl i dibistanê dixwînin. Fatma li Gundê Til Qireh a Şehbayê tevî malbata xwe diman. Di roja biryar derketinê de wan jî jiyaneke li gor êriş û geşedanên her roj diqewimîn rojên xwe derbas dikirin.
Fatma di ravekirina çîroka xwe û ya malbata xwe de wiha dide pey hev.
Piştî saetên nîv roj êdî ku şer gur dibe û gel dikeve nava tevgerê de Fatma û malbata xwe tiştekî nakin. Malbatên derdora wan amadekariyên xwe dikin lê Fatma dibêje “Lawê min Ehemd li eniya Şer e, ez dev ji vir û lawê xwe bernadim heyanî ka wê vegere malê yan na”. Fatma dibêje ku di wê rojê de pere qet bi wan re nîn bû, xizmekî wan li ewropayê hinek pere ji wan re dişîne, di wê rewşa lihevketî de hevjînê wê diçe navçeya Fêfînê û pereyan tîne. Siwariyeke wan heye Texi ye, hevjînê wê li ser kar dikir ku pê debara xwe dikirn. Hevjînê wê bi wan pereyan diçe weke tedbîr Benzînê dikire, da ku dema lawê wan Ehmed hat pê derkevin. Ji ber ne diyare ka wê kude biçin, wan pereyan jî wisa xerc dikin. Heya wê demê şer gur dibe û gel êdî xwe kom hev dikin, xizmên wan ji fatma re dibêjin werin em ji mal derkevin û herin nava kerwanê. Fatma bi lawê xwe re bi zorê şebeka telefonê peyda dike û diaxive jê re dibêje “Tu nayê, were em ê derkevin bi hev re” lawê wê wiha lê vedigerîne “Yadê tu çi dibêjî, yanî ez xiyanetê bikim!! Herin hûn herin lê ez hevalên xwe bernadim” Ew hemû li nîvê malê de rûdinin û digîn. Xizmekî wê heye dibêje “Ez jî bi Fatma re dernakevim, heyanî ku Ehmed neyê em kesek dernakevin”. Piştî demijmêrek derbas dibe Ehemd telefon dike ku dibêje ew tê bila benda wî bisekirin. Saet çaran piştî ku çete dikevin nava bajarokê Til Rifetê şervan vedigerin paş de û Ehemd bi mîtorekê ji yên hemwelatiyan xwe digîne malbatê.
Piştî derbasbûna şevekê li ser kerwanan re, dibe sibe û di saet dehan de êdî biryara derketina yekemîn kerwanê gel ji Şehbayê tê dayîn. Bi rêketinê re siwariya mirovê wan xira dibe, bûka wê malbatê jî ku li ser zayîna keça wê re 12 roj derbas bibûn û bi emeliyat bû di wê sermayê de bi wan re ye. Fatme xwesû, bûk û keça biçûk dike siwariya xwe û xurt jî bi meş derdikevin. Li pey wê siwariya wan jî xira dibe, bê çaretî kona xwe li her du malbatan vedigre. Pereyên bi wan re jî kiribûn benzînê ku mecbûr man siwariya xwe li pey xwe bihêlin. Li ser rê çeteyek bangî hevjînê wê dike dixwaze wî bigre, lê di rûdana bûyerekê de ew çete dibeze û wî dihêle. Ew bi lez tiştên xwe ji siwariyê derdixin û dibezin. Di wê demê de çete kerwanê koçberan ji hev qut dikin û gelek malbatên li paş kerwanê mane vedigerînin Efrînê. Lê malbata Fatma xwe xilas dikin û li pey kerwanê diçe re dibezin.
Kalek tev hevjîna xwe bi pereyan malbata Fatma û ya mirovê wan bi xwe re derdixîne. Li ser pişta siwariyê siwar dibin, û ew keça jinûdayîkbûyî li çakêtekî sipartine ku ji ba biparêzin. Fatme dibêje “ew keçik di hembêza min de bû. Dayîka wê her gav dipirsiya ka keçika wê jiyan dike yan nefes qut bûye, min jî bi dizî destê xwe diavêt min hîs dikir ku hê nefes distîne”. Fatma got ku dema ew gihîştin hacizê Dêr Hafir ku QSD’ê bûn, wan hîs kir ku ji nû ve ji dayîk bûne. Piştre erebe anîn û ew birin bajarê Tepqayê.
Malbata Fatma piştî bi rojan li derve û ser rêyan derbas kirin herî dawî berê xwe dan bajarê Qamişlo û niha li bajarê Qamişlo jiyan dikin.






