Ronahî Sadûn/Qamişlo
Akademiya Jineolojî û Meclîsa Jin ya Kongreya Îslama Demokratîk di bin dirûşmeya “Li Dijî Çanda Satî: Jin, Jiyan, Azadî” panelek li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo lidar xist.
Di bin dirûşmeya “Li Dijî Çanda Satî: Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê Akademiya Jineolojî û Meclîsa Jin ya Kongreya Îslama Demokratîk ve, panelek li hola Parka Azadî ya Qamişlo hat lidarxistin. Ev panel derbarê pêşketinên dîrokî, nêzîkatiyên civakî yên ku ji bo têkoşîna li dijî wê hatiye pêşxistin, hat lidarketin. Di heman demê de ew berdewamiya kampaniya navneteweyî ya li dijî şîdeta li ser jinê a (25)’ê Mijdarê ye.
Beriya ku panel were destpêkirin hemû beşdarvan kêliyeke bêdengî li ser giyanê şehîdan rawestiyan, piştre dest bi babetên panelê hat kirin, panel jî çar rûniştinan hat birêvebirin.
Rûniştina yekem
Rûniştina yekem li ser 4 qatmanên birdoziya rizgariya jinê ji aliyê endama Akademiya Jineolojî Sîham Dawud ve hat dayîn ew jî li ser van mijaran bû:
Çima Rêber Apo 4 qatmanên birdoziya rizgariya jinê xist rojeva me?
Bandora “çar çandan” li ser mijara dîroka jinan çi ye?
Di heman demê de sînevîzyonek li ser axaftinên ku hatin kirin hat pêşandina.
Naveroka vê rûniştinê jî wiha bû:
Ji sala 2001’an û vir ve Rêber Apo bang li Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan kiriye ku wekî erkek sereke li ser ‘dîroka jinan’ lêkolînan bikin. Tevî şîrove û nirxandinên Rêber Apo yên derbarê pirsgirêkên jinan û çanda tecawizê ya ku di seranserê dîrokê de li dijî wan hatiye kirin. Argumanên îqnakirî yên Rêbertiyê di parastina van pirsgirêkan de têgihîştina me ya li ser wan hîn jî sînordar e. Pirsa esasî ew e ku Rêber Apo çima ev çar çand xist rojeva me. Çima nameya ku ji bo Akademiya Jineolojî şandibû de got; Hebûn û nasnameya jin de dûrbunek çêbû ye? Ev her du pirs mijarên me yên esasî ne. Heman deme di sala 2001’an de di hevdîtinên xwe de dubare dubare li ser arkeolojiya jin disekiniya. Ji bo em dîroka jin baş nasbikin fêm bikin pêwîstî bi arkeolojiya jin heye. Niha em 4 tabaqayên ku wekî arkeolojiya jin dest digrin binirxinin ew jî ev in: Çanda Xwedawend, Çanda Jinên Qesrê, Çanda Satî û Çanda Jina Azad.
Rûniştina Duyem
Ev rûniştin li ser Çanda Satî ji aliyê Endama Akademiya Jineolojî Leman Şêxo ve hat birêvebirin û ew jî li ser van mijaran bû:
Çanda Satiyê çi ye?
Di bingeha vê çandê de, ku ji Hindistanê ber bi hemû deverên cîhanê ve belav bûye, çi heye?
Herwiha sînevîzyonek berdewamiya sînevîzyona yekem hat pêşkêşkirin.
Naveroka wiha bû:
Çanda satî ne tenê bûyerek dîrokî ye ku li Hindistana kevnar qewimî ye, lê diyardeyek e ku di çarçoveyek olî û civakî ya tevlihev de pêk hatiye ku dilsoziya jinê bi hêza wê ya fedakirina jiyana xwe piştî mirina hevjiyan xwe, di bin navê paqijî û pîroziyê de girêdide, ev bawerî veguherî rêûresmek rêxistinkirî ku tê de jine neçar dibû ku bi laşê hevjînê xwe re bi zindî were şewitand. Tevî kokên xwe yên olî kevnar satî wek rêûresmek giyanî nemaye, lê bû ramanek ku heta roja îro di zihniyet civakan de bi kûrahî cih girtiye ku di her şêweyê qurbanîdana bi darê zorê, teslîmbûn û bêdengiyê de ku li ser navê şeref, adet, kevneşopiyan, ol û evînê li ser jinan tê ferzkirin. Dema Satî tê xwindine, mirov wê ne tenê wekî rêûresmek olî ya kevnar dibine , lê di heman demê de wekî temsîlek sembolîk a tundûtûjiya avahîsaziyê ya li dijî jinan jî dibîne. Ev zîhniyet çawa ji dajeha agir li Hindistanê ber bi dajeha raman û adetan di civakên me yên nûjen de veguherî.
Têgihîştina çanda Satî, ew miftaya têgihîştina dîroka koletiya jinan û ew di heman demê de gavek e ber bi avakirina hişmendiyê ve ku dihêle em li hember hemî şêwayên wê yên nûjen li ber xwe bidin.
Rûniştina Sêyem
Li ser hilgirtina çanda Satî heta roja îro, ji aliyê endama Meclîsa Jin ya Kongreya Îslama Demokratîk Kinda Kanan ve hat dayîn û babetên wê wiha bû:
Çanda satî li seranserê Rojhilata Navîn bi kîjan rêbazan belav bûye.
Qada Şoreşa Jin de rastiya çanda satî de bi kîjan rêbazan ve xuya dibe.
Rûniştina Çaremîn
Li ser çareseriyek ji bo çanda satî ji aliyê Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên ve hat dayîn ku li ser bilindkirina çanda xwebûne û bîrdoziya rizgariya jin bû.
Naveroka wê wiha ye:
Di 8’ê Adara 1998’an de Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jin dixe rojeva me . Ji wan salan û şûn ve êdî xal xal ev bîrdozî tê nîqaşkirin û destgirtin. Bîrdoziya rizgariya jin xwe dispêre 5 xalan. Ew jî ev in : Îradeya azad, Welatparêzî, Rêxistinbûyîn, Têkoşîn, Etîk û Estetîk. Em vana hemû pêk bînin. Divê em bi etîk û estetîk bifikirin. Divê em gavan ber bi xwe û rêxistinbûna xwe bavêjin. Dibe jin di biryarên girêdayî xwe û jiyana xwe îradeya azad nîşan bide. Herwiha divê li hemberî hemû cûreyên qirkirin û tunekirinê têkoşînekê bê navber bidin meşandin. Ya herî dawî ji têkoşîna cins û hezkirina cins avabikin.
Rûniştina dawî ya panelê bi vî awayî dawî bû:
Pirs bersiv, pêşniyar û nêrîn û dawî Kirina Panelê.









